23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tedbîr sist dibin!

Vîrusa koronayê (Covid-19) li tevahiya cîhanê bû krîzeke kurewî. Hemû qadên jiyanê xist bin bandora xwe, lê bi taybetî jî li ser aboriyê bêtir bi bandor bû. Ji ber vê yekê hefteya borî rayedarên dewletan krîza aboriyê kirin mijara sereke û nîqaşên sistkirina tedbîran anîn rojevê.

Rayedarên dewletan bi daxuyaniyên xwe dixwazin pêvajoya vîrusê asayî nîşan bidin. Her roj bi peyamên xwe serkeftinên xwe tînin ziman û wekî vîrus dibin kontrolê de ye. Bi daxuyanî û daneyan dixwazin tedbîrên hatine girtin yek bi yek ji holê rakin. Ligel hişyariyên Rêxistina Tenduristiyê Cîhanê (WHO) jî rayedarên dewletan bi biryar in tedbîran sist bikin. Niha rojeva sereke ya cîhanê rakirina tedbîran e. Tê diyarkirin, rakirina tedbîran dê rê li ber pêleke duyemîn veke.

Li gorî daneyan li Amerîka, Îtalya Spanya, Fransa û Îngilîstanê hêj jî rewş di xeterê de ye. Tirkiye jî heman xetereyê dijî. Bi taybetî jî welatên hejmara mirî û nexweşan li wan zêde ye dixwazin demildest tedbîran sist bikin.

Kargeh tên vekirin

Serokwezîrê Îngilîstanê destnîşan kir ku niha li welat rewş asayî ye. Di nav vê hefteyê de dibistan dê bên vekirin û faaliyetên aboriyê bên destpêkirin. Li Îtalyayê, dê bi 4 merheleyan tedbîr bên sistkirin. Di serî de înşaat, fabrîkayên xwarin û vexwarinê bên vekirin, park dê bên vekirin. Dîrokên vekirina maxaze, restorant û kuafor jî hatin aşkerakirin. Li Spanyayê jî gelek kargeh, sektora înşaatê û fabrîka di 14’ê nîsanê de dest bi kar kiribûn. Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump li dijî krîza aboriyê behsa rakirina tedbîran kiribû, lê ev bi tundî hat rexnekirin. Li Fransayê jî rakirina tedbîran di meclisê de hat qebûlkirin û dê di 11’ê gulanê de kreş, dibistan, kargeh û mexaze bên vekirin.

Tirkiye, Îran û Iraq

Welatê herî zêde vîrusê bandor lê kiriye Îran e. Ligel rîska mezin gelek qedexeyên li welat hatin rakirin. Qedexeya geşt û gera di navbera bajaran de hat rakirin. Lê tenê restorant, kafe û cihên sporê nehatin vekirin. Her wiha heman sistkirina tedbîran li Iraqê jî pêk hat. Li Tirkiyeyê jî dê bi 3 merheleyan tedbîr bên sistkirin. Di serî de ji bo sektora turîzmê tedbîr bên sistkirin, qedexeya hatin û çûyîna 30 bajarên mezin bê rakirin. Kuafor, restorant û kafê dê bi sînorkirî bên vekirin. Tenê mexazeyên di nav  Navendên Danûstandinê de dê bên vekirin. Her wiha qedexeya derketina derve dê heta 28’ê gulanê bidome û piştre tedbîr bên sistkirin.

Rewşa Kurdistanê

Li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li gorî derfetên xwe tedbîr girtin. Li bakur û rojhilatê Kurdistanê daneyên vîrusê ji hêla dewletan ve bi zelalî nehatin aşkerakirin û di xizmetan de cudakarî hatin kirin. Li Başûr jî hikûmeta heremî demildest biryara qedeqeya derketina derve girt, lê bi hinceta krîza aboriyê heye mûçeyên kedkarên tenduristiyê û mamosteyan nehat dayîn ji ber vê yekê biryara boykotkirinê hat dayîn. Esnafên herêmê jî daketin qadan û banga alîkariya aborî ji hikûmetê kirin. Her wiha li Rojava jî tedbîrên hatin girtin didomin.

Şewb hê jî nehatiya kontrolkirin!

Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî bi nexweşiyê ketin. Ji hêla rayedarên dewletê ve hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê piştî cejnê dê rewş asayî bibe û dê tedbîr bên sistkirin.  Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) bijîşk Bulent Nazim Yilmaz, anî ziman, divê li gorî dane û çavdêriyên zanistî nêzîkê mijarê bibin û got: “Me gelek caran ji wezareta tenduristiyê daneyên zanistî xwestin. Lê me encam negirt. Der barê şewbê de agahî nedan me. Divê li gorî bajar, temen, kesan agahiyên zelal bên dayîn. Dibe li Stenbolê şewb hatibe sînorkirin. Lê ji bo bajarên din dibe ne wisa be! Divê mirov di vê mijarê de sist tevnegere û dev ji tedbîran bernedin. Ez plana hikûmetê ya piştî cejnê pêk bîne rexne dikim. Ji ber mirov nikare bêje şewb hatiye kontrolkirin. Heke pêvajo sist bibe dê dîsa şewb belav bibe.”

Çapemenî bû hedefa hikûmetan 

Di pêvajoya vîrusa koronayê de qada çapemeniyê jî wekî hemû qadên din di bin rîskeke mezin de ye. Li tevahiya cîhanê qadên çapemeniyê li gorî derfetên xwe tedbîr girtin û xebatên xwe domandin. Hin xebat bi komên biçûk li cihên kar û hîn xebat jî li malê hatin domandin. Di vê pêvajoyê de barê herî giran li ser milê rojnamegeran bû, ji ber di bin şertên ne baş de hewldan rastiyê ragihînin.

Çapemeniya muxalif û azad li tevahiya cîhanê ji hêla hikûmetan ve bi zextan re rûbirû man. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), der barê mijarê de raporek aşkera kiribû. Di raporê de ev dane hatibûn parvekirin: “Di nav 180 welatan de Çîn di sansurkirina nûçeyên der barê vîrusê de di rêza 177’an de cih girt, her wiha di pêvajoya vîrusê de jî 100 rojnameger li Çînê hatin girtin. Îran jî di rêza 173’yemîn de cih digire û çapemenî bi zextan re rûbirû ma. Rojnamegerên der barê rewşa girtîgehan de nûçe çêkirin jî hatin girtin. Brezîlya jî di rêza 107’an de cih digire û hikûmet di vê pêvajoyê de helwesteke tund nîşanî çapemeniyê da. Li bakurê Koreyê der barê vîrusê de heta niha tu çapemenî agahiyek jî nedaye, ev tişt jî asta zextan nîşan dide. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye, çapemeniya muxalif hat astengkirin, der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin.”

Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Presse Embleme Campegne (PEC), navenda wê li Cenevreyê ye, daxuyaniyek da û diyar kir ku li gelemperiya cîhanê ji ber vîrusa koronayê di nav 2 mehan de zêdeyî 55 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane. Sekreterê giştî yê PEC’ê Blaîse Lempen, destnîşan kir ku hin hikûmet bi hinceta vîrusa koronayê bêtir mafê azadiya çapemeniyê binpê kir.

Tirs ji vîrusê bi bandortir e!

Belavbûna vîrusa koronayê û pêvajoya îzalasyonê li ser derûniya civakê bandoreke neyînî kir. Derûnînas Duygu Berekatoglu, li ser bandora îzalasyonê ya li ser civakê wiha şîrove kir: “Îzalasyon bandorê li ser derûniya mirovan dike. Ji bo em van bandoran lewaz bikin pêwîstiya me bi hev heye. Şewba koronoyê di jiyana me de guherînên mezin pêk anîn. Di jiyana rojane de tiştên em fêr bûbûn hemû hatin guhertin. Em hê jî fêrî van guherînan nebûne. Her dem di heman cihî de mayîna bi heman kesan re, bi demê re dibe sedama bêhntengbûn û pevçûnên mezin jî. Lê divê em rewşa heyî qebûl bikin û bikevin ferqa hinek tiştan. Lê divê em xwe tenê hîs nekin. Di vê pêvajoyê de tirs ji vîrusê bi bandortir e. Dema em van hestan kontrol nekin wê bi hêsanî veguherin panîkê. Kesên derdorê bandorê li ser derûniya me dikin, lê divê mirov bi xwe çareseriyan bibîne.”