Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Tara bêjingê

Ciwan Qado

Li bin zerdika dilme a roka deştê, jinikan kêr û meqes li bin tara bêjingekê dinivandin û di dest xwe re tara bêjingê jî bi gulîyekê ji werîsekî mû rêsandî digerandin, piştre zarok li ser wekînidreke çênî datanîn û ew peşk bi peşk ji çilê wî didizîn û direvandinli dawî çil kefçî av dixistin tasa çilî de û bi ser wî de dadikirin û di ber re weha digotin û dibilandin:

Çilê binê erdê, ê ser erdê

ê heywanan, ê însanan

ê mar û mişkan, ê dûpişk û kêzikan

ji histê vî zarokî derxîne xwedêyo.

Jixwe heya zarok dibû 40 roj jî her şev gepek nan, meqesek û kêrek dixistin bin serê wî.Dêya min yek ji wan kesan e ku heya roja me ya îroj jî van bawerî û rîtualan pêk tîne, sûnda dawî jî li ba wê bi agir e, bi ezmanê jor û deqa rokê ye û ku yekji me jê re dibêje;yadê, tu çima bi Xwedê sûnd naxwî…tu dizanî ev bîr û bawerî ji çerx û dewranên pûtperestiyê ne, hin ji wan jî jimîrasaêzdayetiyê ne?Diber xwe re dikene û dibêje: Erê, ev bawerîyên me kurmancanin law, me wilo xwe dîtiye û em ê wilo jî bimirin.

Wek nihatê bîra min, şev û rojên çarşeman serê me nedişûşt. Şevên pêncşeman jî neynûkên me jê nedikirin û pirrê caran rojên serşûştina me disparte şemî û yekşeman û dema xwe ji şiwa me re radipêça,meqesek û kêrek bi kincekî me dinuxumand,paşêew dixistinteştê û digot “ji bo win nederibin law.„ Dengê guregura paporê û sîkên reqsok di serşokê de heya niha wek nexşên nivîsîna destpêka tarîxê li ser dîwarê şikefta serê min dibiriqînin.

Ev edet û nerîtxwerû wek lîstok û yarîkên zarokan dixweyin, wek kulmeke biwêj û nîşe ji çîrok û çîvanokên pîrikan firar bûbin, an wek ku hinekan ew bi dizî ji hilma însanê pêşîn kesixandibin berî kitêb çêbibin û li ser pişta nezanan pîroz bibin û hilkişin ezmanan.

Bi çêbûna me re û berî ku zarokpeyva „dê“ pê re derkeve,ev rîtual bi mîrasa bedewîya pûtperst rihê medisrrê,ev efsaneyên prîmîtîf û sade di meqamê pêşîn dedîkor û xişla zimanîne, kurmên ku bêhna axa ziman derdixin dûrî darizandinên zanistî û olîku li her tiştî bi çavê bikaranîn û rêbazan dinêrin.Heger mirov bi dûrbîna ziman li wan binêre û ev merema min e jixwe, dê ev rîtual wekhevalbiçûkêndêrîn û veşartî ênzimanê me xuya bikin, zimanê me ê wek eqîq û kevirên bihagiran ku DAYÎKnifiş bi nifiş ji keçên xwe re,di nav desmalên bi tawisan nexişandî de,hiltînin.

Demeke dirêj di bin navê nûjeniyê de, nûjeniya ku dinya ji ser qiloçên ga peyakir û ew weke xarekê di bêrîka desthilatdaran de werkir, dinyaya gewrik ku li hejar û bêîlacan dibe wek tara bêjingê, bêjinga em li ser tazî û vedayî bi çil kefçî av bûn kurd, gellekan ev rîtual bi kevirê pêşketina sexte recim kirin wek çawa bikarhîner û bawermendên van rîtualan jî bi şeytanperestiyê sûcdar kirin. Bi tebşîrê li dora wan xêz dikirinbi dû re bi zikê xwe digiritin û wek deveyan hêç diketin û xwe di erdê didan.

Di heyama zaroktîyê de mirovekî rihbihineû mirûztal hebû,bîna miska wî di terefê toto re derdiket, li bayê çûn û hatinê weiz û şîret li me zarokan dikir.Carekê piştî ku cercûrên şîretên xwe di serê me de vala kirin,ji me re got: Kêr û meqes ji çi re ne, guh nedin van pûçbawerîyan, divê roja malûm de gelek hene devgirêdan ji wan re divê, hebîbê Xwedêli ser pişta heywanekî ji ker mezintir û ji qantir biçûktir û riwê wî di çehreyêpîrekeke can de ye,firiyaye ezmanê hefta û li wir yekser çûye şevbuhêrka pêximberan û dîsa di heman şevê de vegeriyaye malê. Di nav her çend gotinan re diçû û dihat û digot: Erê ka min li ber bixînin, kêr û meqes ji çi re ne?

Wê çaxê bersiva minasib li ser zimanê me rûnedinişt,niha mintê derxist bê ew kêr û meqes ji çi re bûn:Meqes ji bocarê em pê porê mê êwî heywanê firok kur bikin û kêr jî ji bo em qîvarê ji nîvê wî ê di şibhê ker- qantir de, biqeşêrin.