Yekşem, Hezîran 13, 2021

Tehma xwê

Nizanim bi we jî wisa ye, yan na!

Tehma şoriyan cur bi cur e;

şoriya tirşiyê, ya sûravkê, ya dew, ya mirtoxê…

Ez ji şoriyê aciz nabim, şorkirina peyv û helwestê ne tê de, ji şîranî, ji tirşî, ji tehlî, ji tûjiyê jî… Ji her cure tehmê hez dikim. Rewşeke awarte!

Lê nizanim çima, cihê tehma xwê ya şoriya wê li cem min cuda ye, bi awayekî derasayî… nizanim hûn çawa nin!
Wexta em zarok bûn, ava behcana tunebû, diya me rûnê nîvhişk an jî sîravk di ser nanê me dida û em dibeziyan lîstikan. Helbet rûnê nîvhişk bi destên her kesî nediket, dima sîravik, lê tehma wê çiqasî xweş bû. Tenê ez vê bibêjim; sîravk, binmayîna kelandina rûnê malê ye, nîvhişk bi xwê tê kelandin, rûnê malê bi ser dikeve, xwê û rûnê binî bi dilînî hevdipêçin nav êdî sîravk e.

Paşê ew ê mirtoxe derkeve, li ser mîrata wî rûnî, lê mirtoxe bi xwelêpêçana ardê qelandî, ji sîravkê vediqete, lê pir dişibin hev, ji aliyê tehmê ve… Ha mirtoxe jî ne hindik e ha… dijbera li hemberî xwe naxwaze, dîlberek wilo nazenîn!
Ez ê serê we biêşînim.

Ku mirov tehma jiyana xwe ranexe berçavan, belkî mirov ji hebûna xwe fêhm neke. Wek ku mirov ji sosyaliya civaka xwe, ji tarîxa malbata xwe ya gelê xwe bi dûr be, dê wisa fêhmkirina hebûnê her tim kêm, bêkes, stûxwar û qels be…

Xwê, têkildarî “xwe”, “ruh”,“xwêdan” “derûnî” û “hebûnê” ye. Li aliyekî din, bêxwêtî dibe sedema qelsiya hestî û anatomiya candaran û mirovan, dawiyê ku mirov gihaşt û pê ve zêdeya wê xetere ye, yanî xwê ne tiştekî ji rêzê ye.

Îca “xwê-xwe-xwebûn” hîmê asasî yê hebûnê ye, masûlkê pişta mirov e ku mirov dike “xwe” û dikaribe bi “xwebûnê” têkeve nav civak û jiyanê. Yanî bi wê mirov dibe “kes” û tev li civakê dibe bi îradeya xwe…

Belê, ez wisa difikirm. Wekî din, neqandin e, bijartin e, tercih e…

Dema ku beden dibetile “xwê”ya zêde tavêje tev li avê û dibe “xwêdan” mirov rihet dibe, bêhn li mirov fireh dibe. Ê ma tehma xwêya xwêdanê, ew şoriya xwêdanê çiqas xweş û biekl e! Ku xwêdan ji eniya mirov diherike devê mirov, lêv wek ku ji tîbûnê bifilite, wek ku nehne bi qirikê keve. Tew xwêdana bedena yarê ya navbera her du memikan! Hayho..! Tehma xwê wê demê tehma jiyanê ye. De va hişê min çû! Biborin.

Gelo we di qelqija nav rojê de palehî kiriye, palehiya ceh, genim an jî nîskan… geh bi dasa palehiyê, geh bi destan, dest ji modernîteya niha berdin, hebikî herin beriya wê… ku berê dawîn ê selawatan be, kêf kêfa we ye, lewra paleyî diqede û xwêdan wek şirika biharê diherike, ha ev tehma kedê ye. Rewş di her karî de wiha ye, geh li sê compîturê geh di ewrazekî çiyê de, xwêdana bedenê ya kedê afirînereke û tehma di binê zimanê mirov de wek şîraniya bihuştê ye, tehma hebûnê bixwe ye.

Nizam hûn li çol û çiyayan an li mêrg û peyarêyên bajaran meşiyane, belê, mitleq… li pey pez, li pey neqlên qût, an jî karwanek, karwanekî rêdûr, rê çi be, lê dem jî awarteyek e, em bibêjin hûn di taveheyvekê yan jî di bin hûrbaraneke biharî bi refeke gerîla re di meşê de ne! Û meş naqede, nav qolincên we wek Çemê Bûnisra ye, diherike xwêdana ku bedenê sivik dike, diherike û ber bi armancê difirîne. Bêhna vê xwêdanê bêhna evînê ye, naqede, kevn nabe wek parfûm-lewanteya herhebûna abadîne.

