spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd ranebe aştî pêk nayê

Ji 20 salan zêdetir e Dayikên Aşitiyê ji bo aştiyek mayinde pêş bikeve têdikoşin. Kolan bi kolan bajar bi bajar ji bo aşitiyeke mayînde li ber xwe didin. Heta niha bi sedan endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin û girtin. Lê wan tu carî dest ji daxwaza xwe ya aşitiyê berneda û lêgera aştiyê bi israr didomînin. Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Hava Kiran, li ser 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cihanê ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî.
Endama meclisa Dayikên Aşitiyê Hava Kiran di destpêkê de diyar kir ku ew 12-13 sal in di nav Dayikên Aşitiyê de cih digire û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Dayikên Aşitiyê aşitî dixwestin û dibûn mertalên zindî ez tev li wan bûm. Heya niha dayikên aşitiyê ji bo xwîn nerije her tişt kirin. Lê dema em têne binçavkirin ji me re dibêjin ‘qaşo dayikên aşitiyê’ û dengê me nabihîzin.”
Hava Kiran da zanîn ku Dayikên Aşitiyê ji 20 salan zêdetir e ji bo aşitiyeke mayînde têdikoşin û wiha got: “Di destpêkê de me bang li hemû dayikên kurd, tirk, ecem kir. Me xwest dayik werin destê xwe bidin destên me. Me xwest vê xwînê rawestînin. Ji bo em vê xwînê bisekinînin em 24 saetan li kolanan bûn.”

‘Êşa dilê dayikan yek e’

Kiran bi bîr xist ku ew saziyeke civakî ya serbixwe ne û wiha got: “Heke dayikek aşitiyê bixwaze divê mirov rumetê bide wê. 9 sal bêrê me 9 rojan li çiyayê Heftanînê çadir vekir. Me got guleya ku li gerîla û polîsan dikeve bila li me bikeve. Me xwe kir mertalê zindî. Em 9 rojan li sînorê Heftanîn û Tirkiyeyê man û derbasi Silopyayê bûn. Em 3 rojan jî li wir man. Di meha remezanê de 300-400 dayik ji Silopyayê heya deriyê sînor meşiyan.”

Hava Kiran, destnîşan kir ku herkes dikare şer bike lê herkes nikare aşitiyê bixwaze û wiha axivî: “Me li perqa Koşûyolî çadir vekir. Em çûn Enqere û Stenbolê. Em ji bo aştiyê li hemû saziyên dewletê geriyan. Heke hêsirê çavên dayikeke hat xwarê bila yê dayikên din neyê xwarê. Êşa dilê dayikan yek e. Rengê hêsirê çavan tune ye. Em Dayikên Aşitiyê hurmetê didin hemû dayikan. Ji bo vê yekê em havîn û zivistan sal 12 meh derketin kolanan û me aşitî xwest. “

‘Hebûna me qebûl nakin’

Hava Kiran bal kişand ser jiyana hevpar û got: “Çima gelên dinyayê dikarin bi her reng û dengan bijîn, lê em çima nikarin? Çima zimanê me nayê qebûlkirin? Çima hebûna me nayê qebûlkirin? Em ji ezman nehatine. Xwedê Teala çawa ew anîn dinyayê em jî wisa anîn dinyayê û nav li me kir. Em nikarin bi zorê wan bikin kurd ew jî nikarin me bi zorê bikin tirk.”

Kiran anî ziman ku 15-16 sal berê bi dayikên leşker û polîsan re li Amedê civîyan û wiha axivî: “Wan jî piştî civînê xwestin Dayikên Aşitiyê biçin Bûrsayê. Lê Dayikên Aşitiyê hatin biçavkirin. Dayikên çûn Bûrsayê jî ew dayikên hatibûn Amedê nedîtin.

Hava Kiran destnîşan kir ku li 28 bajaran meclisên wan hene û wiha domand: “Dayikên polîs û leşkeran jî di nava me de hene. Em herkesî hembêz dikin. Ji bo zarokên me nemirin em destê xwe bidin hev. Heya hikûmeta AKP’ê neçe aşitî pêk nayê. Em ne li dijî gelê Tirkiyeyê ne. Em li dijî pergalê ne. Em heta saxbin em ê aşitiyê bixwazin. Hege aştî pêk bê, dê her însan bikaribe wek xwişk û birayan bijîn. Ev welat têra me tevan dike.”

Dayika Aşitiyê Hava Kiran diyar kir ku dewlet wan bi birçîbûnê terbiye dike û got: “Dibêjin tu nêzikê vê partiyê (HDP) bibe em ê te ji kar biavêjin. Di salên 90’î de gund vala kirin, gel birçî hiştin. Zarokên ku ew zilm dîtin îro çek hildane. Wan jî dixwest li welateke azad bi nasnameyeke azad bijîn. Her sal cenazeyên wan tên. Hinekan got ‘Ha qediya ha qediya’. Hinekan got ‘Em ê biqedînin’. Lê kurd naqedin. Kes kurdbûna xwe ji bîr nake. “

‘Heta tecrîd ranebe aştî nayê’

Kiran destnîşan kir ku heya tecrîd neyê rakirin aşitî nayê û ev tişt got: “Em dayikên aşitiyê dixwazin tecrîd rabe. Zarokên me girtî ne. Ji bo tecrîd bê rakirin xwe feda dikin. 3 sal berê çend cenaze ji girtîgehan derketin. Bila tecrîdê rakin da ku mirî ji girtîgehan dernekevin.”
Hawa Kiran bibîrxist ku Dayikên Aşitiyê 3 sal berê ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin çûn Enqereyê û wiha axivî: “Lê rayedaran li Enqereyê dayik binçav kirin. Li şûna dayikan pîroz bikin, ew binçav kirin. Zarokên dayikan girtî ne û di tecrîdê de ne. Em naxwazin kîna me li hember hev çêbibe. Em çiqas dibêjin aşitî ew awqas şîdetê zêde dikin. “

‘Yekitî ji nan û avê girîngtir e’

Kiran, têkildarî yekitiyê jî bang li Barzanî kir û ev tişt got: “Bila ew ji bavê xwe fedî bike. Ew ji bo berjewendiyên xwe tev digere. Helîkoptera Rûsya sînorê Tirkiyeyê derbas kir, Tirkiyeyê êrîşî helîkopterê kir. Lê tu destûrê didî Tirkiyeyê. We DAÎŞ’ê anî ser serê êzidiyan. Jinên wan li bazaran firotin. Hûn niha dewleta tirk datînin ser serê wan. Em wek Dayikên Aşitiyê banga yekitiyê dikin. Ji me re yekitî ji nan û avê girîngtir e.”

Kiran herî dawî wiha got: “Em wek dayikên aşitiyê 1’ê Îlonê li hemû jin û dayêkên kurd pîroz dikin. Hêvî dikin ku 1’ê vê Îlonê bibe wesîleya aşitî û wekheviyê, bibe wesîleya yekitiya gelê kurd. Em nebin yek em ê herin yek bi yek.”