24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Teknolojî û kurd

Peyva teknolojiyê vê gavê gelekî populer e. Kesek çawa her roj li ser û çavên xwe mêze dike, an jî cil û bergên cuda li xwe dike, alavên teknolojiyê jî wisa bi kar tîne. Mebest erka (herk) wê alavê nîn e. Ya pêwîst îmaja wê, hêmana wê û xwedaniya rola wê ye. Çawa berê dê, bav, xwişk û birayên me xemlên cihêreng bi kar dianîn eynî wisa. Ji gustîl, bazin, morî heta gerdeniyan cure bi cure xemil an jî berhemên wê ve eleqedar dibûn. Niha jî berhemên teknolojiyê yên populer hene.

Kîjan dibe bila bibe berhemên dibin bersiva pêdiviyan an jî yên xemlên kêfxweşiyê didin mirovan, bi kedeke hêja û zehmet tên çêkirin. Ji bîr nekin her cure ked jî xwedî pîşe û hunerekê ye. Jixwe huner tunebûya, mirov çiqasî bixebitin jî nikarin bibin hunermend û pîşesaz. Kesî xwedan pîşe dikare tiştekî saz bike. Heskî destgeh be, heskî marangozxaneyek be, heskî karxaneya hesinkariyê be, heskî çêkirina ta û derziyê be… Her yek jî divê di ber destê pîşesaz re derbas bibe. Wek vê kesê hunermend jî xwedanê aferineriyêkê ye, jixwe  hunera wî nîn be nikare mendê jî ava bike. Çawa hişmendek bi peyvan, pergala fikriyariyê rêz dike, hunermend jî taybetiya aferinariya xwe berheman kêlî bi kêlî dinexişîne.

Ew berhem, amûr û alavên çêkirî, navgînên sazkirî yên payebilind, bi hêsanî teşe nagirin.

Bi keda deh hezaran salan lêbar e. Ji zemanê bihurî ve heyanî niha, destê me jî di nav berhemdariyê de heye. Me tevgera xwe bi alavan ristandiye. Pratîka me di zimanê me de jî jiyaye. Wekî tewn, tewandin, kelandin, qelandin, qijilandin, ristandin, vereşandin, hûnandin … her yek van nîşana sirûşta takekes bixwe ye, lê ji her yekê van peyvan ji bo çêkirin, sazkirin, avakirin û xerakirinê jî hatiye bikaranîn. Ev jî nîşan dide ku di çanda me ya fikirîn, afirandin, çêkirin û sazkirinê de em xwebixwe raçev dikin. Reng û rîçalê derûniya xwe, şiklê bedena xwe, dirûv û qerekterê hebûna xwe li karê xwe, barê xwe, berhema xwe û rewîşta xwe bar dikin.

Berhema teknolojiyê ya herî girîng û bi pergal tewn e. Tewna bi tevgera sîstematîk sazbûyî, bûye hîmê çêkirina karxaneyên tekstîlê, lê ya herî hêsan, ya herî aferîner, ya herî bikêr sazûmaniya teşiyê ye. Bi nîk, serteşî û duvik wek maşîneya hilberîner a takekesî ye. Ev maşîne dema meşê jî dixebite. Wekî kesek gava dimeşe bi ahengeke zerp teşiyê ba dide, teşî jî li dor xwe dizivire/dilûre. Kêliya bi destekê teşiyê bagirtî digire, bi destê din hêdî hêdî hiriyê dide nikilê nîk ve girêdayî. Hêdî hêdî divuk li ber jêr diçe destê teşî girtî jî li ber jor diçe. Bi vî awayî hiriya rêstandî û dibe bend çêdibe. Pey re teşîrês divuk digire û bend lê dialîne.

Dema teşîrês dest bi vî karî dikin, di ber de karekî din jî dikin. Wekî mînak, dibe ku li ser pişta dayikê zarokek virnî û razayî hebe û vê dayikê kerekî barkirî dabe pêşiya xwe û bi xeleta diçe ziyareta hezkiriyên xwe.

Niha lê binêrin bi tevgerekê çend tişt pêk tên. Kirdeya kar: 1- Plankirî ye, 2-Dimeşe, 3- Dirêse, 4- Xumamiyê/dêtiyê dike, 5- Diajo û 6- Ziyaretê dike. Her yek dîmeneke zemanekî ye, her yek dîmeneke girêdayî zemînekê ye û her yek, beşeke jiyanî ya cuda ye. Li ser bifikirin û bala xwe bidinê îro pergala destgehên pîşesaziyê bi beşên cuda, pêk hatine û hemû beşek erkekê tîne cih ku berhem jî di encama tevkariya van beşan de digihêje teşeyekê.

Ne hewceyî pesnê ye ku em bibêjin dîrok û çanda me berhemdar, zengîn, aferîner û piralî ye. Ji ber ku her civatekê li gor erd û cih û pêwîstiyên xwe navgînên xwe çêkirine. Li ser vê jî rengek dane çanda xwe, can dane jiyana xwe. Em dikarin bibêjîn; her çiqas ji ber sebebên modernîzmê yan jî talana li ser welatê me, em bêçare ne ku tiştan biguherînin. Her wiha derengmayîna me jî êdî nayê dermankirin ku ji ber vê jî em bûne bendeyê hêzên derî mala xwe.

Divê em şi xwe vegerin û bi bîr bînin, çawa berî xalîçeyekê derxînin, me dikaribû destgehên tevnê bi rêkûpêk çêkin, her wiha desenê xalîçe li ser kaxezan nexş dikirin. Yên ev huner pêşkêş dikirin kî bûn? Kesê nexşê çêdike wek mîmarê îroyîn, kesê tevnê çêdike wek endezyarê maşîneyên fabrîqeyan, kesên rîs dirêsin wek kargehên tekstîlê û kesên dest pê dikin guliyê xalîçeyê dihûnin wek kedkar û karkeran îroyîn in. Heke vê bidin ber çavan, wê çaxê bi hêsanî tê dîtin ku em ne civateke hêsan û bêkêr û nezan in. Berevajî wê diyar e ku gewherê zanînê li ba me heye, meyayî ye, têkûz e.

Tenê em hişyar bin, li xwe veger in û rabin ser xwe. Êdî qetandina bendan hêsan e. Şikênandin tewla werîsan ne dereng e ku em bikarin kapê xwe bidin destê xwe. Wê çaxê bi hêsanî dikarin li ser hîmê mayînên kal û bavan berhem û alav û amûr û navgînên bêhempa saz bikin. Her wiha bi bêminetî pergala civaka xwe jî ji nû ve saz bikin. Hemû jî pêkan in; li benda serxwebûna me ya yeko yekoyî ye…