19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna jinan bê sînor e

Bi biryarnameya serokkomar, roja 20’ê adarê Tirkiyeyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Piştî vê biryarê, bi gelemperî jin û bi taybetî saziyên jinan, gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî vê biryara ji nişka ve derketin. Gelek daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin kirin.

Peymana Stenbolê peymaneke navneteweyî ya mafê mirovan e ku mafên jinan li hemberî hemû cure tundî û neheqiyan diparêze. Peyman di sala 2011’an de ji aliyê 45 welat û Yekitiya Ewropayê ve hat îmzekirin. Tirkiye welatê yekemîn bû ku ev peyman îmze kir.

Ji bo jinan girîngiya peymanê çi ye, Tirkiye çima xwe jê vekişand, wê ji niha şûn de çi bibe yan jî çi bê kirin? Me ev pirs ji Endama Komîsyona Jinan a Baroya Amedê parêzer Çîgdem Sevîmlî pirsîn û wê jî têkildarî mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bi me re parve kirin.

‘Sedema vekişînê polîtîk e’

Parêzer Çîgdem Sevîmlî destpêkê diyar kir ku Peymana Stenbolê mafê jinan hem li derve hem jî li malê diparêze û wiha got: “Peyman jinan ji her cure tundiyên fizîkî û psîkolojîk diparêze û berpirsiyariyên hiqûqî li ser dewletên îmzekar ferz dike.”

Sevîmlî destnîşan kir ku sedema vekişîna ji peymanê polîtîk e û wiha domand: “Meclisa Tirkiyeyê ji mêran ava bûye. Meclisa ku qanûnan çêdike bi piranî mêr in, ji ber vê jî ew nikarin tiştekî baş ji bo jinan çêbikin.”

Sevîmlî bi bîr xist ku desthilata heyî 19 sal in li ser dîn siyasetê dike û tevî ku wê bixwe peyman îmze kiriye, niha dibêje Peymana Stenbolê malan xira dike. Sevîmlî anî ziman ku ji bo wan jinên ku mafên xwe diparêzin malan xira dikin û wiha got: “Dibêjin bila jin lê malê rûnin, nexebetin, bindest bimînin. Lê jinan ev yek qebûl nekir. Ya din jî gotin Peymana Stenbolê gel dikişîne ser LGBTÎ+’yan. Ji bo wan mirovên LGBTÎ+ sûcdar in. Tirkiye li ser wan gotinan xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Peymana Stenbolê ji bo mafên jinan gelek girîng e.”

‘Berpirsyarî hat xespkirin’

Parêzer Sevîmlî anî ziman kir ku serokkomarê Tirkiyeyê bi tena serê xwe nikare xwe ji peymanê vekişîne û di nav hiqûqa navxweyî de qanûn çawa hatibe qebûlkirin, bi wî awayî dikare bê betalkirin û wiha domand: “Di nav hiqûqa navxweyî de peymanên nawneteweyî û qanûn yek in. Dîsa di hiqûqê de qanûn bi qanûneneke din dikare bê betalkirin. Wexta ku Peymana Stenbolê hat îmzekirin meclis û lijneya wezîran bi hev re qebûl kirin. Ji bo ji peymanê bê vekişandin, divê ewil ew qanûn betal bibe. Ji vê re dibêjin prensîba paralel. Ji xeynî vê, di vekişandinê de xespkirina berpirsiyarê heye ji aliyê hiqûqa îdarî ve. Welatê ku xwe ji peymanê vekişîne, piştî sê mehan encam dide. Yanî dîsa nabe ku aliyek tenê betal bike. Jixwe Yekitiya Ewropayê ji ber xespkirina berpirsiyariyê belkî qebûl neke.”

‘Dewlet dibe şirîkê sûc’

Parêzer Çîgdem Sevîmlî herî dawî da zanîn ku Peymana Stenbolê her çiqas bi awayekî baş pêk nedihat jî, ji bo jinan û kesên mexdûr hêvî bû û bi saya têkoşîna saziyên jinan bi awayekî pêk dihat û wiha got: “Çawa ku tundî bê sînor e, têkoşîn jî bê sînor e. Vekişîna ji peymanê tê wê wateyê ku dewlet destekê dide tundiya li jinan tê kirin. Dewlet bi vî awayî dibe şirîkê mirina jinan û tundiya li wan tê kirin ango dibe şirîkê sûc. Lê belê em dibêjin ku jin wê têbikoşin û li vê peymanê xwedî derkevin ku mafên jinan ên bingehîn ên jiyanê diparêze.”