spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkoşîna kurdan AKP têk bir’

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li navçeya Hênê û Pîranê civînên gel li dar xistin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayip Temel, Hevserokên HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan tev li civînên li avahiyên navçeyan bûn. Rêveberen HDP’ê di civînê de guh dan rexne û pêşniyarên gel. Di civîna li navçeya Hênê de Tayip Temel diyar kir ku armancên 2023’yan ên AKP’ê li ser asasên “Yek netewe, şdj dewlet, yek alayê” ne û got: “Hemu kesên cuda tune tên hesibandin. Dixwazin gel qir bikin. Vê yekê jî bi êrişên li ser kurdan pêk tînin. Kurdan tu carî serî li ber feraseta yekparêz a AKP’ê netewandiye û tim li ber xwe daye. Kurdan bi têkoşîna xwe ya azadiyê dawî li îqtidara zordest anî. Kurdan bedelên mezin dan. Kurdan bi serhildanên xwe AKP têk bir.”

Piştî civînê banga ji bo mîtînga HDP’ê hat kirin. Xwestin di 22’yê Çileyê de kes tev li mîtîna li Amedê bibin.