Rojnameya Heftane

Tedbîrên trajîkomîk

Piştî zêdebûna pêketiyên koronayê, li Tirkiyeyê tedbîrên trajîkomîk hatin girtin. Yek ji van tedbîran jî qedexeya saetên derketina derve ye

Navenda Nûçeyan

Bi Kovîd-19’ê ya salek berê ji Çînê belav bû û hemû cîhan xist bin bandora xwe, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wek pandemiyê ragihand. Li gorî rêjeyên herî dawî yên hatine parvekirin niha li ser rûyê cîhanê nêzî 56 milyon û 245 hezar kes bi koronayê ketine û nêzî milyonek û 350 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî serokwezîrê tenduristiyê yê Tirkiriyeyê heta niha 430 hezar kes bi koronayê ketine û 11 hezar û 943 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi demsala payîzê re hejmara pêketiyan roj ji roj zêdetir bûn. Bi vê yekê ve girêdayî jî li tevahiya cîhanê tedbîrên der barê koronayê de berfirehtir bûn. Der barê rewşa Kovîd-19’ê ya dawî û tedbîrên ku li tevahiya cîhanê tên girtin de em bi endamê konseya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya re axivîn. Yerlîkaya diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêvajoya nexweşiyê ne li gor zanistê lê li gor berjewendiyên rayedaran tên tê birêvebirin.

Saziyên sivîl bifikar in

- Advertisement -

Dr. Halîs Yerlîkaya da zanîn ku daneyên pêketiyên vîrûsa koronayê yên li gelemperiya cîhanê, bi taybetî jî Tirkiyeyê, ji rastiyê dûr in û wiha got: “Hejmara nexweşan ji van daneyan deh caran zêdetir e û ji raya giştî re nayê gotin. Ev hejmar hem li cîhanê jî hem jî li Tirkiyeyê her diçe zêdetir dibe. Ji bo ku temas hê jî di nav civakê de pir e û tedbîrên tên girtin kêm in bi zivistanê re dê zêdetir bibe. Ji bo vê yekê jî em wek saziyên sivîl bifikar in ku ne li Tirkiyeyê ne jî li ser rûyê cîhanê mirov nikare qala kontrolê bike. Wisa xuya dibe ku li her dera cîhanê dê rêje zêdetir bibe.”

Tedbîrên li gor berjewendiyan

Yerlîkaya bal kişand ser cudahiya tedbîrên di navbera Rojhilata Navîn û rojavayê cîhanê de tên girtin û ev tişt anî ziman: “Li Rojhilata Navîn ev pêvajo ne li gorî zanistê, li gor berjewendiyên rayedar û desthilatan tên girtin. Bi taybetî jî li welatên wek Tirkiyeyê ev pêvajo ne li gorî tenduristiya gel, li gor desthilatê hîn zêdetir çawa xwe xurt bike û bandor li ser aboriyê çênebe, tevdigerin. Rengê polîtikayên li gorî zanistiyê ne li gorî tenduristiya gel li gorî berjewendiyên aboriyê tevdigerin. Cudahiya herî mezin jî ew e. Ev pêvajo nayê wê wateyê ku tenê li nexweşxaneyan mirov nexweşan derman bike. Hewce ye pêşiya nexweşiyê were girtin ku hejmara nexweşan jî kêm bibe lê em nêzîkatiyeke bi vî rengî di nav tedbîrên Rojhilata Navîn de nabînin. Helbet li rojavayê cîhanê ev kar bi awayekî birêkûpêktir tê meşandin. Ya din jî li rojavayê cîhanê yên vê pêvajoyê didin meşandin û der barê tenduristiyê de biryaran didin saziyên serbixwe ne û rayeder jî li gorî biryarên wan tevdigerin. Tevlîbûna saziyên bijîşkan, saziyên tenduristiyê û sendîkayan a tevlîbûna civakê bixwe jî zêdetir e. Yanî tedbîran ne li gorî serê xwe li gorî zanistê û encamên van saziyan ên zanistî tên girtin. Bi zelalî vê pêvajoyê dimeşînin lê belê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Tirkiyeyê wek desteya şêwirmendiyê ya navendî heye. Ew kesên zanist ne bi serê xwe ne. Tenê wan biryarên ku digirin çiqasî bikêr tên ev yek jî ne diyar e. Li van deran gel tê sûcdarkirin û tewanbarkirin. Dibêjin gel destê xwe neşûştiye û maske nade ber devê xwe û ji bo vê jî hejmar zêde dibe.”

Hin tedbîrên trajîkomîk

Di axaftina xwe de Yerlîkaya diyar kir ku bi taybetî tedbîrên li Tirkiyeyê tên girtin ne li gorî tenduristî û zanistê, tedbîrên rojane ne û wiha domand: “Bi rastî jî ew tedbîrên ku li Tirkiyeyê tên girtin ne li gorî tenduristiyê ne, rojane tên girtin û ne li gorî zanistiyê ne û her wiha ne li gorî saziyên yekitiya bijîşkan e ku ji bo tenduristiyê li ber xwe didin. Dixwazin di nav civakê de fikra xwedêgiravî vaye em di vê pêvajoyê de baş dimeşin û em serkeftîn e belav bikin. Ji ber vê yekê jî gelek tiştên trajîkomîk derdikevin pêşiya me. Wekî li cihê vekirî qedexekirina cixareyê; biryareke wisa dê bandoreke bi çawa bike? Hin biryarên tên girtin sedemên wan çi ne, ji bo çi em nizanin! Mînaka din dibistan li ser kîjan encaman hatin vekirin û careke din li ser kîjan encaman hatin girtin? Em vana nizanin. Tedbîrên qedexekirina derketina derve ya piştî saet 8’ê êvarê jî pêşî li belavbûna koronayê nagire. Tedbîrên polîtikayên bi vî rengî bi rastî jî dê serkeftinekê neynin. Serkeftineke di vê mijarê de encax li gorî zanistê û bi tevlîbûna civakê pêkan e. Yanî li gorî daxwazên civakê mirov tevbigere. Ji kesên karker, kesên xizan û kesên debara mala xwe dikin hewce ye piştgiriya aborî û civakî bide wan ku xwe ji nexweşiyê biparêzin.”

‘Divê civak xwe biparêze’

Dr. Halîs Yerlîkaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tedbîrên ku civak xwe bi xwe dikare bigire û wiha got: “Hewce ye gel di warê parastina xwe ya ji nexweşiyê gelek hişyar be. Wek tê xuyakirin, li hemû deverên cîhanê jî desthilatdar li tenduristiya civakan nafikirin. Wê deme jî gere em bixwe li tenduristiya xwe bifikirin. Ev ne tiştekî wisa ye ku mirov piştguh bike. Ev demeke dirêj e, her çi qas şert û mercên debara malê zor û zahmet bin jî hewce ye em tedbîrên xwe bigirin. Kesên nîşaneyên nexweşiyê bi wan re hene, hewce ye tavilê testa xwe bikin. Ji bo nexweşî belav nebe tespîta zûtir pir girîng e. Jixwe xuya ye ku li cîhanê dê di demeke nêz de aşî neyê dîtin. Dema em li Tirkiyeyê dinêrin niha qala dîtina aşiyê tê kirin lê derfetên wê yên ji bo aşiya grîbê hê tune ne. Pêdiviya wê bi 30 milyon doza derman hebû lê tenê milyon û nîvek anîbû. Yanî ji her awayî ve barê xweparastina ji nexweşiyê li ser milê civakê ye û hewce ye her kes piştgirî bide hev û xwe biparêzin.”