16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sylvie: Kurd bersîva çareseriyê ye

Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî di çarçoveya kampanya “Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” di 8’ê mijdarê de bi Keştiya Azadiyê ji Lavrio ya Atînaya Yûnanîstanê bi rê ketibûn. Di 12’yê mijdarê de gihiştibûn Napolî yê Îtalyayê. Aktivîst û Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylvie Jan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku armanca wan azadiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.

Sylive, destnîşan kir ku kurd pêşeroja cîhanê temsîl dikin û wiha ixivî: “Ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Pêwîstiya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn, cîhanê û pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Timî gotina ‘pirsgirêka kurd’ tê gotin, lê ne pirsgirêka kurd, çareseriya kurd heye. Kurd pirsgirêk nîne, kurd bersiv e. Gelek caran ez çûm serdana Tirkiye, bakur, rojava û başûrê Kurdistanê, her kesên ku lê rast hatime daxwaza ‘aştiyê’ kirine. Aştî ji bo me çareseriya mayinde ye, divê daxwaza kurdan a ji bo berdana nûnerê xwe bê bicihanîn. Divê Abdullah Ocalan bê berdan û pêvajoya danûstandinan bê destpêkirin.”

Sylive da zanîn ku kurd hêviya aştî û çareseriyê ne û wiha berdewam kir. “Gelê kurd ji bo cîhanê çavkaniyeke taybet a hêviyê ye ku pêşengiyê ji projeyeke demokratîk, ekolojîk û femînîst re dike. Bi dîtina min gelê kurd ji bo cîhana me ya nû temsîliyeta paşerojê dike. Ji ber vê yekê divê piştevaniya bi gelê kurd re bê xurtkirin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan bê azadkirin. Ev kilîd divê bê şikandin. Ev yek jî di destê welatiyên cîhanê de ye. Ez jî di nav de, lewma li vir im. Bi azadiya Ocalan re divê ev kilîd bê parçekirin û PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin. Ji bo vê divê hewl bê dayin. Di vê serdemê de muxalîf weke terorîst têne pênasekirin.”