spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîbanê 2 bajarên din xistin bin kontrola xwe

Tevgera Talîbanê di nava 24 seatan de 2 bajarên din ên Afganistanê xistin bin kontrola xwe û li gelek deverên din bi hêzên dewletê re şer dike. Rojek piştî daxuyaniya Talîbanê ku bajarê Zeranc xistiye bin kontrola xwe îro jî diyar kir ku bajarê Şebirxan xistiye bin kontrola xwe. Cîgirê waliyê Cozcanê da xuyakirin ku artêşê û rayedarên dewletê xwe vekişandine balafirgeha bajêr. Li gorî agahiyên Talîbanê wan bi hesanî û bêyî ku şerê giran rû bidin dest danîne ser van herdu bajarên ku dikevin aliyê sînorê Îranê.
Ji dema ku hêzên navdewletî biryara xwe vekişandina ji wî welatî dane, tevgera Talîbanê di nava meha dawî de dest daniye ser bi dehan bajaran û li gorî daxuyaniyên wan zêdeyî ji sedî 85 ji axa Afganistanê ketiye bin kontrola wan.
Piştî van pêşketinan Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek der barê gurbûna şerê li Afganistanê da û tê de hate gotin ku metirsiyên wan zêde bûne ku ev şer her biçe dijwartir bibe û Talîbanê xwe nede ber tu çareseriyên bi riya diyalogê.
Her wiha DYA’yê bang li tevgera Talîbanê kir ku êrîşên xwe rawestîne û serî li riyên diyalog û çareseriyê bide.