16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Te çima li konvoyê nihêrî?’

Rêveberê HDP’ê yê navçeya Cizîrê Botan Em (25) duh bi hêceta ku li konvoya wesayîtan a qeyûm û qeymeqamê Cizîrê Mehmet Tunç nihêriye hat binçavkirin. Polîsên tîmên taybet wî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û piştî îfadeyên wî girtin hat berdan.

Em diyar kir ku duh serê sibê dema ew li ser kolana Orhan Dogan dimeşiya konvoya qeyûm di ber de derbas bûye û lê nihêriye polîsên tîmên taybet wî binçav kirine. Em anî ziman ku li gel ew nesekiniye û rêya xwe dewam kiriye jî lê piştî ku konvoy bi qasî 100-150 metreyan dûr bûne, ji pişt ve polîsên tîmên taybet hatine berê çekên xwe dane serê û li serê lêgerîn kirine. Dema wî pirs kiriye çi bûye polîsan jê re gotiye, ‘Te çima li konvoyê nihêriye.’ Em da zanîn ku polîsan bi darê zorê bi sifata “gumanbar” li wesayîta zirxî siwar kirine û birine midûriyetê.

Em got polîsan muameleya ku ‘sûcek’ hatibe kirin li hemberî wî tevgeriyan e û polîsan li midûriyetê zextan li serê kirine. Em da zanîn ku polîsên li Cizîrê tenê ne li hember wî wiha tevdigerin li hemberî hemû welatiyan wisa tevdigerin.