24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sundance online tê lidarxistin

Festîvala Filman a Sundance ku li dinyayê yek ji festîvalên sînemayê yên herî baş e, îsal online e. Rêvebera Înstîtûya Sundance, Joana Vicente û derhênera festîvala Sundance Tabitha Jackson gotin, festîvala îsal ji ber varyanta omîcronê bi aweyekî online tê lidarxistin. Festîval 20 Çileyê 2022’an dest pê dike û 11 rojan didome. Film online tên nîşandan.

Li hêla din, Xelatên Grammyê yên 64’an jî 31’ê Çileyê 2022’an de bihatana belavkirin, lê merasîma Grammyê jî ji ber omîcronê hate taloqkirin.

Organîzatoran, li ser malpera xwe bi awayekî fermî ev yek eşkere kir û got, “Em naxwazin jiyana beşdaran bixin tehlûkeyê.” Merasîma Grammyê par jî ji ber pandemiyê di 14’ê Adarê de bê temaşevan hatibû lidarxistin.