25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban bajarê bi navê Qindewezê jî bi dest xist

Endamê meclisa wîlayeta Qindewez Amireldîn Walî ji AFP`ê re ragihand ku şerekî dijwar li kolanên Qindewezê rû daye.

Talîban jî îro serweriya xwe li ser bajarê Qindewez ragihand. Beriya wê Talîban ragihandibû ku paytexta herêma Nîmroz a bi navê Ziranîc û bajarê Şeberghan ê paytexta wîlayeta Jowzjan xistibû bin serweriya xwe.

Ji aliyekî din ve jî rojnameya Timesê ya amerîkî ragihand ku hêzên Amerîkayê 3 baregehên Talîbanê li 3 bajarên Afganistanê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Afganistanê jî diyar kir ku di encama bombebarana hêzên wan de 200 endamên Talîbanê hatine kuştin.

Hewceyî gotinêye ku hem Amerîka hem jî Brîtanya bang li welatiyên xwe yên li Afganistanê kirin ku yeksek ji welat derkevin Û sedem çi dibe bila bibe tu kes neçe Afganistanê.