Monday, September 27, 2021

Tecrîd beşek ji şerê psîkolojîk e

Rizoyê Xerzî

Me vê carê berê xwe da Misirê û hevpeyvînek bi nivîskar û lêkolînerê misirî Muhsin Awedalah yê pisporê pirsa kurd û Tirkiyeyê re kir. Awedalah ku yek ji berpirsê rojnameya Şems Newsê ye. Rojname di nava civaka misrî de li ser pirsa kurd wekî çirûska ronahiyê ye. El Şems News karê xwe bi taybetî li ser mijarên pirsa kurd û Tirkiyeyê dike. Heta niha gelek gotarên Muhsin Awedalah bi erebî di malperên cuda ên ereban de hatine weşandin û hinek ji wan ji bo kurdî hatine wergerandin. Me der barê mijarên di rojevê de ev hevpeyvîn bi Awedalah re kir.

Di destpêkê de em ji gotineke te dest pê bikin, te di gotareke xwe de gotibû: “Di mijara xiyaneta hêzên navneteweyî ya li beramberî kurdan de Efrîn ne rawestgeha yekemîn e”. Tu dikarî hinekî vê mijarê vekî û çima kurd her dem rastî vê bêbextiyê tên?

Ji aliyê xiyaneta hêzên cîhanî ve dîroka kurdan tijî û dagirtî ye. Van hêzan her dem heta radeyekê mafê gelê kurd piştguh kirine ku mirov dikare bibêje, kurd ji hemû neteweyan bêhtir rastî xiyaneta hêzên navneteweyî hatine. Ev mesele beriya Efrînê, di gelek pêvajoyên din de jî wiha bû. Hêzên rojavayî û di serî de Îngilîstan û DYA’yê bazirganî bi kurdan û xewnên wan re kirine. Ew yek aşkera ye ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derket holê. Îngilîstanê piştî hilweşîna împratoriya Osmanî li dijî xewnên kurdan ên ji bo serxwebûnê rawestiya, destûr da Iraqê ku Kurdistana Şêx Hefîd îlan kiribû ji holê rabike. Her wiha piştgiriya Tirkiyeyê kir li dijî serhildana Agiriyê û îlankirina komara Araratê rawestiya.
Di salên 80’yî de jî hêzên rojavayî rê dan ku Sedam Huseyin li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar bîne û hemû cîhan piştî vê bûyerê bi salan bê deng ma. Piştî wê jî bi dehan komkujî li dijî kurdên bakur bi destê rejîma tirk hatin kirin.
Lê hemû cîhan dîsa bêdeng ma. Lewre dema em behsa dewletên rojhilatî dikin divê em vê yekê ji bîr nekin, divê em baweriya xwe bi wan neynin. Ew her dem bêyî ku guh bidin exlaq, nirx û rewabûna maf û daxwazên gelan, li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê dema ku kurd doza mafê xwe dikin her dem bi cudakariyê tên tawanbarkirin, divê kurd çi bikin ku vê nêrînê biguherînin?

Di bin siya Rojhilata Navîn de, a ku netewe wekî slogan û îslama siyasî jî wekî îdeolojiyê tê de bi cih bûye, her dengekî muxalif an jî her tevgereke nerazîbûnê wekî xiyaneta welat an jî derketina ji dîn ango kufrê tê hesibandin. Rejîmên desthilat ên herêmê vê yekê wekî çekekê bi kar tînin. Kurd jî li welatên wiha dijîn ku sloganên xwe yên neteweyî berz dikin. Çi neteweya ereb be, çi ya faris û tirk be, li gorî wan rejîman mafê kurdan tune ye ku behsa mafên xwe yên neteweyî bikin.
Hem wekî mafê wan nabînin, hem jî banga neteweyî wekî tiştekî heram bi nav dikin. Li vir nakokiyeke mezin heye. Li gorî rejîma dewletan mafê ereb, tirk û farisan heye ku behsa mafê xwe yê neteweyî bikin û xwe pê serbilind bikin. Lê li gorî wan mafê kurdan tune ye ku heman tiştî bixwazin û bikin. Lewre jî divê alîgirên felsefeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan ked û xebateke mezintir bikin da ku van fikir û ramanên xwe bigihînin gelên herêmên ku lê dijîn û herêmên derdora xwe.

Tu projeya xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa dinirxînî. Di vê çarçoveyê de dîsa gelek derdor kurdan bi cudakariyê tawanbar dikin. Tu çawa dinirxînî?

Projeya Xweseriya Demokratîk, di dîroka Rojhilata Navîn de pêvajoyeke nû û pêşketineke siyasî ya girîng e. Ew şêweyekî nû yê pergalên siyasî ye ku li herêmê mînaka wê tune ye. Ew li ser bingeha felsefeya ku gel xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, hatiye avakirin.
Ew ne wekî pergalên heyî ne ku hemû kula wan desthilatdariyê bikin û her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê di vê pergalê de gel serdestê her tiştî ye, ew desthilata xwe hildibijêre û ew bi xwe rêveberiya xwe dike. Dema ku pirsgirêkek hebe li gorî daxwazên gel tevdigere û çareyekê bi hev re ji wê pirsgirêkê re peyda dikin.
Di rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gelek mînakên wiha çêbûn. Gelek caran hin biryarên rêveberiyê ji aliyê gel ve nehatin pejirandin û gel bi nerazîbûnên xwe hişt ku rêveberî wan biryarên xwe biguherîne. Hişt ku biryarên xwe sererast bike.
Carinan hişt ku bi temamî ji wan biryarên xwe vegerin. Gelek mînakên wiha çêbûn, wekî mînak carekê rêveberiya xweser xwest ku buhayê sotemeniyê zêde bike. Ev yek bû ciyê nerazîbûna gel û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya malperên civakî û xwepêşandanan li dijî wê biryara buhakirinê derketin. Di encama van nerazîbûnan de Rêveberiya Xweser ew biryara xwe ya buhabûna buhayê sotemeniyê betal kir. Bi daxuyaniyekê da zanîn ku dê buhayê sotemeniyê wekî berê bimîne. Bê guman çend mînakên din jî bi vî rengî çêbûn. Ew jî dide xuyakirin ku ev pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, ne ji bo ku desthilatiyeke zordest li ser gelan bike.

