23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîbanê xwest jinên karmend li malên xwe bin

Tevgera Talîbanê bi daxuyaniyekê bang li jinên karmend kir ku heta şert û mercên guncav werin peydakirin, jin li malên xwe bimînin û neçin kar.

Berdevkê tevgera Talîbanê Zebîhulah Mucahid têkildarî mijarê ji rojnamevanan re da xuyakirin ku ew biryareke demikî ye û piştî amadekirina şert û mercên xebatê dê vê mijarê zelaltir bikin.

Ji aliyekî din ve Mucahid bang li gelê Afganistanê kir got: “Ji ber tevliheviyeke mezin li wir heye, neçin balafirgeha Kabulê.”

Mucahîd bang li rayedarên DYA’yê jî kir ku xelkê Afganistanê li deketina ji welat sor neke.

Mucahîd, bi bîr xist ku li gorî peymana bi DYA’yê re divê heta 31’ê mehê vekişandina leşkerên biyanî bidawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku serokê DYA’yê Joe Biden piştî civîna welatê G7 gotibû ku dibe peywîra leşkerên wan a li balafirgeha Kabulê hinekî dirêjtir bike lê di heman demê de bal kişandibû ser talukeya mana leşkerên wan a piştî wê dema destnîşankirî.