spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna jinan dê her roj mezintir bibe’

Komeleya Rosayê di 29’ê qanûna 2018’an de bi armanca ku dengê jinên di qada siyasî, aborî, derûnî, zayendî de bi tundiyê re rû bi rû dimînin û yên ku li hemberî vê tundiyê li berxwe didin, bilind bike hat damezrandin. Komele ji 2018’an ve li hemberî hemû êrîş û tunehesibandinê bi xebatên xwe li ber xwe didin û dengê jinên ku bi taciz, tecawuz, tundîyê re rû bi rû tên bilind dikin. Armanca vê komeleyê ew e ku hişmendiya zayendperest ji holê rakin û wekheviyekê di nava civakê de ava bikin. Komeleya Rosayê li gel mafê jin û zarokan mafê ajalan jî diparêze. Têkildarî kar û xebatan komeleyê em bi endama rêveberiya Komeleyê Rosayê Laleş Ceylan re axivîn.

Ji roja ku Komeleya Rosayê hatiye damezrandin û heta îro, zehmetiyên bi çi rengî derketine pêşberî we?

Di dema rewşa awarte (OHAL) de bi rêya KHK’yan saziyên jinan hatibûn girtin, qeyûm tayînî şaredarî, sazî û rêxistinên civaka sivîl hatibûn kirin. Ev siyaseta şer û qeyûman di civakê de her çû asta tundiyê bilindtir kir. Di rewşeke wiha de jinan tu cih nedîtin ku bikaribin xwe bînin ziman. Ji ber vê yekê jî em bi lez û bez ketin nava avakirina komeleyeke bi vî rengî. Di rewşek wisa de me gelek zehmetî kişand. Ji ber ku tu mekanîzma peyda nedibûn. Hem mekanîzma sîstemê hem jî mekanîzmeyên me hatibûn tunekirin. Berî her tiştî me pêwîstî bi xwerêxistinkirinê dît. Piştî wê me Komeleya Rosayê ava kir. Diviya bû em ji aliyê qada civakî ve komeleya xwe xurttir bikin. Ji ber wê me li Amedê bi navê ‘Dema Têkoşîna li Dijî Tundiyê Ye’ xebatek bi rêxistinên civaka sivîl yên din re amade kir. Ev tor çi dike? Serlêdanên tundiyê ku li me tê kirin, bi rêbazeke komî tê piştgirîkirin û ev tundî tên qeydkirin.  Em hemû dizanin ku qeydkirina agahiyan gelekî girîng e. Di dema rewşa awarte de me ev tişt bi zelalî dît. Bi taybetî li Tirkiyeyê siyasetek wisa heye ku bi giştî agahî ji aliyê wezaretan û saziyan ve nayên qeydkirin û aşkerakirin. Her wiha agahiyên ku hebûn jî tune kirin. Ji bo em agahiyan qeyd bikin divê bingehek hebe. Kesên zana hebin ku agahiyên serlêdanan qeyd bikin. Hevalên me yên ku di sazî û rêveberiyên berê de dixebitîn niha li Rosayê dixebitin. Ji ber wê me gelek zehmetî nedît. Gelek beşên cuda di Rosayê de hene û her yek karekî dike. Wek mînak; beşa serlêdanê, beşa maf, beşa perwerdehiyê. Ev beş dihêlin em karê xwe sererast û baştir bi rê ve bibin.

Hedefên ku we ji roja pêşî ve danîbûn pêşiya xwe gelo çiqas pêkanîn?

