25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîbanê êrîşî Pêncşêrê kir

Li gorî agahiyên ji herêma Pêncşêr a Afganistanê, hêzên Talîbanê êrîş birine ser herêma Pêncşêrê lê hêzên herêmî bersiv dane êrîşê û di encama vî şerî de gelek çekdarên Talîbanê hatine kuştin. Yek ji endamên berevaniya herêma Pêncşêrê roja sêşemê dabû xuyakirin ku di encama wî şerî de 7 çekdarên Talîbanê hatine kuştin, 19 çekdar hatine dîlgirtin û hinek jî birîndar bûne. Her wiha serkêşê berevaniya Pêncşêrê Ehmed Mesûd da xuyakirin ku heke tevgera Talîbanê hikûmete giştî ku temsîla hemû gelê Afganistanê dike, ava bike û her kes bikaribe bi azadî û wekhevî bijî ew dê dest ji berxwedana xwe berdin û tevli pêvajoyê bibin.

Ehmed Mesûd ji kovara Foreign Policy re axifî û wiha got: “ Heke Talîbanê parvekirina desthilatdariyê pejirand û wekhevî û azadî ji bo gelê Afganistanê anî cih wê gavê ez dikarim xwe ji siyasetê jî vekişînim.”

Ji aliyekî din ve serokê DYA’yê Joe Biden da xuyakirin ku ew ê alîkariya dîplomasî û alîkariyê mirovî ji bo gelê Afganistanê berdewam bikin. Biden li ser hesabê xwe yê Tweeterê ev peyam belav kir: “ DYA’yê dê parastina mafên bingehîn ê gelê Afganistanê û aramî û ewlekariya wî welatî biparêze”

Hêjayî gotinê ye ku herêma Pêncşêr devera bi tenê ya ku ji derveyî desthilata Talîbanê maye û di dîroka xwe ya kevnar de herdem bûye cihê berxwedanê. Di hemû şerê mezin ên Afganistanê de her dem xwe parastiye û nehiştiye ku ew herêm bikeve destê Talîbanê û hêzên din ên dagirker.