spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkilîya bîr û çandê

Nesîbe Guneylî

Bi salan civaknas qala ‘bîrê’ bi taybetî ji bo kesan kirine, lê belê piştî xebatên Maurice Halbwachs bîr bi civakê re hatîye nasîn. Xebatên di sedsala 20’an da li ser têkiliya çand û ziman ên Maurice Halbwachs, giringiya xwe heya îro didomîne. Xebatên wî di civaknasîyê da gelek tên nasîn; ew bi vê xebata xwe têkiliya civak û ‘bîra kollektîf’ dide nasîn. Ger em bixwazin ‘bîra çandî’ yan jî ji zargotinê fêm bikin divê em ‘bîra civakî’ binasin, ji ber ku peyv bi rêya hafizaya kolektîf hebûna xwe didomîne. Li gor Maurice Halbwachs; bîra kesan ji bêjinga bîra (serpêhatîyên) civakê derbas dibe. Bîra tu kesî bêyî serpêhatîyên civakê şêwe nagire. Kesek bê civak, bê bîr e jî. Bîra civakî di navbera paş û pêşiyê da pirek e. Bûyerên çandî, civakî, dîrokî radigihîne îroj. Beriya metnên nivîskî, berhemên folklorîk an jî cureyên zargotinê yên di tûrikê civakê da bi saya bîra civakî hatine muhafazakirin û parastin. Bîr, mala hebûna çanda welatekî ye. Ger mirov bixwaze ji zargotinê fêm bike divê ji ‘bîra civakî’ fêm bike.

Halbwachs têkiliya bîrê wek mekanîzmayek girêdayî bi taybetmendiyên dem, cih û kesan ra pênase dike. Kesek têkiliya xwe yek ji van taybetmendiyan bêpar bihêle, hafizaya mirov çênabe. Divê bîr bi kesan, koman an bi civakek ra di têkiliyê da be. Wekî ku dapîr, bapîr, dengbêj û çîrokbêj çarçoveya bîrê bi vegotinên xwe turîkê bîrê dadigrin.

Jan Assmann xebatên Maurice Halbwachs berfirehtir dike û xebata xwe bi navê ‘bîra çandî’ tîne ser ziman. Li gor xebata Jan Assmann; “Bîr, zindî ye û hebûna xwe her tim di nav têkilîyê da (ragihandin, danûstandin) didomîne, ev danûstandin bisekine yan jî çarçoveya ku di nav da ye biguhere an wenda bibe jibîrkirin dertê holê.” (Jan Assmann Cultural Memory,r.41.)

Bi vegotina terma ‘bîra çandî’, çarçoveya bîrê ya ji derve ye tê qalkirin.Wekî ku em dikarin bêjin; ger bîr kakilê gûzê be bîra çandî jî qalikê gûzê ye. Yanî dema ku em dibêjin ‘bîr’, tiştê ku tê ber çav ji hundir ve ye û mala bîrê mêjî ye. Ji ber ku bîr bi psîkolojî û norolojîyê ve girêdayî ye lê belê civak û çand naveroka bîrê diyar dike. Bîra çandî, ji bûyerên qewimiye, ji rê û rêbazên van bûyeran û ji berhemên devokî şêwe digire. Wekî mînak çîrok, destan, zûgotinok hwd. Di bîra çandî da civak li gor şert û mercên heyamê, wê çi bîne bîra xwe diyar dike. Jan Assmann divê; bîra çandî bi awayek biyolojîk ji nifşan ra namîne, ji ber wê yekê her tim bi rêya dubarekirinê divê zindî were hiştin ku neyê jibîrkirin. Lewma hemû berhemên folklorîk di nav rojevê da ji nifşan ra bi dubarekirinê tê ragihandin.

Nasnameya mirov bîra mirov e. Kesek çawa nasnameya xwe bi hebûna bîra xwe ava dike, komek an civakek jî nasnameya xwe encax bi rêya bîrê ava dike. Ew bîra ku em li vir qal dikin bi awayek norolojik nîne. Wekî arşîvek normên zargotinê dewir dikin û ji bo were ser ziman em her car deriyê bîrê dixin.

Jan Assmann dema ku dibêje bîra çandî zindî bihêlin, ji bo zargotin- çanda devkî dibêje. Teoriya wî ya bîra çandî ji bo kesên ku ragihandin û danûstandinê bi rêya çanda devkî dikin weke dengbêj, çîrokbêj, zarbêj hwd. Ji destpêka jiyana me heya niha dayikên me dapîr û bapîrên me ji me ra çîrokan dibêjin. Mezinên me devê tûrikê zargotinê her carê ji bo me vedikin û em jî beriya nivîsê berhemên devkî bi vî awayî dinasin û bi vî awayî her carê ji bo nifşên din tê dewirkirin.

Ev cureyên folklorîk ên tên dewirkirin bi rêya zargotinê ‘bîra çandî’ çêdike. Jack Goody, di xebata xwe ya çanda devkî de dibêje: ger civakek xwendin û nivîsandinê nizanibe, zargotin ew tiştê ku hemû bi rêya ziman tê vegotin e, bi awayekî din jî ev hemû çand e. Cureyên zargotinê li gor wêjeya nivîskî tê dîtin ku li gel civakê zêdetir tê pejirandin. Ger derfeta nivîsê tune be jibîrkirin her tim mimkun e. Lêkolînerên wekî Barry Sanders û Jan Assmann di xebatên xwe yên çanda devkî da qala tiştên di vegotinê da tê jibîrkirin dikin. Dibêjin; her nifşek ji nifşek din ra zargotinê kêmtir vedibêje. Ev rewş jî roj bi roj wendabûna berhemên folklorîk ên orijînal bi xwe ra tîne.

Zargotin ji ber ku ji nivîsê bêpar e di bîra civakê da bi rêya dubarekirinê bi sed salan xwe bi pêş dixe û hebûna xwe di bîrê da bi cih dike. Hem pêşî hem paşîya wêjeya nivîskî serpêhatî û tecrûbeyên civakekê, bi rêya bîra hevpar tê parastin û tê vegotin.

Di destpêkê da, berîya her tişt peyv hebû. Dibe ku were gotin; nivîs tune be wêje û folklor jî tune ye lê belê bi vê gotinê hebûna kevneşopîyan, çanda muzîk, çîrok, destan, ango hemû folklora civakan tê înkarkirin. Serpêhatiyên gel di nav peyvan dijî. Di çanda devkî da ew kesek ku herî dirêj dijî, sindoqa zargotinê ye. Ji ber ku her tişt di bîra vebêjan da ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê