Rojnameya Heftane

Te got Hirç

Riza Uyar

Weloyê Sinî. Sinê girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye.

Rojekê Welo wekî her rojê li ber pez e. Pezê xwe li çiyayê pişta Sinê diçêrîne. Çîyayê Sinê çiyayekî pir asê ye. Di neqebeke teng de ew û hirçê derdikevin pêşberî hev. Ne Welo dikare paşve here û ne jî hirç paş ve gav diavêje. Welo zilamekî jêhatî ye. Di herêma xwe de gelekî bi nav û deng e. Yek ji Welo û yek ji hirçî. Welhasil pev diçin. Welo hirçî dikuje lê ew jî nîvkuştî dibe. Gundî bi vê bûyerê dihesin û bi hawara Welo de tên. Welo bi lez tînin gund. Di canê Welo de bi qasê serê derziyê cihekî bê birîn nemaye. Welo derman dikin û dixin nav nivînan. Welo piştî heyvekê tê ser hişê xwe.

Gundî tên serdana wî û jê re dibêjin: De behsa şerê xwe û hirçî bike lê ji ber ku perda guhên Welo qetiyaye, deng baş naçê.

Dibêje dengê xwe bilind bikin û dibêje: Xwedê mirovan ji hirn biparêze. Bêxwediyê tu dibêjî qey xwariye û neriye. Hûn nizanin ku destê wî çiqas giran e. Wexta ku şîqam li binê gihê min dixist xwedê jî dizane ku min her carê deh stêrk bi hev re dihejmartin. De îca çiqas bîhn dida? Te digot qey îsal serê heft salan e ku serê xwe neşûştiye.

Welo ji gundiyan re dibêje temîniya min li we be heke ku we li cihekî hirç dît riya xwe biguherînin bila mêranî ji wî re be. Piştî vê bûyerê li gund di şevbêrkan de kê çi bigota. Welo digot qey behsa hirçan dikin û di cih de bersiva wan dida û digot: Hirç sewalekî pir xedar e; Xwedê hîvza mirovan jê bike û mirovan jê biparêze. Ma ne bê sebeb jê re gotine hirç!