25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriye kirine zeviya ceribandina çekên xwe

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu da xuyakirin ku wan heta niha zêdeyî 320 cureyên çekên cuda di operasyonên xwe yên leşkerî de li Sûriyeyê ceribandine. Şoygu di axaftina xwe ya li pêşberî şirketa çekan a ku Helîkopteran çêdike pesnê çekên welatê xwe da.

Pesnê çekên xwe dan

Şoygu pesnê çekên welatê xwe da û got: “Hûn dizanin ji bilî van helîkopterên we çêkirine, me zêdeyî 320 cureyên çekên cuda di şerê li Sûriyeyê de ceribandine. Me kêmasiyên ku di helîkopteran de derketine jî bi riya wan ceribandinan de saxlem û xurt kirine.”

Bi rastî li hemberî daxuyaniyeke wiha mirov careke din difikire ku gelo bi wan 320 cureyên çekan çend mirov li Sûriyeyê hatine kuştin û çend hezar mirov bê cih û war mane?  Her wiha mirov baş nas dike ku hemû hêzên ku destwerdana bi navê parastina gel û welatê Sûriyeyê dikin, di rastiya xwe de ji bilî parastina berjewendiyên xwe tiştekî din nakin.