Rojnameya Heftane
Browsing Tag

Mizgîn Ronak

Xwebûna barana şevê  

Ji me re qala çi dike? Vê barana ku xwe li reşahiya şevê veşartiye bi pistepist behsa kîjan heyamên borî û rojên hatî dike? Xuya ye ku li vê dûrahiyê û li wê nêzîkatiyê li hin tiştan digere,…

Lênûskên winda!

Demek berê “lênûskên winda” wekî îşaretekê ketibû bîra min, çi dinivîsand xwe tê de dida der lê lênûskên min winda nebûn. Niha çar lênûskên min bi rastî jî winda ne. Hezar mixabin, çar…

Rûpoşxane

Ez û barana sibehê bi hev re meşiyan, kulîlkên berbaranê li me mêze kirin. Qedîfeyên rengîn in ew; sor, zer, belek û kengê û li ku bin ên dapîra min a mûşî ne, berikên xwe yên şîrîn…

Di van rojên berkendal de…

“Li heyvê dinêrim ji paceya girtîgehê/heyv bilind û ronak/girtîgeh kûr û tarî/li heyvê dinêrim.../lê heyv ji çavên min ditirse/û dibêje ev keçik şeyda ye hewarê!/ev keçik evîndar e...”…

Di van rojên nediyar de…

Di van rojên karantînayê de dixwazim bi helbestekê li deriyê we bixim û “gomlegek” diyarî we bikim:  “Tu gomlegê min î te li xwe dikim her sibeh çavên zarokatiyê destên baranê dengê avê…

Sûc û ceza

Me tu bi çend quruşên mezinbûnê firot ey zarokatî pepikên te yên sor jî neman qocoxê te yê kesk jî me tu li ser lingek firot pepikên sor ji pişt derî qocoxê kesk ji bin masê derketin…

Jêbir

Ku mala bayê hebûya ew ê tu bûyayî, ku tu hebûyayî dê mala bayê jî hebûya, bê tebat û tim rêwî tim nêvî. Kî diçe ew qezenc dike, derî li ser rûyê me digire dibêje gurm! Derî li ser rûyê me…

Xerîbiya awêneyê

Bi çavên xerîban li te dimêzîne yan jî bi çavên xerîb, ecêb, kor, nîvkor, şaşwaz... Kî ye ya ku bi çavên ecêb û elewat, ji nav xerîbî û nenasiya bêdawî li te dimêzîne, di tevî awêneyan de?…