24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkçûna faşîzmê û qudreta tevgera azadiyê

Îqtîdara AKP-MHP’ê bi lez têk diçe. Her çiqas mijar wekî qeyrana aborî bê dîtin jî mesele ne qeyrana aborî ye. Qeyrana hebûn û nebûnê ya faşîzmê ye. Pergala dewleta tirk bi tevahî têk diçe top davêje. Sazî û pîvanên wan ên ji dema Kemalîzmê mane yên faşîzane jî vegeriyane şane û yekîneyên mafya, tecawiz û talanê.

Faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî mezinbûn û pêşketina Tevgera Azadiyê ev deh sal in bênavber êrîş dike. Di van êrîşan de ligel hemû derfetên dewleta tirk, piştgiriya muxalefeta tirk jî girt. Ji CHP’ê bigire heta ÎP’ê û heta hemû partiyên din ên biçûk û mezin. Heta piştgiriya mafya, çete û tecawizkarên tirk jî heta dawiyê li hemberî Tevgera Azadiyê bikaranî.

Heta piştgiriya hevkarên kurd ên li Bakûr, Başûr û Rojava jî girt. Hevkarên kurd jî ji bo xwe ji xezeba faşîzma tirk biparêzin bûn piyonên faşîzmê û êrîşî Tevgera Azadiyê kirin. Heta ji faşîzma tirk zêdetir bawer kirin ku dê Tevgera Azadiyê ji hêla dewleta tirk ve bê qedandin.

Bi propagandayek Gobelswarî îdîa kir ku dê di nava çend mehan de Tevgera Azadiyê biqedîne. Ji bo ku li Sûriye, Îraq û Lîbyayê bi cih bibe û cardin pergala Osamanî-Turanî ava bike, li ser vî esasî bi hemû hêza xwe di çarçoveya şerê topyekûn de êrîş kir.

Gelek partî, hêz, derdor û dewletan ji vê propgandaya faşîzma tirk bawer kir. Di van deh salên dawiyê de kesî nexwest derkeve pêşberî wan û bi wan re şer bike. Êrîşî Sûriye, Lîbya, Iraq, Ermenistanê kir. Koçber li hemberî Ewropayê bikar anîn, li Derya Spî Ewropa tehdît kir. Lê kes derneket pêşberî wan.

Faşîzma tirk ji vê yekê hêz û moral girt û xwe wekî dêwan hesiband. Hat wê astê ku xwe wekî hêzek kûrewî bihesibîne. Bi teknîka şer a ji dewletên biyanî kirîn, balefirên keşfê montekirin û êrîşên li hemberî Tevgera Azadiyê derxistin asta herî jor. Hem bi xwe bawer kir ku Tevgera Azadiyê qedandiye hem jî bi gelê tirk, hevkar û xayînên kurd û dewletên biyanî da bawerkirin.

Li hemberî faşîzma tirk ji bilî Tevgera Azadiyê tu hêzan şer nekir. Heta ji bo xwe ji faşîzma tirk biparêzin, li hemberî Tevgera Azadiyê piştgirî dan faşîzmê. Çawa faşîzma tirk îdîa kir ku dê Tevgera Azadiyê biqedîne, Tevgera Azadiyê jî wisa îdîa kir ku dê faşîzma tirk ji holê rabike. Ev deh salên dawiyê bi vî şerê man û namanê derbas bû.

Di vê pêvajoyê de Tevgera Azadiyê bedelên giran dan. Li hind deveran windahiyên wê jî çê bûn. Bi taybetî hevkariya PDK’ê bû sedem ku li Başûr pêşengên gelê kurd ên nirxbuha jiyana xwe ji dest bidin û dagirkeriya tirk li hind deverên Başûr bi cih bibe. Hêj niha jî êrîşên topyekûn ên faşîzma tirk didomin.

Lê di encama vê pêvajoyê de îro kes behsa tunebûn û têkçûna Tevgera Azadiyê nake. Ne mimkûne bike jî. Ji ber ku li hemû qadên berxwedanê û parçeyên Kurdistanê, li dehan welatan ji her demê zêdetir zindî ye, li ser piyan e û li berxwe dide. Îdîaya faşîzma tirk a wekî, “Em ê di nava sê mehan de PKK’ê biqedînin, kes nikare navê wê bi lêv bike” vala derket.

Bes îro faşîzma tirk li ber sekeratê ye. Dewleta tirk jî bi faşîzma tirk re li ber sekeratê ye. Ketiye nav çalek heriyê ya bêbinî û nizane ka dê çawa jê derkeve. Bi ji bo şerê li hemberî Tevgera Azadiyê yê di van deh salên dawiyê de dewleta tirk herî kêm pêncî sal paşve çû. Pêşeroja civaka tirk ji bo pêncî salan hate firotin û îpotekkirin.

Niha di hundirê Tirkiyeyê de muxalefet amadekariya îqtîdarê dike. AKP-MHP her roj zêdetir dihele. Baweriya kesan êdî bi îdîayên faşîzmê nayê. Herkes ji derûdora AKP-MHP’ê direve û dixwaze pêşeroja xwe garantî bike. Li derve jî dewletên nexwestin derkevin pêşberî faşîzma tirk niha biryar li ser biryarê der barê faşîzmê de digirin.