Ji ber astengkirina sîstemê û gelek pirsgirêkên wekî din, armancên ku me dabû pêşiya xwe helbet gelekî ji hev cuda bûn. Di nav wan de şer hebû. Siyaseta qeyûman hebû. Ev hemû ketin rojeva me. Her cara ku me ji bo xebatekê plan çê dikir, tiştin din derdiketin pêşiya me. Piştî hilbijartinan di şaredariyan de navendên jinan ava bûn. Ev xebat ji xebata dema qeyûman cûdatir bû. Ji ber êrîşên sîstemê yên pir alî em negihiştin armancên xwe. Armanca me ew bû ku li qad, kolan û malan bi jinan re bêtir têkevin têkiliyê û bi hev re siyasetê biafirînin. Me dixwest bê dîtin siyaseta heyî çawa bandorê li civakê dike. Lê mixabin diviya bû em bêtir li ser xebatên xwecihî rawestin. Mebesta me ji xebatên xwecihî çi ye? Kuştina jinan zêde bûye. Tenê li Amedê di du salên dawî de kuştina jinan gelek zêde bûye. Kuştinên bi guman, xwekuştin, feqîriya rojane zêdetir dibe. Tundiya ji ber feqîriyê pir zêde dibe. Van xalan rêya ku em li ser dimeşin diyar kir. Ji ber vê yekê beşa me ya maf û derûnînasiyê ji bo van mijaran xebat meşandin. Lê meriv dikare bêje ku em ji vî aliyî ve gihiştin armancên xwe ku me bi rêxistinên cîhanê yên Tirkiyeyê re têkilî ava kirin. Em îro bi van rêxistinan re xebatekên hevpar didin meşandin. Bandora fikr û xebatên me li ser wan gelek in. Ji bilî vê êrîşên li hemberî mafên ku hatibûn bidestxistin hebû. Weke mînak herî dawî Peymana Stenbolê di rojekê de hat rakirin.

Di zagonên nû de ji bo destdirêjkirina li ser zarokan pêwîstiya xwestina delîlên berbiçav, tundiya zagonî zêdetir kir. Jixwe tunebûna dadweriyê  û bêcezakirina sûcan di rojeva me de bû. Lê niha ev mijar bi yasayê hat xurtkirin û rewakirin. Em li hemberî van tiştan jî têdikoşin. Me gelek kampanyayên xurt çêkirin û hîn jî em ê çêkin. Armancên me her roj li gorî qadên têkoşînê yên nû, dikeve şiklekî. Mînak kuştina Denîz Poyraz di rastiyê de mijarek siyasî ye. Lê weke kuştineke jinan jî em karin binirxînin. Êrîşek li hemberî nasname, kurdbûn û jinbûnê bû. Têkoşîna me ya li hemberî her cureyên tundiyê dê her roj mezintir bibe.

Di pêvajoya koronayê de bi taybetî komeleyê, xebatên bi çi rengî birêvebirin? Xebatên di vê pêvojê de Rosa ji jinan re bû bersiv?

Di asta yekemîn a pandemiyê de hemû civakên cîhanê di rojên xerab re derbas bûn. Di vê pêvajoyê de herî zêde jin bi tundiyê re rû bi rû man. Tune hatin hesibandin. Li dinyayê hemû dewletan li gorî rewşa şewbê sîstemên xwe sererast kirin.  Lê Tirkiyeyê tu tişt nekir. Me di vê rewşê de bi rêya online hewl da xwe bigihînin jinên ku di pandemiyê de herî zêde bi bandor bûn û di malan de hatin hepskirin. Me li ser hemû torên dijîtalê û telefonan serlêdan wergirt. Mînak; di rewşên tundiyê de ji bo wergirtina biryarên parastinê me li dadgehan bi jinan re hewl da ku em piştgiriya wan bikin. Di sala çûyî de me herî zêde serlêdanên ne ji bo tundiya fîzîkî, ji bo tundiya aborî wergirtin.

Di vê prosesê de ew jinên ku di sektora xizmetguzariyê de dixebitîn bê kar man. Ji ber wê hem bi giştî ji aliyê aboriyê ve gelek zehmetî dîtin hem jî barê baldayîna wan a kesên din li malê bêtir bû û di stuyê jinan de ma. Divê li ser vê prosesê her tim were axaftin. Dema jin di malan de tên hepskirin, ev metirsiyekê li ser jiyana jinan jî derdixe holê. Di pandemiyê de jin neçar man vê rewşê bijî.

Me di vê pêvajoyê de gelek rapor li ser çawaniya tundiyê, mezinbûn û belavbûna tundiyê û ji aliyê aboriyê ve çawa bandorê li ser jinan kir, amade kirin. Me ev rapor bi raya giştî re parve kir. Di pêvajoya pandemiyê de me serlêdan wergirtin. Dema me zehmetî bidîtana, me alîkarî ji saziyên din dixwest. Em bi hev re ji bo çareseriyê dixebitîn. Baweriya min pê heye ku heya ji deste me hat bi her rêbazê me alîkarî û piştgirî da jinan. Ez dikarim dîsa bêjim ev pandemî ji bo hemû civakan pêvajoyeke giran bû. Cara yekem bû ku me pandemiyek bi vî rengî jiya û gorî wê rewşê xwe sererast kir û xebatên xwe berdewam kir.

Gelek caran êrîş li ser komeleya we pêk hatin û gelek xebakatkar û endamên Rosayê hatin binçavkirin û girtin. Komeleyeke ku xebatên ji bo jinan dike çima ji aliyê dewletê ve bi tunehesibandinê re rû bi rû tê?

Piştî pandemiyê di 22’ê gulanê 2020’an de êrîşeke dadwerî li hemberî saziya me dest pê kir. Şeva 22’ê gulanê êrîşî malên rêveber û endamên me kirin. Hevalan me yên hatin binçavkirin, gelek ji wan hatin girtin. Piştî wê her sê mehan hinek hevalên me ji girtîgehan hatin berdan. Lê ev rewş ji ber pandemiyê û binçavkirinan karê me gelekî zehmetir kir. Me karê xwe bi zehmetî bi rê ve dibir. Lê dîsa jî ji gelek aliyan de vê rewşê em xurtir kir û piştgiriya me ya bi hev re û ya bi saziyên Tirkiyeyê re mezintir kir. Ne wekî demên berê vê carê saziyên jinan ên Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin û bi nirx dan saziya me.  Xwedî li saziya me derketin. Helbet gelek sedemên vî tiştî hene. Ji ber ku xebatên me yên van sê salên dawî gelek hêz dan jinan. Ta ku jin ji malên xwe derkevin, li kolanên fireh bên birêxistinkirin û tevbigerin. Bi van xebatan ew rewşa tundiyê û hepiskirinê hat şikandin. Ji ber ku em bi salan e di nav têkoşîna jinan de ne. Em bûn armanc ji bo êrîşan. Bi ya min ev êrîş dibin îspatek ku xebatên me xizmeta armanc û ramanên me dikin e. Me digihîne civakê û jinan. Lewra sîstem ji vî tiştî ditirse. Tirsa wan a herî mezin ew bû ku em karîbû bi saziyên Tirkiye û cîhanê re bi hev re xebatan bikin, bi armancekê û yekruhî tev bigerin û yek helwestê nîşan bidin. Vê xebata me gelekî pergal bêzar kir. Ji bo parçekirina vê hevgirtinê êrîş zêde kirin. Hewl dan tevgera me biçûk û tawanbar bikin û nehêlin em bi girseyî tev bigerin. Wan dixwest em parçe bibin û bêhêz bimînin. Lê êrîşên wan negihişt armancên xwe. Li hemberî vê me careke din fêm kir ku divê em birêxistina xwe bêtir xurt bikin. Em têkoşînê mezin bikin. Ji 22’ê gulana 2020’an heta îro saziyên ku li dijî tundiyê dixebitîn û kesên ku piştgiriya Peymana Stenbolê dikirin, ew jinên ku li hemberî tundiyê û hepiskirina malê radibûn, di lêpirsînê de derbas bûn û hatin binçavkirin bûn. Hêj dadgehkirina wan didome. Herî dawî di 5’ê Nîsanê de li ser endamên me, saziya me Rosa û saziyên civaka sivîl ên Amedê êrîşek pêk hat. Saziya me hat teftîşkirin. Dawiya van tişta me dibin dadgehan. Di rastiyê de ne girîng e ji ber ku ev dihêle em bêtir bi hev ve werin girêdan. Xwezî êrîşên bi vî rengî çênebûna. Lê çi dibe bila bibe em ê xebatên xwe bidomînin.