Ger we şivanî kiribe, an jî li gund jiyabin hûn ê baş fêhm bikin ku tehma xwêya ser tehtikan ji pez, nexasim ji peza reş re tê çi wateyê û çiqas bi tehm e. Nifşê min destana “kotan” an jî wek filma Yilmaz Guney “Kizilirmak-Karakoyun; Mîha Reş û Çemê Sor” ku bi ya min hatiye erzankirin, lê wê sahneya ku Şivan bi pez re sê rojan xwê-xwêya ziwa dixwar û bendewariya hêviyê pir balkêş e, bi bîr bînin û di derûniya min de zîl daye bûye qorziyek dilê min. Nayê jibîrkirin ku di girtîgehê de em diketin Greva Birçîbûnê û xwarina xwêya ziwa qedexe bû, divê ava şor bihata vexwarin, lê min guh nedida wê ceger parçe bibe, bila parçe parçe bibe, bibe cegera bixwîn-Cegerxwîn- her û her xwêya ziwa li ser lêvên min bû û bi min pir xweş, mehdê min qet nedixeliya, jixwe ku xwê hindik bihata bikaranîn serêşê mala me xera dikir, nexasim ku “şîq-mîgren” hebûya û her bijî cegera min jî piştî sih salî hê wek xwe berê, saxlem. Nizanim çi navî li wê tehmê bikim û bandora girêdana hêviyê hê jî wek evîndarekî xeşîm ku dilê wî çargopal e li benda qîzika bedew û nazenîn e, sorûmor im. Hê ji xwêya ziwa hez dikim heçkû ji gurcikan re ne baş e jî, gurçikên min birîndar in, bi pirsgirêk in, pirgirêkek ji çel salî wêdetir, lê xwe nagirim car carinan wek ku berê xwe bidim evîndarê, wê tehmê diceribînim.

Divêtiya xwê û jiyanê ne hewceyî pênasekirinê ye, lê dixwazim ji bo vê jî çend xalan parve bikim. Li herêma me, tişta herî qenc ku mirov bibe ser ziyaretan nan û xwê ye. Ne ziyaret bi tenê warnî wek nîvpîroz jî wisa. Li cem me “Kevirê Mîzê” heye li tenişta rê; mirov an heywanên ku mîz di wan de diesire, diçin sê caran li dora wî kevirî digerin, qaşo çêdibin û nanekî û hinek xwê dixin “qulek” wî kevirî, qula wî bilind bû, em zarok bi zorê digihîştinê û her tim nanek û hinek xwê tê de peyda dibû, rêwî yan birçiyan bi wan îdare dikir. Dîsa li tenişta heman rêyê (Rêya Dengiza-Stewrê) li serê girekî kevirekî qul hebû, jê re digotin “Piyê Şerko” nizanim çi wateya wê heye, lê her tim nanek û hinek xwê di wir de jî peyda dibû, xwedêgiravî hinekan li ser derdekî xwe ew “qewl” dikir. Welhasil xwê û nan pîrozî û hewcedariya pêşîn ên jiyanê ne ligel avê. Îca ev meseleya “nan-xwê” ketiye gotinên pêşiyan an jî biwêjan, nexasim ji bo bexîlî û bêwefatiyê tê bikaranîn;

“filankeso/ê bê “nanxwê” ye”,
“filankeso/ê bi “nanxwê” ye”,
“nanxwêya wî/wê li ser çoka wî/wê ye”,
“ê de lawo nanê me bêxwê ye, kî nanê me dixwe, xerabiyê bi me dike! Qenciyê zû ji bîra dike!”
“birînê bi xwê bikewînin!”
“min xwê danî ser birîna xwe”,
“nanû xwêya miriya belavbikin”,

û her wiha…

Di serdema van 40-50 salên dawî de ku wek çalakiyek siyasî “Greva Birçîbûnê-ya Mirinê” her dem di rojeva civakê de ye, girtiyên ku ji canê wan pê ve tiştekî ku bidin namîne ku doza mafên xwe yên “însanî-siyasî” dikin, dikevin vê rê ye û “xwê” her dem li nik avê xala sereke ye ku tê bikaranîn. Tehma wê her dem tehma “mirin û jiyanê” ye, nahêle hişê mirov here… her çiqas li qadên bilind ji bo zeîfbûnê û bedenek nazik a lihevhatî wek neyar tê dîtin jî, li vê çalakiyê dosteki qedîm e.

Girêdayî vê em şehîdên “14 Tîrmeha 1982’yan” ên Zindana Amedê û herî dawîn parêzer Ebrû Tîmtîk bi bîr tînin ku gihîştin nemirinê.

Min got, ‘tehma xwê’ li ber dilê min bi her rewşên jiyanê re, wek tehma jiyanê ye; lê em zêde “şor” nekin!