Hem hêzên hundirîn ên Tirkiyeyê û hem jî hêzên derveyî li benda têkçûna AKP’ê ne. Hemû hêz dizanin ku êdî xilasiya AKP’ê tune ye. Hêza faşîzma tirk di şexsê AKP-MHP’ê de anî vê astê Tevgera Azadiyê ye. Berxwedan û têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û welatên cîhanê hatî dayîn, bi tekçûna faşîzmê encam bû.

Qudreta Tevgera Azadiyê cardin derket holê. Piştî faşîzma DAÎŞ’ê faşîzma tirk jî perçiqand û têk bir. Ji bilî Tevgera Azadiyê tu hêz û dewlet nikarin îdîa bikin ku di têkbirina faşîzma tirk de xwedî bandor in. Tenê Tevgera Azadiyê dikare bi şanazî bibêje ku di nav deh salan de mirovahî ji du faşîzman rizgar kir.

Lê hêzên deh salan di vî şerê xedar de bêdeng mabûn, dem dem piştgirî didan faşîzma tirk, niha jî li pey berjewendiyan e. Dixwazin ji têkbirina vê faşîzma bêexlaq sûd wergirin û ji xwe re parê derbixin. Nirxên Tevgera Azadiyê bi têkoşîn, berxwedan û bedelên giran derxistîn holê, bikin malê xwe.

Bi vê ji bo vê divê gelê kurd şiyar û baldar be. Bizanibe xwedî li têkoşîn û berxwedana xwe, meznahî û qudreta tevgera xwe derkeve. Ev serkeftin bi qudreta Tevgera Azadiyê, bîr, bawerî, wêrekî û fedakariya wê pêk hat. Bêguman Tevgera Azadiya Kurdistanê tê wateya hemû gelê kurd. Nîşane û sembola hemû gelê kurd e. Rûmet û serbilindiya kurd û Kurdistanê ye.

Mixabin di vî warî de gelek kêmasî xuya dikin. Wekî ku faşîzma tirk ji hêla hêzên derveyî ve hatiye zeîf kirin, mixalefeta tirk a ji CHP, ÎP û hind partiyên din pêk tê têkoşiya ye, tê dîtin. Lê ku bê bîra me, heta duh jî CHP, ÎP û partiyên din li hemberî Tevgera Azadiyê piştgiriya faşîzma tirk dikirin. Heta îro jî dema kurd dibin mijar li ser heman xetê ne.

Bi taybetî kurdên demek dirêj e di nav partiyên dagirkeran de mayîn, aliyê wan ê kurd û Kurdistanî, welatparêzî zeîf, berjewendiyên xwe li pêşiya nasnameya welatparêziyê digirin, hewil didin derbasî CHP, ÎP û partiyên bermayên AKP’ê yên wekî DEVA û Gelecekê bibin. Ev şaşîtiyek dîrokî, nankorî û xwe nezanîn e.

Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya deh salên dawî nîşan da ku bêyî îradeya gelê kurd û partiya wê kes nikare li Kurdistanê bibe serwer. Heta ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî nikare bibe xwedî bandor. Wekî DAÎŞ’ê faşîzma AKP-MHP’ê jî xeletiya xwe ya herî mezin bi êrîşkirina Tevgera Azadiyê kir.

Çûyîna herduyan jî bi destê Tevgera Azadiyê çêbû. Ji niha pêve jî kîjan partî û hêz dibe bila bibe, tu hêzek li hemberî Tevgera Azadiyê bikaribe xwe li ser piyan bigire tune ye. Tu hêz nikarin hem li hemberî gelê kurd, partiya gelê kurd şer bike û hem jî bikaribe li ser piyan bimîne.

Dewleta tirk jî partiyên wê yên faşîst jî ku bixwazin li ser piyan bimînin û li Rojhilata Navîn xwedî bandor bin, divê ji berî her tiştî îradeya gelê kurd nas bikin. Ji xeynî qebûlkirina Tevgera Azadiyê û gelê kurd, ne mimkûn e ku li ser piyan bimînin û serbikevin. Êdî li Kurdistanê rastiyek nû heye. Rastiya Tevgera Azadiyê.

Mafê her kurdekî heye ku bi Tevgera Azadiyê şanaz û serfiraz be. Bi ser bilindî dikare bêje, “Bêyî me kes nikare li Rojhilata Navîn li ser piyan bimîne” û bi vê xwebaweriyê li nasname, welat, çand, ziman û tevgera xwe derkeve. Heta tevgerek weke Tevgera Azadiyê hebe jî divê tenezûlî partiyên faşîzan ên tirk û partiyên hevkar ên kurd nekin.

Qudreta Tevgera Azadiyê ji her tiştî re bes e. Ev qudret şanseke hezar salan carekê dikeve destê gel û civakekê. Bi saya serê Tevgera Azadiyê ev şans ket destê gelê kurd. Her kurdek divê hem bi vê şanaz be û hem jî xwedî lê derbikeve. Pêwist e bênavber behsa vê serkeftina xwe bike û destûr nede ku kes vê serkeftina bi bedelên giran hatiye bidestxistin, bidize.