spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talûkeya fûzeya Çînê ya winda

Çend rojin gelek nûçe û şîrove derbarê fûzeya Çînê ya winda de hatin çêkirin û li gorî texmînan dê îro ya jî sibe ew fûzeyê winda li erdê bikeve. Derbarê cihê ku dê lê bikeve hin texmînên cuda hene, lê kesek baş nizane ku dê li ku bikeve.

Ev fûze zêdeyî heftiyekê ye ku winda ye û li gorî tê gotin hîna li derdora dinyayê digere û kes nizane dê kengî û li ku li erdê bikeve. Giraniya fûzeyê 21 ton e. Leza wê di seatê de 28 hezar kîlometre ye.

Çînê piştî bêdengiyeke dûvedirêj daxuyaniyek derbarê fûzeya winda de da û got ku ihtîmala ku ew li cihekî ku mirov lê dijî gelekî kêm e. Her wiha Çînê got ku dê piraniya gewdeyê fûzeyê parçe bibe û bişewite lewre talukeya wê kêm e.

Li gorî rapora artêşa DYA’yê derbarê fûzeya winda ya ku Çînê avêtiye û paşê ji bin kontrola wê derketiye got ku texmîna wan ew e ku fûze roja şemiyê an jî yekşemê bikeve erdê û ew texmîn dikin ku li devereke Turkmenistanê bikeve.

Lê bê guman ev tev texmîn in. Ji ber ku ew fûze bi tu rengî ne di bin kontrolê de ye, kesek nizane ku dê li ku derê bikeve û hemû daxuyaniyên derbarê vê de texmîn in û her kes tenê hêviyên xwe tîne ziman ku ew li cihekî xewle bikeve da ku zirarê nede mirovan.