spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkildarî pandemiyê biryarên nû

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê der barê qedexeyên pandemiyê de giştînameyekê ji walîtiyan re şand. Li gorî giştînameyê merhaleyên “asayîbûn”ê hatine destnîşan kirin. Her wiha li gorî giştînameya ‘Tedbîrên Merhaleya Asayîbûnê’ dê ji 17’ê gulanê roja duşemê saet 5’ê sibehê pê ve pêvajoya asayîbûnê dest pê bike û heta 1’ê hezîranê roja sêşemê heta saet 5’ê sibehê ev pêvajo dê dewam bike.

Li gorî vê giştînameyê, di nav hefteyê de,  di navbera saet 9’ê êvarê û 5’ê sibehê de qedexeyên derketina derve bên tetbîqkirin.  Di dawiya hefteyê  de jî qedexe dê ji roja îniyê saet 9’ê êvarê de dest pê bikin û heta roja duşemê saet  5’ê sibehê dewam bikin.

Hemwelatiyên temenê wan ji ser 65’an re ye û doza xwe ya duduyan a derziyê li xwe xistine û kesên ku temenên wan di bin 18’an re ye dê ji van qedexeyan muaf bên girtin.

Rojên ku qedexeya derketina derve tune ye rêwîtî û gera navbajarî dê serbest be.

Kesên temenên wan bi ser 65’an re ye û mafê wan ê derzîkirinê heye lê nehatine derzîkirin, dê tenê, nav hefteyê, di navbera saet 10 û 2’ê nava rojê bikaribin derkevin derve.

Cihên xwarin û vexwarinan dê nav hefteyê di navbera saet 7’ê sibehê û 8’ê êvarê de bi tenê servîsên paketan bike.

Cih û deverên ku dê heta 1’ê hezîranê girtî bin

Di navbera 17’ê gulanê û 1’ê hezîranê de qehwexane, çayxane, sînema, holên futbolê, înternetxane, hewzên avjeniyê, salonên werzîşê, dê girtî bin.

Navendên Danûstantinê dê nav hefteyê di navbera saet 10’ê sibehê û 8’ê êvarê de dê vekirî bin û dawiya hefteyê dê girtî bin.

Dikanên cil û bergan, firaqfiroş, xurdewat, cihên bazaran, dê tenê nav hefteyê di navbera saet 7’ê sibehê û 8ê êvarê de vekirî bin.

Saziyên xizmetguzariya raya giştî dikin dê nav hefteyê di navbera saet 10 û 4ê nava rojê de xizmetê bikin. Her wiha pêşdibistan jî di di navbera 17’ê gulanê û 1’ê hezîranê de li gorî rewşa asayî bikaribin kar bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê