Sêşem, Nîsan 20, 2021

Şûnwarên dîrokî yên Koyeyê roj bi roj hildiweşin

Gelek şûnwarên dîrokî yên li başûrê Kurdistanê, ji ber ku nayên nûkirin roj bi roj hildiweşin. Navçeya Hewlêrê Koye yek ji van cihan e ku bi şûnwarên xwe yên dîrokî tê nasîn.

Îro roj, ji ber xemsariya rayedarên rêveberiya hikûmeta Başûr, metirsiya hilweşînê li ser gelek şûnwaran heye. Dîroknas hişyar dikin û ji bo nûkirina şûnwaran berpirs jî dixwazin rêxistinên navneteweyî alîkariyê bidin wan!

Şûnwarên roj bi roj ji ber ba, baran û berfê hildiweşin, di heman demê de metirsî ne li ser jiyana welatiyên navçeyê.

Mamostayê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Koye Dr. Heyder Leşker, Berpirsê Fermangeha Şûnwarên Dîrokî Yekêtî Wahîd û Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Başûrê Kurdistanê Keyfî Mistefa têkildarî şûnwarên li ber hilweşînê ne, ji Roj Newsê re axivîn.

‘Şûnwar nasnameya Koye ne’

Mamostayê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Koye Dr. Heyder Leşkerî têkildarî şûnwaran ji Roj Newsê re axivî û diyar kir ku dîroka Koye nasnameya bajêr e ku heta roja me ya îro hatiye.  Leşkerî ji bo nûkirin û parastina van şûnwaran da zanîn ku bingehek aborî, bihêz û pêşkeftî tune û heger şûnwarên dîrokî neyêm nûkirin wê nasnameya bajêr ji dest biçe.

Dr. Heyder dest nîşan kir ku ne tenê Koye li hemû deverên din ên Kurdistanê şûnwarên dîrokî bi bi xweşikî nayên parastin û ji ber vê jî hildiweşin.

Hinceta hikûmetê nebûna bundeçeyê ye

Berpirsê Fermangeha Şûnwarên Dîrokî Yekêtî Wahîd jî der barê mijarê de axivî û anî ziman ku wan gelek caran projeyên nûjenkirina şûnwarên dîrokî pêşkêşî hikûmetê kirine lê bersiva wan nehatiye dayîn.  Wahîd wiha got: “Hin beşên şûnwaran hilweşiyane, hin ji wan jî ber bi hilweşînê ve diçin. Heger li rewşa şûnwaran neyê pirsîn, çend salên din wê bi temamî hilweşin.” Wahîd destnîşan kir ku desthilata başûrê Kurdistanê ji bo kêmasiyên xwe budceyê wek hinceta sereke nîşan dide.

Bang li rêxistinên navneteweyî kir

Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Başûrê Kurdistanê Keyfî Mistefa jî da zanîn ku planên wan ji bo hemû şûnwaran hene, lê budceyek zêde pêwîst e û niha jî hikûmet nikare vê yekê bike. Mistefa daxwaz xwest ku rêxistinên navneteweyî alîkariyê bidin wan û diyar kir ku niha bi alîkariya rêxistinek navxweyî ew Qişleya Koye nûjen dikin.

Li gorî amarên rêveberiya şûnwaran, li başûrê Kurdistanê ji bilî bi hezaran dikan û xaniyan, zêdetirî 5 hezar cihên dîrokî li başûrê Kurdistanê hene.

Tenê li sînorê parêzgeha Hewlêrê 180 cihên dîrokî hene, lê heta niha bi xweşikî nehatine parastin û nehatine nûkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku helbestvanê navdar Hacî Qadirê Koyî (1816-1897) ku weke Ehmedê Xanî yê duyemîn tê binavkirin, ji navçeya Koye ye.