20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkildarî bûyera li Metînayê agahiyên nû

Li Metînayê di encama êrîşê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. Her çiqas PDK têkildarî êrîşê gerîlayên HPG’ê sûcdar bike jî têkildarî teqînê agahiyên nû  tên bi destxistin. Hinek pêşmergeyên birîndar û çavkaniyên herêmî ragihandin ku teqîn ji ber êrîşeke hewayî ya balafirên bê mirov pêk hatiye. HPG’ê jî xwest ji bo bûyer were lêkolînkirin komîsyonek were avakirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê hêzên pêşmergeyan ên çûbûn herêma Metîna û di seyareya wan de teqîn çêbibû, beriya ku biçin agahî daye artêşa tirk ku diçin wê herêmê, lê piştî çûne wir balafirek bê mirov a dewleta tirk li seyareya wan xistiye. Çavkaniyan gotin ku pêşmergeyekî birîndar ev agahî piştrast kiriye û gotiye Tirkiyeyê xwestiye bi vê yekê fitneyê derxîne.

Li aliyê din PDK’ê bi daxuyaniyekê HPG tawanbar kir û qet behsa êrîşên dewleta tirk nekir. Di vê dema ku li ser bûyerê nirxandin û bangên cuda tên kirin de, ji herêma Behdînan agahiyek nû hat bidestxistin. Çavkaniyek pêbawer ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide, zanyarî dan Rojnews.

Li gorî zanyariyên çavkanî, hêzên pêşmergeyan beriya ku di 5’ê hezîranê de biçin herêma Metîna  bi rayedarên dewleta tirk ên li baregehên Amêdiyê û Bamernê re axivîne. Rayedarên pêşmergeyan ji artêşa tirk re gotine ku ew ê biçin herêmê û bendek ava bikin. Rayedarên pêşmergeyan detay û cihên ku dê biçinê jî vegotine û ji wan re gotine, “Em diçin bila haya we hebe, ji bo ku hun êrîş nekin.” Ligel hişyariyan êrîşa dewleta tirk pêk hat û tê gotin ku dewleta tirk dixwaze bi vê êrîşê ve kurdan bîne li hemberî hev.

PDK gel arasteyî MÎT’ê dike

Li aliyê din ji aliyê artêşa tirk ve gund û deverên ku hatine valakirin tê talankirin. Darên tên jêkirin, bi kamyon û traktoran rojane derbasê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên kirin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku artêşa tirk beşek daran dişewitînin û dikin komir, beşek zêde jî difiroşin şîrketên mobîlyayan.  Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî ya kurd û Iraqê jî, talankirina jîngeha Kurdistanê berdewam dike.

Gundiyên ku nerazîbûnê nîşanî talanê didin, serî li rayedarên PDK’ê didin ku pêşî were girtin, lê desthilata PDK’ê berê wan dide MÎT’a tirk û dibêje; “Herin ji wan re bêjin.”

Li Hewlêrê nerazîbûna li dijî operasyonê

Li dijî operasyona dersînor ya dewleta tirk nerazîbûn gele başûrê Kurdistanê zêde dibe. Lê hikûmet û Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê bêdeng in. Bi pêşengiya Hizba Komunîst a Kurdistanê, li ber derê parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê dagirkeriya dewleta tirk hat şermezarkirin. Di daxuyaniya li ber derê parlamentoyê de hatî xwendin de hate gotin; “Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya li hemû herêmên Kurdistanê. Divê dewleta tirk ji herêma Kurdistanê were derxistin.”