23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkliyên Misir û Tirkiyeyê di çi rewşê de ne?

Di van rojên dawî li Misrê 2 hevdîtinên gelekî girîng qewimîn, yek ji wan bi Wezîra Karên Derve ya Lîbayayê Necla El Menqûş re bû û hedîtina din jî bi serokwezîrê Yewnanistanê Kiriakos Miçotakis re bû.

Li gorî çavdêrên siyasî piştî va hevdîtinan û daxuyaniyên ku ji alî rayedarên Misrê û wan welatan ve hatin dayîn didin xuyakirin ku dê tu pêşketin di hevdîtinên di navbera hikûmeta tirk û ya Misrê de çênebin.

Serokê Misrê Abdulfetah El Sîsî piştî hevdîtinan got ku ew di vê hewlwesta xwe de bi israr in ku di demeke herî nêz de komên çete û çekdarên radîkal ji Lîbyayê bên derxistin.

Her wiha derbarê hevdîtinên bi rayedarên Yewnanistanê de jî got ku ew xwedî li wan peyman û lihevkirinan derdikevin yên bi Yewnanistanê û hevabendê xwe yên din ên Behra Spî re.

El Sîsî piştî hevdîtina bi serokwezîrê Yewnanistanê re gotibû ew û hevalbendê xwe yên di Foruma Gazê ya Rojhilata Navîn de dê hevkarî û peymanên xwe bi rengekî çalak berdewam bikin.

Her wiha ji bo Lîbayayê jî got ku divê her kes rêzê li serweriya Lîbyayê bigire û hêzên biyanî û çete ji Lîbayayê derkevin.

Ev daxuyaniyên dawî yên rayedarên Misrê tên wê wateyê ku tu pêşketin di navbera wan û rayedarên tirk de çênebûye .

Ji aliyekî din daxuyaniya serokomarê tirk Erdogan û banga wî ya ji serokê Azerbeycanê ku bi hevre li Lîbyayê hilberîna petrolê bikin di nava raya giştî ya Lîbayayê de bû cihê nerazîbûnan. Li gorî hin parvekirinên li ser medya civakî xelkên Lîbyayê bi gotinên wekî (Ma Lîbya bajarekî Tirkiyeyê ye, ma çi têkliya te bi petrola me heye, bi çi mafî tu xelkê vedixwînî welatê me û tiştên wiha) nerazîbûna xwe anîn ziman.

Ji van daxuya û helwestên dawî ên serokê Misrê Abdulfetah El Sîsî wiha xuya dike ku dê pêşketin di hevdîtinên di navbera Tirkiye û Lîbayayê de çênebin. Ev yek dê bandoreke mezin li ser hevdîtinên ji bo normalşkirina têkliyên di navbera herdu welatan de, bike.