19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talan dikin, wêran dikin û diçin

Bertek û nerazîbûnên li hemberî projeya Kanal Stenbolê her ku diçe zêde dibin. Gelek zanyar, ekolojîst û endezyar der barê texrîbatên kanalê de nêrînên xwe anîn ziman. Texrîbata ku dê bê kirin ji texmînan zêdetir e. Xweza tê texrîpkirin, jiyana ajalan dikeve xetereyê, her wiha projeya ku tê texmînkirin dê di nav 4 salan de bê temamkirin dê jiyana mirovên li vir dijîn jî serûbin bike. Guhertina cihên şebekeyên avê, xetên gaza xwezayî, kabloyên ceyranê, binesaziya bajêr hwd. dê bi xwe re pirsgirêkan bîne. Ligel wan pirsgirêkan jî ranta ku dê li vir bê bidestxistin mijarek din a nîqaşê ye.

‘Dawiya îktîdarê hatiye’

Piştî daxuyaniya serokomar û serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan a di 27’ê kanûnê de ya “Hûn bixwazin jî û nexwazin jî dê Kanal Stenbol bê çêkirin” siyasetmedaran bertek nîşan dan. Ji kesên ku bertek nîşan dan yek jê jî parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Karabat bû. Karabat diyar kir ku gotinên Erdogan encama feraseta wî ya siyasî ne û wiha got: “AKP û Erdogan bi vê ferasetê gel anî hemberî xwe. Li aliyekî beşên civakê yên cuda tune dihesibîne û li aliyê din ji Şaredarê Stenbolê re dibêje ‘Rûnê li cihê xwe!” Em bi vê ferasetê re rûbirû ne. Erdogan bi projeya kanalê dê Stenbolê xera bike, wêran bike û hilweşîne. Di demên berê de dema ku hikumdarên zordest bajarek dagir dikirin û dawî li îktîdara wan dihat anîn dest bi talan û wêrankirinê dikirin. Niha helwesta AKP’ê jî wisa ye, hildiweşîne û diçe. Ji ber vê yekê pir aşkera ye ku dawiya Erdogan û îktîdara wî hatiye.” Karabat, da zanîn ku mixabin îhaleya Balafirgeha Mezin bi dawî bû û wiha got: “Îhaleya pira Bogazê jî xelas bû. Lê divê hin îhaleyên din pêşkêşî sermayedaran bike. Ku wisa neke dê hesab ji AKP’ê bipirsin. Ji ber ku deynê wan heye. Niha dibêje ‘Hûn çi dibêjin bibêjin, ez ê çêkim’ ji bo ku bijî wekî din tu şensekî wî tune ye.”