Duşem, Tirmeh 26, 2021

Têkiliyên PDK, YNK yên bi DYA û Îranê re

Pisporê Rojhilata Navîn Michael Rubin, di malpera 19fortyfive.com de li ser îqtîdara di navbera YNK’ê û PDK’ê û hevkariya bi Amerîkayê re gotarek weşand. Rubin, di vê gotarê de balê dikişîne têkiliyên PDK yên bi Amerîqa û têkiliyên YNK’ê yên bi Îranê re

Gotara Michael Rubin wiha ye:

Kurdistana Iraqê xwe wekî hevkarê Emerîkayê nîşan dide. Eger berjewendiyên wan pê hebe dikarin bibin hevkarekî bi rastî. Lê, digel vê jî lîstikên Machiavellian gelek caran dibin sedem ku gotin û kirinên serokên kurdên Iraqê hevûdu negirin.

Sedema pirsgirêkê malbatên rêveber in. Jihevveqetîna êla Barzanî û malbata Talabanî heta nîveka salên 1970’yî diçe, lê ancax piştî bîst salan bû dijminatî. Partiya Mesûd Barzanî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û partiya Celal Talabanî Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) di hilbijartina yekem a Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de bi qasî hev deng standin û pişt re li ser parvekirina îqtîdarê li hev kirin. Lihevnekirina li ser hatinên aborî jî rê li ber şerê navxweyî û duparçetiya herêmê vekir. Mînak, di sala 2000’î de ku min serdana Kurdistana Iraqê kir, ji bo ji Hewlêrê biçim Silêmaniya ku YNK’ê rêveberiya wê dikir, diviya bû min ji îstixbarata PDK’ê destûra ewlehiyê bistanda.

Hewildanên pişt re ji bo ber bi hev ve anîna her du aliyan ji rastiyê wêdetir kozmetîk bûn. Pirsgirêka sereke, malbata Barzanî di hemû gotinên xwe de ji nijadperweriyê wêdetir eşîretperwer in. Ji bo PDK’ê her tişt li dora malbatê diçe û tê. Hem polîtîka hem jî kar li dora malbatê dizîvire. Celal Talabanî di demên xwe yên dawî de berjewendiyên malbatî jî destek kir. Lê bi qasî Barzaniyan ji kiras dernexist. Talabanî ji bo civakeke firehtir xwedî xweşbînî ne, bûn xwedî helwestek pêşverû; ku mirov Hewlêr û Duhok a di bin rêveberiya PDK’ê de dayne ber Silêmaniya azadî û destûrfirehî wê karakterîze dike, ev aşkere dibe. Bi gotinek din, kurdên her du herêman jî gazinan ji neserkeftîbûna hikûmetê dikin. Li Silêmaniyê rêveber vê wekî ba jiberçûnekê dibînin û kêm caran mudaxale dikin. Li Hewlêrê ev gilî û gazin dikare bibe sedema ku li navenda polîsan lêdan bixwe û/ an jî çend salekî di girtîgehê de bimîne.

PDK a ku berjewendiyên eşîretî ji xwe re kiriye kul, demeke dirêj e ku li pêşberî meqamên amerîkî rûyê wî reş e. Di destpêka dagirkeriya DYA’yê de, rayedarên PDK’ê, ji bo hinek destkeftinan li Tehranê bi dest bixin, gelek caran bi îstîxbarata Îranê re tevgeriya û operasyonên Emerîkayê têk birin.

Serokwezîrê kevin (û niha Serokê Herêmê) Nêçîrvan Barzanî, der barê operasyonên ku dê bihatana kirin de da agahî da serokê Hêza Qudisê Qasim Silêmanî. Di dema têkoşîna li hemberî Dewleta Îslamê (DAIŞ) de PDK’ê gelek caran ekîpmanên şer xwestin, lê her ku  ekîpman dihat dayîn PDK’ê an ji bo pere ekîpmanan firot an jî ji bo li hemberî kurdên li dijî xwe bi kar bîne, ji xwe re depo kir. Û şervanên PDK’ê dema bi operatorên taybet ên DYA’yê re peywira xwe bi cih dianîn, vîdeoyên karê xwe bêyî ku kontrol bikin û bêyî agahdarî diweşandin û hinek caran hevkarên xwe yên amerîkî bi rîskê re rû bi rû dihiştin. PDK’ê bi vê yekê dixwest bide nîşan ku Amerîka li şûna YNK’ê PDK’ê tercîh dike. Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber ku bi dîplomatên amerîkî re axivîne rojnamevanên herêmê girt û bi casûsiyê tawanbar kir û avêt girtîgehê.

