25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Takamul û werara lêkerên kurmancî

Ji bo kesekî/ê dixwaze kurmancî hîn bibe, yek mijara herî dijwar jî hînbûna lêker û rayekên wan e. Helbet ev rewş ji bo zimanên din jî derbasdar e lê di kurmancî de rewşeke taybet, ya rastir guherîneke dibe sedema tevliheviyê heye. Ger mirov ji wê guherînê haydar be, wê gavê mijara lêkeran dê zelaltir bibe.

Weke mînak em li lêkera “revîn-reviyan”ê binihêrin.

Awayê resen ê vê lêkerê “reftin” e ku di farsî de, di wateya “çûyîn”ê de weke “reften” tê bilêvkirin. Rayeka wê ya dema borî her wekî farisî “reft” û rayeka dema niha jî “rev” e. Lê di kurmancî de ev lêker bi awayê xwe yê resen hatiye jibîrkirin.  Bi çi awayî? Pêşiyê li ser rayeka dema niha “rev”ê bi alîkariya paşgirên lêkersaz “în” û “iyan”ê bi formeke din hatiye çêkirin ku em niha weke “revîn-reviyan” û rayeka wê ya dema borî jî weke “revî-reviya” bi kar tînin.  Ji  mînakên rojê jî îro diyar e ku forma resen û forma nû demeke dirêj pevre hatine bikaranîn lê bi demê re forma resen ji holê rabûye.  Em bi mînakeke ku wê mebesta me zelaltir bike bidomînin

Şikestin

Şikîn-Şikiyan

Roja me ya îro herdu formên vê lêkerê jî hene.

Awayê resen şikestin e û rayeka dema borî “şikest” ya niha jî “şikê-şik” e.  Mîna me xwest em li jorê werara wê rave bikin, li ser rayeka dema niha bi alîkariya qertafa lêkersaz “iyan” formeke nû derketiye holê û awayê nû bûye “şikiyan”. Ya balkêş ew e ku berevajî lêkerên weke “nivîsîn (forma wê ya resen bi awayê “nivişt” weke navdêr hêj heye), keniyan, reviyan, geriyan, naliyan, liviyan, firiyan” û hwd. hêj forma xwe ya resen wenda nekiriye.

Zimanên bingehên wan yek in, her çi qas ji hev cihêtir û hay ji hev tune bin jî di hin mijaran de dibin rêwiyên heman rêyê. Lewre ev form bi awayekî şermende û bi fikar weke îstîsna di farisî de jî derketiye. Di farisî de paşqertafa lêkersaz weke “îden” derdikeve pêşberî me. Ev paşqertaf bi gelemperî ji navdêran lêkeran çêdike. Lê di hin lêkeran de mîna kurmancî bi rêya rayekên dema niha yên lêkeran formeke nû çêkiriye. Mînak:

“Geşten” rayeka vê lêkerê ya dema borî “geşt” ku hêj di kurmancî de weke navdêr tê bikaranîn, rayeka dema niha jî “ger” e û li ser rayeka dema niha bi alîkariya paşqertafa “îden” forma nû “gerdîden” derketiye holê û mîna “şikestin û şikiyan” a kurmancî li gel forma resen “geşten” ê tê bikaranîn.

Dibêjin di deryayê de kevir çi qas demdirêj bimînin ew qas biçûk dibin û dibin xîz. Bi ya min kurmancî jî ew çend kevnar û kohne ye ku peyv û bêjeyên wê biçûktir û kintir bûne û formên nû li xwe bar kirine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê