25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna meymuna mê bi ser ket û bû alfa

Li Japonyayê di parkeke xwezayî ya ku 70 sal berê hatibû avakirin de meymuneke mê serî li hember meymunê nêr rakir û bû pêşenga 677 meymunan.

Zanyarên ku daneyên 70’ê salan nirxandin, diyar dikin ku ev bûyer pir kêm tên jiyîn. Li gor agahiyan meymuna 9 salî ya bi navê Yakeî 10 kîlo ye. Yakeî piştî têkoşîna xwe ya 5 salan bû meymuna alfa.

Ewilî li dijî dayika xwe serî rakir

Yakeî di serî nîsanê de êrîşî dayika xwe dike û di rêya alfabûnê de gavên xwe yên destpêkê diavêje. Tê gotin ku heta niha tu meymuneke mê di vê mijarê de gavên bi vî rengî neavêtine.

Yakeî piştî dayika xwe vê carê li hemberî meymunên nêr serî radike. Yakeî di meha hezîranê de li hemberî Sanchu yê ku 5 salan mêrê meymun ê alfa bû û 31 salî ye, serî rakir û mêrê alfa têk bir.

Xebatkarên parkê diyar kirin ku di nava 70 salan de heta niha tiştek bi vî rengî nedîtine û gotin ku biryar dane dê bi rêya fistiqan vê rewşa nû piştrast bikin.

Xebatkaran di 30’ê hezîranê de fistiq danîne erdê û benda ka ji wan kîjan dê destpêkê fistiqê bixwe, mane.

Piştî demekê hatiye dîtin ku meymunê nêr Sanchu xwe daye paş û destpêkê fistiqê meymûna mê Yakeî xwariye.

Piştî vê ceribandinê statuya alfabûna Yakeî hatiye piştrastkirin.