Sunday, September 19, 2021

Talîbanê hikûmeta xwe îlan kir

Berdevkê Talîbanê da xuyakirin ku wan hikûmeteke demî ava kiriye û di dema pêş de ew ê bang li aliyên din jî bikin ku tevli hikûmetê bibin. Berdevk anî ziman ku ew ê hewl bidin her kes cihê xwe di vê hikûmetê de bigire. Navê hin endamên hikûmetê ev in:

Mele Mihemed Hesen Serokê Hikûmeta Afganistanê, Mele Abdulxenî Birader cîgirê serok, Mela Abdulheq Wasiq serokê istixbaratê, Mele Mihemed Yaqûb wezîrê parastinê, Xelîl El Rehman Heqanî wezîrê kar û barê penaberan e,  Abdulbaqî Heqanî wezîrê perwerdeyê ye û Necîbelah Heqanî wezîr teknolojiyê ye.

Nerzabûna DYA’yê

Di serî de Piştî aşkerekirina navê hikûmeta Talîbanê DYA’yê daxuyaniyek da û tê de behsa hin navên ku di vê hikûmetê de cih digirin, kir.

DYA’ê Muhemed Hesen Exwend ku wekî Serokê hikûmetê hatiye destnîşankirin di lîsteya reş de nîşan da. Ev berê yek ji kesên girîng ên hikûmeta Talîbanê ya 1996-2001’an bû.

DYA, ji bo Qasim Siracedîn Heqanî ku wekî wezîrê Karên Hundir hatiye destnîşankirin jî di lîsteya lêgerînê ya DYA’yê de nîşan da. DYA ji bo Heqanî, 5 milyon dolar wekî xelat destnîşankir. Kesên wî îxbar bikin dê wan xelat bikin.

Sê wezîrên din jî cihên metirsî û nerazîbûna DYA’yê ne ew jî yên ku nêzî tora Heqanî ne. Yek ji wan Xelîl ElRehman Heqanî wezîrê kar û barê penaberan e,  Abdulbaqî Heqanî wezîrê perwerdeyê ye û Necîbelah Heqanî wezîr teknolojiyê ye.

Naveroka berêTarixê kurdan rê dismenî
Naveroka ya piştî vê27 sal in li ber xwe didin