25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tedros: Ewropa bûye hêlîna Covîd 19’yê

Li gorî daxuyaniya Saziya Tenduristiyê ya Navnetewî ji ber ku di dema dawî de xelk serbest tev geriyane û zêde guh nedane tevdîrên li dijî  şewba Covîd-19 dîsa li gelek deveran şewb belav dibe.

Saziya Tenduristiyê bal kişandiye ser derziyên Covîd 19 û anî ziman ku ev derzî ji sedî 40 pêşiya belavbûna vê nexweşiyê digirin. Gerînendeyê Giştî yê Saziya Tenduristiyê Tedros Adhanom anî ziman ku Ewropayê bûye hêlîna belavbûna Civîd 19 ji ber ku xelkê wê êdî serbest tevgeriyane û guh nedane rêbazên parastina ji vê nexweşiyê.

Adhanom têkildarî şewbê wiha got: “Hefteya borî li cîhanê û Ewropayê ji sedî 60 kesên mirin ji ber şewba Covîdê bû.”

Ev jî dide xuyakirin ku şewba Covîdê ji nû ve Ewropayê daye ber pêlan û wekî lehiyê li wir belav dibe û diherike.