16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban her roj tiştek qedexe dike

Amerîka û Hêzên Hevpeymanê piştî ku 20 salan bi Talîbanê re şer kirin, di meha tebaxa 2021’ê de ji Afganistanê vekişiyan. Piştî wê biryarê Talîban pergala li Afganistanê û di nav jiyanê de gelek tiştan guherand.

Ji destpêka desthilatdariya Talîbanê heta niha biryarên ku hatin dayîn di serî de jiyana jinan kir bin xetereyê. Talîban di destpêkê de mafê xwendin û xebata jinan qedexe kir û niha jî dixwaze hin qanûnên nû li afganan ferz bike.

Li bajarê Heratê li gor biryara Talîbanê êdî mankenên bêgiyanên ku li vîtrînên dikanan de cil li wan in dê serê wan bê jêkirin. Talîban vê birayara xwe spart qeydeyên îslamê ku dibêje di dîn de pût heram e.

Talîban rêwîtiya jinan a bi tena serê xwe qedexe kiribû, li şoforên taksiyan ferz kiribû ku rî berdin û muzîkê qedexe kiribû. Niha jî li paytexta Afganistanê kontrola taksiyan zêdetir kirine da ku bibînin biryara wan pêk tê yan na.

Her wiha Talîban fîlm û rêzefîlmên ku jin tê de cih digirin jî qedexe kir û li gor biryarê jinên ku nûçeyan pêşkeş bikin jî dê çarşefan li xwe bikin.