19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sykes-Pîcot: Rêûresma dagirkeriyê

Ji destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem heta roja me ya îro li ser Kurdistanê gelek peymanên navneteweyî hatine îmzekirin, gelek proje û nexşe hatine danîn. Îro salvegera Peymana Sykes-Pîcot e. Hizra peymana Sykes-Pîcot li ser bingeha pergala dagirkeriyê ya Fransa, Îngiltere û Rûsyayê hatibû avakirin. Gelek kes vê peymanê wekî bingeha peymana dubareparçekirina Kurdistanê dinirxîne.

Ev 105 sal in ku kurd hê jî di bin nîrê vê peymanê de ne. Peymana Sykes-Pîcot bingeha peymana Sewr û Lozanê ye. Bi peymana Lozanê re jî Kurdistan li ser destên navneteweyî wekî 4 parçeyan hat dagirkirin û parçekirin.

Ne tesadûf e ku sibehê, di 17’ê gulanê de salvegera peymana Qesrî Şîrînê ye. Cara ewil Kurdistan bi peymana Qesrî Şîrînê di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de hat dabeşkirin û bû du parçe. Babet û sedemên ku kurdan û Kurdistanê ber bi vê çarenûsê kişand ji teref dîrokzanan ve tên zanîn. Mirov dema xwe ji hûrgiliyên dîrokê dide alî jî tê dîtin ku ev rewşa peymandariyê her li ser Kurdistanê hebû û hê jî  heye.

Xetên dagirkeriyeke eyan

Peymana Sykes-Pîcot çi ye? Hê di salên ewil yên şerê hemdinyayê de Îngiltere û Fransayê li ser axa împeratoriya Osmanî hin lihevkirinan kiribûn û dixwestin axa wê di navbera xwe de parçe bikin. Mark Sykes ê îngiliz û Francois George-Picotê fransî hin hevdîtinan kiribûn û li ser axa Osmaniyê peymanek danîbûn. Lê Rûsya jî  (li ser navê Rûsyayê Sergey Sazanov) piştî demekê beşdarî vê peymanê bû û parvekirina axa Rojhilata navîn û împeratoriya Osmanî di navbera her sê dewletan de hat nîqaşkirin.

Li gorî peymanê:

  • Nîvgirava Erebistanê di navbera Îngiltere û Fransayê de dihat dabeşkirin,
  • Lubnan û Sûriye dê ji Fransayê re bimaya,
  • Bexda, Kuwêt, Urdûn, Çola Sînayê û başûrê Mezopotamyayê tev jî dê ji Îngiltereyê re bimaya,
  • Îngiltereyê li Deryaya Spî jî dê dest daniya ser bendergehên Heyfa û Akreyê,
  • Îskenderûn dê wekî lîmaneke xweser bimaya,
  • Li Filistina ku hê di dema Ebdulhamîdê 2’em de hin parçeyên wê firotibûn cihûyan jî dê bi rêveberiyeke navneteweyî bihata birêvebirin,
  • Kurdistan jî di navbera her sê dewletên aliyên peymanê de dê bihata dabeşkirin,
  • Li gorî lihevkirinan bakurê Kurdistanê dê ji Rûsyayê re bimaya,
  • Hin herêmên rojhilatê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê dê ji Fransayê re bimaya,
  • Başûrê Kurdistanê dê bi piranî ji Îngiltereyê re bimaya,

Hemû peyman mehkûmê têkçûnê ne

Peymana Sykes-Pîcotê pêk nehat. Di 1917’an de li Rûsyayê Şoreşa Oktobirê pêk hat, textê çar welgeriya, bolşevîk bûn desthilatdar û Rûsya ji peymanê vekişiya. Komînîstan di arşîvên dewletê de nusxeyeke peymanê dîtin. Hevrêyê Lenîn, Leon Troçkî dê nimûneyeke vê peymanê di 24’ê mijdara 1917’an de, di rojnameya Îzvestiyayê de bi raya giştî re parve bikira.   

Piştî ku împeratoriya Osmanî rûxiya û Îngiltereyê dest danî ser Iraq û Filîstinê ew jî ji peymanê vekişiya.

Peymana Sykes-Pîcotê rê li ber peymana Sewrê û Lozanê vekir. Ev peyman bûbû rêûresma dagirkirina Kurdistanê. Kurdistan hat çarparçekirin. Lê Sykes-Pîcot wekî spêleyekê tim li beramberî têkoşîna kurdan derdiket holê. Kurdan bi Şoreşa Rojava cardin dan nîşan ku ev peymaneke têkçûyî ye û hemû peymanên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê neçarî têkçûnê ne.