Dijberî vê yekê ji bo xizmeta gelan hatiye avakirin. Bi rastî ev azmûn, mînak û tecrûbeyeke hêja ye û mirov dixwaze vê pergalê li hemû herêmê bibîne. Mirov hêvî dike ku li Rojhilata Navîn a ku gelên wê di bin desthilatî û pergalên zordest de têne birêvebirin, pergaleke wiha bê avakirin.

Çima her kes ji vê projeya ku banga biratiya gelan û wekheviyê dike ditirsin û çima ewqasî şerê wê tê kirin?

Meseleya ku hin derdor û muxalifên Sûriyeyê Rêveberiya Xweser wekî projeyeke cudakariyê bi nav dikin ew ji ber fobiya ku tê de dijîn bi xwe ye. Ew fobiya ku bi destê dezgehên îstixbarata dewletên ku wan muxalifan bi xwe jî avakiriye, tê belavkirin. Welatên derdorê ji pergaleke wiha ditirsin û wekî gefekê li dijî desthilatiyên xwe dibînin. Lewre jî heta ji destê wan tê şerê wê pergalê dikin.

Di vê dema ku hem li Başûr hem li Rojava li dijî kurdan şerekî dijwar tê kirin û tecrîda li ser Serokê PKK’ê birêz Abdulah Ocalan bi rengekî dijwar berdewam dike, tu van her du mijaran çawa dinirxînî?

Tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan wekî beşekî şerê li dijî kurdan e. Birêz Ocalan, ji bo kurdan yek ji sembolên herî girîng e. Lewre jî dewleta tirk hewl dide ku zextên mezin li ser Ocalan bike. Em dizanin bi riya tecrîdkirinê, bi salan e nahêlin ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ew naxwazin ku gel û alîgirên Ocalan dengê wî bibihîzin. Li gorî wan bangan tevbigerin.

Bê guman dewleta tirk gelek caran şerên psîkolojîk li dijî kurdan dimeşîne. Ev tecrîd beşeke ji wî şerê psîkolojîk e ku li dijî kurdan tê meşandin. Wekî mînak gelek caran der barê rewşa Ocalan de nûçeyên wekî ku tenduristiya wî û rewşa wî ne baş e belav dikin. Ez wê yekê wekî parçeyekî ji şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan dibînim.
Li kêleka vî şerê psîkolojik, hem li Sûriyeyê hem li Iraqê bê navber li dijî kurdan şerê çekdarî jî dimeşînin.

Der barê hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê ya xurtkirina têkiliyên bi Misrê re tu çi difikirî? Sedemê van hewldanan çi ne? Niha ev hewldan di çi astê de nin?

Hewldanên hikûmeta tirk ên avakirina têkiliyên bi Misirê re mirov dikare di çarçoveya siyaseta wê ya pragmatîk û durû de binirxîne. Her wiha mirov dikare bibêje ku ji dema guhertina serokatiya DYA’yê û destpêkirina serdema Joe Biden ve, wekî tecrîdekê li ser rejîma AKP’ê heye. Lewre ew dixwazin bi riya başkirinan, têkiliyên xwe yên bi Misrê û hin welatên din ên Kendavê re xweş bikin. Bi vê yekê dixwazin hinekî piştguhkirin an jî tecrîda li ser xwe sivik bikin.

Em ji bîr nekin ku Joe Biden beriya ku bibe serokê DYA’yê ji bo vê rejîmê gotibû ku ew rejîmeke dîktator e û divê were hilweşandin. Lewre jî ew hewl didin bi riya Misirê deriyekî nû di têkiliyên xwe yên bi DYA’yê re vekin.

Ji aliyekî din ve têkiliya vê rejîmê bi rêxistina Ixwanê Muslimîn re jî li ser bingeha vê siyaseta wan a pragmatîk e, her du alî jî siyaseteke wiha pragmatîk di hemû têkiliyên xwe de dişopînin. Li gorî baweriya min ev rejîm nikare bi tu awayî têkiliya xwe ji Ixwanan bibire.
Di heman demê de Ixwan (Birayên misilman) jî nikarin têkiliyên xwe ji wan bibire. Her çendî ku niha hikûmeta tirk hin guhertinên şeklî dike û şert û mercê hin dezgehên wan ên çapemeniyê li Tirkiyeyê bi sînor dike jî, ev guhertinên biçûk û şiklî ne. Ne guhertinên bingehîn û jidil in. Bi gotineke din mirov dikare bibêje ku berjewendiyên her du aliyan li ser wan ferz dike ku têkiliyên wan berdewam bike.

Her wiha ev guhertinên şekilî ên wekî astengiya li pêşiya hin dezgehên medyaya Ixwanan ên ji Stenbolê tenê weşanê dikin tê nake ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Misrê de bikevin pêvajoyeke nû.