Piştî Celal Talabanî koça dawî kir, hêza sereke ya YNK’ê kurên Talabanî Bafil û Qubad û pismamê wan Lahor bûn. Qubad cîgirê Mesrûr Barzanî ye. Lê bi rastî bûye Tariq Ezîzê Sedam ê PDK’ê. Ew ne xwediyê xwe û tu hêzî ye. Xuya ye ku Mesrûr  disekine da ku  Qubad dîplomatên cîhana Rojava qanih bike, dixwaze Qubadekî lawaz bibîne û ew ji vê yekê zewqê digire.

Di vê navberê de Bafil, serokiya YNK’ê bi Lahor re parve dike. Lê kontroleke unîter dixwaze. Lê rayedarên amerîkî Lahorê ku li serê serwîsa îstixbaratê ye pirtir ewle dibînin. Jîr e, jêhatî ye û di midaxaleyên zehmet de mixatabekî bi fêde dibînin.

Têkiliya Lahor a bi Washingtonê re dibe sedema ku ew bibe hedefa Tirkiye û Îranê. Ya yekem, Tirkiye demekê ji bo Cîhana Rojava li hember terorê hevkarekî saxlem bû, di dewra Recep Tayyip Erdoğan de dualî lîst: Mînak, têra xwe îspat hene ku rayedarên tirk Dewleta Îslamê destek nekiribin jî hema karê wan hêsantir kirine. DYA’yê hewl dida li hember vê derkeve. Di vê navberê de Tirkiyeyê têkiliyên xwe bi Mesrûr Barzanî re bi bazareke şeytanî xurt kir. Li hember serdestiya Tirkiyeyê berjewendiyên Barzanî yên şexsî hatin dayin. Mesrûr Barzanî ku çar sal berê ji referandûma serxwebûnê diaxivî, îro herêma xwe bi qasî Komara Tirk a Qibrisa Bakur ji bo berjewendiyên tirkan kiriye kolonî. Planên Barzanî yên nelirê û îxaneta wî ya ji bo pereyê naqît, di vê navberê de bû sedma PKK (Partiya Karkerê Kurditan) û hevkarên wê yên li Suriyeyê îtibara xwe mezintir bikin.

Lê Lahor, hîn jî ji bo kirinek wiha astengî ye. YNK û Lahor bi xwe li pêşiya şerê navxweyî yê Kurdan û emrê Erdogan asteng bûn.  Ji ber ku Lahor kurdên Sûriyeyê destek dikir û alîkariya DYA’yê dikir Erdogan pir hêrs bû. Lê ku Mesrûr bi emrê Tirkiyê Lahor bi awayekî serkeftî bişkîne, dê encam dîsa ruh bide Dewleta Îslamê.

Piştre mijara Îranê heye. Li dîplomatên herêmî di hefteyên dawî de Mesrûr, li Îranê ji bo PDK-Î’yê ji Îraqê derxe li hev kir û ji bo li hember Lahor hemleyekê bike peymanek çêkir. Ji bo van hevdîtinan jî kesek ji malbatê bi kar anî. Li Koysencax û navçeyên din ên di kontrola YNK’ê de. Lê ev komik êdî li hember Îranê şerê çekdarî nakin. Tehran li pey heyfa xwe ya dîrokî ye. Ku bikaribin van komikên biçûk têxin şerekî, ev yek ji bo hevkêşa hesas a herêmê xira bikin rîsk e.

Desteka firehkirina hêza tirkan a herêmê dê Iraqê xurt neke, qels bike. Mesrûrekî xurt jî dê ne li gor berjewendiyên Amerîkayê be: Tew nebe, Mesrûr hem îdarî hem jî malbatî ji bavê xwe hindiktir bi tecrûbe ye. Wekî şexs, Mesrûr ji alî psîkolojîk ve neserast e. Ji ber sedemên planên Mesrûr û ji ber hewlên wî yên heyfhilanînê Kurdistan ji pêşketinê dûr dikeve û di polîtîkaya derwelat de dikeve krîza îtibarê.

Serok Joe Biden, divê baweriyê bi gotinên Mesrûr û rayedarên din ên kurd ku di serdana herêmê de wekî dijberî Îranê xuya dikin baweriya xwe neyînin. PDK, YNK’ê wekî alîgirê Îranê rexne dike û li pêşberî mêvanên amerîkî dibêjin ku malbata Barzanî li hember Îranê bêhtir bi biryar e. Lê xalên cudatir hene.

Ku mirov bawer bike PDK dijberî Îranê ye, divê mirov tîcareta mezintirîn a petrolê ku li Deriyê Hecî Umran ê di kontrola PDK’ê de çêdibe nebîne. Têkiliya aşkere ya YNK’ê bi Îranê re jî nabe sempatî; pirtir li ser nêzîkbûnê ye û berjewendî ye.

Çavkanî/

https://docs.google.com/document/d/e/2PACX-1vTJxXkLusGS6azm7u1QCIvS-sLFtVX3PU3KjmHh7m8BhWAIe-K9gAd8My2j9GLiUZY4v4o9syRK9B-f/pub