25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talûkeya herî mezin li kampa Holê ye

Li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin û zarok bi fikir û ramana DAIŞ’ê mezin dibin. Wiha xuya dike ku jinên DAIŞ’î zarokên xwe li ser fikra tund û tûj a rêxistina DAIŞ’ê mezin dikin. Ev yek jî bi xwe re metirsiyeke mezin ava dike. Zarokên bi wê fikrê mezin dibin, siberojê talukeya avakirina rêxistineke tundîtir tîne.

Di salekê de li kampa Holê 154 penaber hatine kuştin. Beriya çend rojan dîsa penabereke jin a sûrî û penabereke Iraqî di wê kampê de hatibû kuştin. Weke tê zanîn 60 hezar kes di vê kampê de dijîn ku piraniya wan zarok û jin in, piraniya hemwelatiyên Sûriye û Iraqê ne û ji 50 welşatên din ên cudane.

Di nava vê kampê de 12 hezar jin û zarokên DAIŞ’î hene.

Talukeya herî mezin di kampa Holê de dayikên DAIŞ’î ên wan zarokane.  Ew zarokên xwe bi fikir û ramanên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê xwedî dikin û mezin dikin. Lewre di siberojê de talukeya herî mezin ev zarok in. Lewre jî çareseriya herî baş ji bo vê talûkeya mezin, her welatek welatiyên xwe yên DAIŞ’î bibe li welatê xwe dadgeh bike û li navendên rahabitasyonên taybet bi cih bikin e.

Mana van malbatên DAIŞ’ê bi hevre li heman cihî talûkeyeke gelekî mezin e û wekî bombeyeke nukleerî ye, ew zaroka bi jehra fikir û ramanên tund û paşverû tên xwedîkirin, ji bo ewlehiya hemû cîhanê talukeya herî mezin in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê