spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna li dijî çanda tecawizê demdirêj e (1)

Ew ê hîn pir tişt bên gotin. Pir li ser bê axaftin. Divê bê gotin jî. Kes bêdeng nemîne. Dê rojnamevan li gorî rengê xwe/sekna xwe mijarê bigirin dest, dozger li gorî pergala xwe, malbat li gorî hişmendiya xwe, civat li gorî têgihiştina xwe, heta faîl jî li gorî xwe dê tevbigerin. Dê her kesek tiştek bêje. Tenê dengê qurbanê dê neyê bihîstin. Deng ji xwe ji binaxê nayê lê li ser axê jî bêdeng e qurban; li wir jî mirî.

Di mijara çanda tecawizê (rape culture) de ku mijar ne tenê destdirêjî ye, pirsgirêka herî mezin bêdengî an jî nebihîstina dengê jinê yan jî qurbanî ye. Her çiqas jinê bi giştî wek ‘qurban’ binavkirin li gorî min bi pirsgirêk be jî, di çanda tecawizê de êrîşa ser îradeya jinê, jinê dike wek qurban û ji ber vê yekê ji peyva qurbanî wêdetir peyv di destê me de namîne.

Sedemên çanda tecawizê, têkiliya wê ya bi baviksalarî, desthilatdarî, mêtingerî, şer û serdestiyê dê ne mijarên vê nivîsê bin. Sedem êdî xuya bûne, aşkera ne, bêşerm û bêrûmet in; her roj tiliyên xwe dixin nav çavên me, êrîşî jinan dikin. Lê bi qasî sedeman divê li ser têkoşîna li dijî çanda tecawizê jî bê sekinandin da ku em karibin çend encamên şênber jê derxin û deynin pêşberî civaka xwe û bi taybetî pêşberî jinên ciwan.

Êrîşa zayendperest a li dijî jinan li her derê cîhanê heye û ne tenê aîdê çand an jî herêmekê ye. Lê jin vê êrîşê li gorî taybetmendiyên civaka xwe cuda cuda dijîn. Wexta li hin deverên cîhanê jin bi kampanyayên wek ‘me too’, ‘no means no’, û ‘ni una menos’ balê dikişînin ser îradeya jinê û biryara wê ya azad, li hin deverên din jin li dijî sûcdarkirina qurbanê ku dawiya dawî jinê wek texrîkkar dibîne, têdikoşin.

Têkoşîna li dijî tecawizê divê li ser du milan bimeşe: yek jê divê hedefên demdirêj bigire pêşiya xwe û hemî civakê wek koma hedef bibîne. Ango di vê plansaziyê de mijarên li jêr ku li gorî teorî û pratîkên tevgerên jinan hatine rêzekirin, divê bên destgirtin:

– Sedemên çanda tecawizê teşhîr bikin û red bikin; hişmendiya ku serdestî û tundiyê ‘nêr’ û ‘xurt’, lawazî û bindestiyê ‘jin’ û ‘keç’ dibîne, sedema berdewamkirina çanda tecawizê ye.

– Bi rexne li mêrantiyê (û li jintiyê) binêrin, ka ev mîrate ji bo we tên çi wate ê; bi amûrên xwe-rexneyî û axaftinên komî hewl bidin, mêrantiyê bi rêbazên femînîstî ji nû ve pênase bikin.

– Têgihiştina xwe ya der barê çanda tecawizê de berfirehtir bikin; çanda tecawizê ne tenê destdirêjî ye, bi giştî hemî çalakiyên zirarbar li hember keçik û jinan, ên ku xweserî û azadiya wan ji wan distînin, tundiya li ser jinê, zewaca temen biçûk û ya bêdil, sunneta jinan, qelen, tacîz û hwd, ev hemî mînakên çanda tecawizê ne.

– Jinê sûcdar nebînin; ne kinc, ne vexwarin, ne dem û cîhê ku jin lê ye, nikarin wek sedem ji bo çanda tecawizê bê dîtin û nirxandin. Ev nêrîn destdirêjiyê rewa dike, jinê tawanbar dike. Ev rûreşî ye, divê bê dîtin.

– Çanda tecawizê tolere nekin; li ku dijîn bijîn, an jî bixebitin tundiya li ser jinê nepejirînin. Xwe berpirsiyar bibînin. Berpirsiyarî negirtin hevkariya sûcdariyê ye.

– Kategoriyên wek etnîsîte, zayend, nijad, ol û hwd. ast û bandora şîdetê û çanda tecawizê zêde dikin. Wek mînak mêtingerî şîdeta li ser jina neteweya bindest wek amûrê serdestiyê bi kar tîne. An jî homofobî şîdeta li ser kesên lgbtî rewa dike. Fundementalî/paşverûtî tunekirina olên din ji xwe re dike limêj.

– Jin xwe birêxistin bikin; tenê perwerde jinan ji destdirêjiyê naparêze. Bi her awayî îspatkirî ye ku jina rêxistinkirî zilmê napejirîne û li dijî wê serî radike. Her wiha sazî û dezgehên xweser ên jinan hêzê didin jinê, xweseriya wê pê didin nasîn û di rewşa şîdetê de bi hevkarî û alîkariyê kesa qurban ji rewşa têdeyî xelas dikin. Peşî li (xwe) kuştinê tê girtin.

– Ji bo bidawîanîna çanda tecawizê divê berpirsiyar bên cezakirin. Bi darizandin û mehkûmkirina tawanbaran civak çanda tecawizê wek sûc dibîne û dipejirîne. Darizandin bi tena serê xwe çanda tecawizê ji holê ranake, li gel vê divê hemû sazî û dezgehên fermî ji vê hişmendiyê bên rizgarkirin û li gorî esasa wekheviya zayendan ji nû ve bên sazûmankirin.

– Nerazîbûna xwe ya li dijî çanda tecawizê û şîdeta li ser jinê nîşan bidin: jin li her derê civakê, li ser kolanan, li mal, li kar leqayî şîdetê tên. Ev sûc pirî caran li pêş çavên dehan kesan tê kirin û sûcdar heta bêyî bireve, di rêya xwe de dimeşe diçe. Sûcdar wêrekiya xwe ji bêdengiya civakê digire. Nerazîbûn dê sûcdarî bixe nav fikaran.

– Zarokên xwe li gorî rêbazên wekheviya zayendan mezin bikin. Wan bi dubendiyên çêkirî û stereotipên zayendî perwerde nekin. Li hember dubendiyên li ser kolanan, li nav malê û civakê û li dibistanê têbikoşin.

Di nivîsa pêş de em ê li ser hedefên demkin/şênber û plansazkirina wan bisekinin.