Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Şûna du kêran

Min heta niha dilê xwe ji kesî re venekiriye, sira xwe nedaye der û birîna xwe nîşanî kesî nedaye. Lê min di her firsendê de gotiye, ez yek ji wan kesên bi şans im ku nehatime girtin û di îşkenceyên giran re derbas nebûme. Ji nifşê min ên nehatibin girtin û îşkence nedîtibin pir kêm in. Gelek ji dost û hevalên min demên dirêj di girtîgehan de mane û îşkenceyên giran dîtine. Ew bi cîhana derve re rûbiken bin jî, di agirê hundirê xwe de dişewitin. Ew carina bi qerf behsa îşkenceyên xwe bikin jî, ji nişkê ve ewrekî xemgîniyê xwe bi ser wan de digire û ew kenê wan tavilê li wan dibe girî. Ew di hundirê traumayên mezin de ne. Digel ku wan ji xwe re rê û metodên şexsî peyda kiribin û bi salan bi traumayên xwe re xebitî bin jî, lê her ku ew di nav salan re diçin, bîranînên wan li wan zindîtir dibin û wan di nav xemgîniyê de vedigevizînin.

Sira ez ê niha ji we re eşkere bikim, ne salên min ên girtîgehê, ne jî îşkenceyên li min hatine kirin in; na, lê şûna du kêrên xedar in.

Her cara ez xwe tazî li hemberî neynikê dibînim, ez bi şûna kêrên di laşê xwe de dihesim. Ew kêrên ku li nêzîkî dilê min ketine û du birîn di laşê min de vekirine, ev çil û du sal in bi min re dijîn. Berî bi çil û du salan ez xortikekî naşî bûm, hê rih û simbêlên min derneketibûn, lê ez dîsa jî bi hewesa şoreşê ketibûm.

Di wan salan de riya min bi bajarekî Tirkiyê yê bi navê Turgutluyê ketibû. Ez û hin xortên MHPyî hatin hemberî hev û me minaqeşeyeke germ li dar xist. Piştî bi demekê minaqeşeya me derbasî xirecir û pevçûna devkî bû. Gava bû şev û tarî ket erdê, wan xortan riya min birrîn û bi kêran derketin pêşiya min. Piştî du kêran ez deverû ketim xwarê. Welê xuya bû ku armanca wan kuştina min bû. Gava wan dît ez ketim û li erdê dirêj bûm, wan got belkî ez mirim, loma dev ji min berdan, baz dan û çûn.

Ez piştî demekê, bi birînên giran, bi zorê ji erdê rabûm. Roja piştî wê, êşê li min girantir kir. Ez hefeteyekê li erdê mam û bi rojan bi wê êşê jiyam.

Çil û du sal di ser darbeyên herdu kêran re bihurîne. Min ji mêj ve salên naşîtî û xortaniyê li dû xwe hiştine. Lê şûnên herdu kêran mane, winda nebûne û mîna te du fasûliyên hişk li ser kêlekê tê de çikandibin, xuya dikin. Gava kurê min ê pêşî nuh bi ser lingan ketibû û dest bi peyvê kiribû, rojekê tilîka xwe ber bi şûnên herdu kêran ve dirêj kir û bi meraq ji min pirsî:

– Ew çi ye baba?

– Şûnên kêran in, kurê min, min gotibû

-Na, tu derewa dikî.

Di zimanê swêdî de gotina ”derew” ne wek ya me giran e, carina dikare were maneya ”henek” jî. Min ji kurê xwe re behsa ferqa henek û derewan kiribû, lê ya rastî, min jê re ne henek, ne jî derew kiribû. Gava ew mezintir bû, temenê wî gihişt dehan, wî di firsendeke din de dîsa birînên min meraq kir û min dîsa eynî bersiv dayê;

– Şûnên kêran in, kurê min.

Kurê min vê carê keniya û bi henek li min vegerand:

– Tu henekan dikî, baba, tu dixwazî xwe mîna Herkules nîşan bidî.

Hingî min û kurê xwe bi hev re fîlmek li ser jiyana Herkules dîtibû. Herkulesê ku di şer û pevçûnan de bû, ji gelek deverên xwe birîndar dibû.

Dem bihurî. Kurê min ê pêşî mezin bû. Kurekî min ê din çêbû. Gava ew hat temenê kurê min ê yekemîn, wî jî mîna birayê xwe eynî pirs ji min kir û min eynî bersiv dayê. Îro herdu kurên min nizanibin kê ew kêr li min xistine jî, dizanin ew birînên nêzîkî dilê min şûnên kêran in.

Niha herdu kur bi firê ketine, lê xwişkeka wan ya biçûk heye. Wê heta niha birîna min meraq nekiriye. Heke ew rojekê tilîka xwe deyne ser birîna min û bipirse, ez ê eynî bersivê bidimê.

Ez nizanim wê keça min çawa pêşwaziya bersiva min bike, lê ez dizanim êşa şûnên herdu kêrên nêzîkî dilê min ne mîna êşên hundirîn ên hevalên min in. Êşa laş û ya ruh ne wek hev in; êşa laş şopekê li dû xwe bihêle jî, birînên ruh xedar in, cebirandin û kewandina wan zehmettir e.

Ez nizanim, belkî ya min jî ji birîneke laşî wêdetir bûbe ya ruhî, loma ew bi min re dijî û min heta niha ji bîr nekiriye …