19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna li dijî du blokên faşîst

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tengavbûna rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re li dijî bloka demokrasiyê her diçe êrîş zêde dibin. Di hedefa van êrîşan de HDP heye.
Li Tirkiyeyê ji ber krîza siyasî û aborî, hilbijartinên pêşwext ji her demê zêdetir di rojavê de ye. Sedema vê krîza heyî jî polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê yên antî demokratîk tên destnîşankirin. Bêguman di van salên dawî de li Tirkiyeyê gelek aliyên cuda bûn mexdûrê van zextan. Bi avakirina rojevên sûnî, her beşa civakê wekî ferd, sazî û dezgeh hatin teşhîrkirin. Gelek hunermend, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar bûn qurbanê vê siyaseta qirêj.

Di van rojên dawî de bi heman têgehê hin aliyên nêzî rejîma faşîst zimandirêjiyê li HDP’ê û siyasetmedarên kurdi dikin. Hewl didin ku têkoşîna wê lewaz bikin. Lê divê baş bê zanîn ku HDP li gorî konsepta hatiye sazkirin tevdigere û tifaqan bi pêş dixe. Hewl dide xwe bigihîne hemû beşên civakê û bibe dengê wan. Aliyên ku ji vê xebata HDP’ê aciz in, ji bo wê reş bikin her tiştî dikin. Lewma xebatên ku HDP dike jî dikin hedef.

Di siyaseta Tirkiyeyê de HDP li dijî du blokên faşîst têdikoşe. Divê em baş bizanibin ku li Tirkiyeyê hemû tifaqên siyasî li dijî îradeya kurd bi pêş dikevin. Tifaqa AKP-MHP’ê jî li ser vê bingehê bi pêş ve çûye. Di vê çarçoveya de zextên li ser sazî û partiyên kurd, her diçe girantir dibin. Ji ber vê dijayetiyê li ser têgeha nijadperestiyê, hema bêje li hemû bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan êrîşên hovane çêbûn. Rejîma ku di nava civakê de ev hişmendî çêkir, li hemberî van êrîşan jî bêdeng ma.

Desthilata AKP-MHP’ê hemû saziyên dewletê di çarçoveya dijayetiya gelê kurd de xistiye nava liv û tevgerê. Hin sazî û dezgehên qaşo “demokrat in” jî bi ber vî bayî ketine. Ev saziyên ku hêjmara alîgirên wan ji hêjmara malbatên wan kêmtir in, di her firsetê de zimandirêjiyê li ser îradeya siyasî ya gelê kurd dikin.

Çawa ku AKP û MHP hewl didin HDP’ê krîmînalîze bikin, CHP û ÎYÎ partî jî dixwazin wê bikşînin xeta kemalîst. Ev dijayetî di bingehê de înkara kurdan e. Lewma em dikarin bibêjin hemû aliyên xwe nêzî xeta HDP’ê dibînin jî dibin hedefa êrîşên van blokên faşîst.
Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin Deklerasyona “Aştî, Edalet û Demokrasiyê” ya ku HDP’ê di 27’ê Îlona 2021’ê de aşkera kir li dijî van êrîşan bersiva herî xurt bû. Di çarçoveya banga “Tifaqa Demokrasiyê” de HDP bi gelek aliyên cudan re rûnişt û xebat da meşandin. Di encama van hevdîtinan de HDP di 18’yê çile de li Enqereyê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re civiya. Piştî vê civînê, êrîşên li ser HDP’ê û parlamenterên kurd zêdetir bûn.

Ji ber ku îro li Tirkiyeyê muxalefeteke xurt nîn e, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dikare bi vî awayî zextên giran li ser partiyên siyasî û rêxistinên civakî bimeşîne. Ji ber ku di tabloya heyî de li Tirkiyeyê bloka CHP-ÎYÎ partiyê jî nikarin bibin alternatîfeke xurt û hêviya pêşeroşeke xweştir nadin, dibin dûvikê rejîmê. Lewma ev blok jî mîna rejîma desthilatdar naxwaze hêzeke xurt ya muxalîf li welêt bi pêş bike.

Ji bo pêşiyê li vê hêza muxalîf bigrin HDP’ê dikin hedef. Rejîma tekoyeko bi polîtîkayên qirêj, hewl dide HDP’ê bi tenê bihêle û derdora wê vala bike. Hemû êrîşên li ser avahî û alîgirên HDP’ê pêş dikevin, bi vê zihniyetê ve girêdayî ne.

Li bakurê Kurdistanê sazî û kesayetên nêzî PDK’ê jî li gorî vê konseptê tevdigerin. Bi ragihandina sazî û dezgehên PDK’ê, hewl didin li bakurê Kurdistanê li gor siyaseta xwe rojevekê ava bikin. Bi rojevên sûnî dixwazin rojeva gel bidin guhertin.

Lewma em dikarin bibêjin di vê atmosfera siyasî de xwedîderketina li HDP’ê ji gelek aliyan ve girîng e. Xwedîderketina li HDP’ê, valaderxistina polîtîkayên qirker û faşîst e. Ji ber vê yekê divê em hîn zêdetir li derûdora HDP’ê tifaqa xwe xurt bikin.