Friday, October 29, 2021

Talûkeya hişkesaliyê mezin dibe

Li Tirkiyeyê û cîhanê hevsengiya rêjeya baranê, li gorî salan û herêman xera bûye. Bi taybetî di salên dawî de hin salan zêde hin salan jî kêm baran dibarin. Dîsa demsalên baranê hatine guhertin. Demsalên berf û seqemê hatine guhertin. Sal bi sal rêjeya pîleyên germahiyê zêde dibin.

Li gorî pîvan û lêkolîna Navenda Kêmkirina Hişkesaliyê ya Neteweyî ya NASA û li gorî pîvanên Şopandina Avhewa û Kêşana Erdê (GRACE-FO) ya Peykê, gelek bajar û herêmên Tirkiye bi hişkesaliyek pir dijwar re rû bi rû ye. Yek ji herêma ku qeyrana hişkesaliyê û zuhayiyê lê heye Herêma Wanê ye. Ava Gola Wanê di demsala havînê de daket. Dîsa ava bendavên li herêmê ji sedî 50 kêm bû. Ji ber zuhayî û hişkesaliyê îsal gelek çotkar û rençberan çandiniyên xwe neçandin. Ji bajarên Serhedê Wan û Qers ku wekî herêma çotkarî û çandiniyê tê zanîn, nekaribûn çandiniyê bikin. Dîsa sewalên xwe birin bajar û herêmên din çêrandin. Li Îdirê jî ji ber hişkesaliyê qada çandiniyê kêm bû.

Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu, li dijî talûkeya mezin a hişkesaliyê hişyarî kir. Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser talûkeya hişkesaliya îsal û destnîşan kir ku hişkesalî ji Vîrûsa Corona (Covît-19) xerabtir e û heta 10 salên din dê mirov bi zahmetî ava vexwarinê peyda bike.

Hevsengiya barînê xera bûye

Alaeddinoglu anî ziman ku ji niha û şûnde dê germaya kurevî bidome û wiha got: “Ji niha û şûnde dê hişkesalî zêde bibe. Sedema hişkesaliyê tenê ne girêdayî baranê ye. Bi gelemperî rêjeya barîna dibare di nava salê de nehatiye guhertin. Lê li hin cihan dibare, li hin cihan nabere. Hin caran pir zêde dibare, hin caran pir hindik dibare. Hevsengiya barîna baranê xera bûye. Dem û cihê barîna baranê hatiye guhertin. Di dema xwe de li gorî tê xwestin baran nabare. Demsala barîna baranê hatiye guhertin. Barana ku divê payizê bibare, di demsalên zivistan û biharê de dibarin. Li cihê divê berf bibare, baran dibare. Li şûna berfê baran dibare. Dem û rêjeya barîna baran û berfê hatiye guhertin. Barana divê di 3 mehan de bibare, di rojekê an du rojan de dibare. Hin caran jî 1-2 salan zuhayî heye. Sala piştî wê berf û baranek pir zêde heye. Bi metreyan berf bilind dibe. Hevsengiya baranê xera bûye.”

Dê çavkaniyên ava vexwarinê bimiçiqin

Alaeddînoglu anî ziman ku di salên borî de jî hişkesalî çêbû û wiha axivî: “Di demên berê de jî me heman tişt dît. Mînak 6-8 salan bi baranê derbas bû, 7-8 salan jî zuha derbas bû. Lê ev demborî bû. Lê niha ev kêşe êdî mayinde ye. Êdî bi guhertinên gurevî hişkesalî mayinde dibe û dikeve nava jiyana me. Dê hişkesalî û zuhayî zêdetir bibe. Dibe ku ava vexwarinê xelas bibe. Derdora tejaneya (hewze) ya Wanê bi çiyayan hatiye pêçan. Li herêmê li şûna berfê barîna baranê zêde ye. Ji ber vê yekê ax avê namêje, av li ser ruyê erdê diherike. Lê dema berf be hêdî hêdî ax avê dimêje. Bi taybetî di demsalên biharê de berf heta qadmanê jêr diwerive. Ev di heman demê de çem û rûbaran xwedî dike. Lê ku werî baranê bihare, heta 10 salên din dê ava vexwarinê zêde nemîne. Dê çavkaniyên ava vexwarinê bimiçiqin. Ev rîskek mezin e li pêş mirovan e. Dibe di 20 salên pêş me de bajar bê av bimîne. Eger ava berfê bi dawî bibe dê zuhayî zêde bibe. Ji ber vê yekê dê korte/tejane (hewza) zuha bibe.”

Alaeddinoglu anî ziman ku pirsgirêka hişkesaliyê bi meseleya germahiya kurevî ve girêdayî ye û wiha got: “Hişkesalî dê bibe perçeyekî jyana me û demdirêj bidome. Hişkesaliya li pêş me, ji Vîrûsa Corona (Covît-19) xerabtir e. Heta 10 salên din dê mirov bi zahmetî ava vexwarinê peyda bike. Ji bo pirsgirêk  çareser bibe, divê karibin pirsgirêkê bi rêve bibin. Hêj pirsgirêkê dest pê nekiriye divê tedbîr bên girtin û van tedbîran têxin meriyetê. Ku em îro gavan bavêjin, em dikarin li sibê xwedî derkevin.”