20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna parastina xwe

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 9’ê cotmehê de bi pêşengiya dewleta tirk di navbera PDK û Bexdayê de peymanek hat îmzekirin. Li gor peymanê, divê ji derveyî çekdarên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê, tu hêzên din li Şengalê nebin. Hêzên hene jî divê demildest ji herêmê derkevin û çekên xwe radestî hêzên rejîmê bikin.

Piştî îlankirina naveroka peymanê di serî de gelê Şengalê ji gelek deverên kurd lê dijîn, bertekên xurt li dijî vê peymana îradeya gelê herêmê înkar dike hatin nîşandan. Tevî hemû nerazîbûn û xwepêşandanan, ji aliyên ev peymana korsan îmze kirine ji bo bigihêjin armanca xwe demildest hêzeke zêdetirî 10 hezar çekdar şandin herêmê.

Ev hêza ku piraniya xwe ji polîsên federal ên artêşa Iraqê pêk tên wek gava yekem li ser xeta sînorê di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de bi cih bû. Cihên ku polîsên leşkerî yên artêşa Iraqê lê bi cih bûne, nûnerên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wek dorgirtina Şengalê û amadekariya fermaneke nû nirxandin.

Ji bo pêşîgirtina bûyerên nexweş û îhtîmala pevçûna di navbera hêzan de, şandeyek ji Şengalê derbasî Bexdayê bû û di nav de serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, bi gelek aliyên girîng re hevdîtin kirin. Ev yek li Şengalê, ji aliyê gelek kesan ve bi erênî hat dîtin.

Tevî hemû hewildanên şengaliyan, hêzên dagirker ên bi kevneşopiya serdestiyê re tevdigerin îradeya gel ji nedîtî ve hatin. Lewma ji bo li vê herêma ku ji aliyê gelê xwecihî ve tê birêvebirin û parastin îradeya azad têk bibin û serdestiya xwe serwer bikin, ketin nav liv û tevgerê.

Ev hemleya artêşa Iraqê ya bi hevkariya PDK’ê bi pêş dikeve, metirsiya li ser herêmê zêdetir kir. Di şêniyên herêmê de pirsa “gelo dîsa amadekariyên fermanê tên kirin?” çêbû. Ji ber ku gelê herêmê xwedî tecrûbe û ezmûneke xurt bû, ev pirs dikirin.

Hêzên gelê Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an bê parastin hiştin û bûn sedem ku bi deh hezaran êzidî dîl têkevin destê DAIŞ û bi hezaran jî bên qetilkirin, niha hatine doza maf dikin. Gelê Şengalê van kesan baş nas dike û ji êşên heta niha kişandî jî ezmûneke baş derxistiye.

Gelê herêmê êdî bi tu awayî naxwaze bi ferman û komkujiyan re rû bi rû bimîne. Lewma ew di ferqê de ne ku veguhastina hêzên iraqî û hevkariya PDK’ê ji bo wan tê çi wateyê û bi demdirêjî wê çi bi wan bide wendakirin. Ji ber vê ji heft salî heya heftê saliyan, şengalî îro li ser piyan e û doza mafê xwe dikin.

Cara yekem e ku gelê Şengalê di vê astê de dibe xwedî bîra xweparastinê. Dibe xwedî bîra xwebirêvebirinê. Êdî ew dizanin xweparastin û xwebirêvebirin ji bo gelan tê çi wateyê û çi bi wan dide qezençkirin. Lewma şêniyên Şengalê ji roja ev peymana qirêj a di bingeha wê de înkarkirina îradeya gelan heye, dizanin tê çi wateyê û dê demdirêj bi herêmê çi bide wendakirin.

Têkoşîna êzidiyan û gelên piştgirî didin berxwedan û hewildanên gelê Şengalê di bingeha xwe de parastina demografiya herêmê heye. Dewletên serdest ango dagirker û bi hevkarên xwe re dixwazin li herêmê îradeya gelê azad ji holê rake. Ji ber vê yekê têkoşîna civaka êzidî dide meşandin, ne têkoşîna parastina herêmeke biçûk e. Di bingeha xwe de xwedî li hebûna xwe derketin e. Lewma têkoşîna îro tê dayîn û xwedîderketina îradeya xwe, ewqas bi nirx û wate ye.

Di dîrokê de cara yekem e ku civaka êzidî ji bo mafê xwe li kolanan e; cara yekem e ku xwe di vê astê de birêxistin dike û têdikoşe. Di van şeş salên piştî fermana çeteyên DAIŞ’ê de bi serê wan de anî û şûn de, şengaliyan xwe baş perwerde kiriye û êdî bûne xwedî fikreke xurt. Lewma tevî hemû hewildanên înkarê jî di asteke hêja de li ber xwe didin. Ev berxwedana keç û xortên êzidî ji bo gelên herêmê jî dibe çavkaniya têkoşîn û moralê.

Pergala îro li Şengalê hatiye avakirin, bi temamî îradeya gelê herêmê û berxwedana wê ve hatiye bidestxistin. Çi dibe bila bibe pêwîst e îradeya gelê Şengalê, gelê ku reseniya herêmê vedibêje bê esasgirtin. Hewildanên hebûn û îradeya gelê Şengalê nas nakin, wê nikaribin li ser vê axa pîroz bigihêjin armanca xwe.

Mixabin sedema vê rewşa aloz û xirab dîsa PDK ye. Li Kurdistanê çi tişta nebaş û xirab hebe di bin de bi awayekî hevkariya PDK’ê derdikeve. Êdî gelê kurd naxwaze bibe qurbanê siyaseta pûç a PDK’ê. Ji ber vê yekê di cewhera têkoşîn û berxwedana gelê Şengalê de, lidijderketina van polîtikayên şaş ên PDK’ê heye.

Di encama hewildan û berxwedana gelê Şengalê de heya radeyekê pêşniyarên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji hêla hikûmeta Bexdayê ve hatine qebûlkirin. Li gor van hevdîtinan wê hejmarek asayîşa Êzidxanê di nav Şengalê de bimîne, lê li ser hejmara wê hîn li hevkirineke bingehîn çênebûye.

Ev ji bo YBŞ û YJŞ’ê jî derbasdar e. Dîsa li gor peymanê divê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê xwe fes bike û êdî kar neke. Em bala xwe bidênê, hêzên dagirker di bingehê de êrîşî pergala xweparastin û xwebirêvebirinê dikin. Ger îradeya xweparastin û xwebirêvebirinê ne di destê gel de be, wê demê gel bêîrade dimîne û rê li ber hemû êrîşan vedibe. Ji bo civak bi hewceyî wan bibe û bêyî wan nikaribe tiştekî herî biçûk jî bike dixwazin hîmê civakê têk bibin. Bêguman PDK di vir de dikeve dewrê. Dîsa dixwaze bêje, “Ez ê we biparêzim, bi rê ve bibim û xwedî li we derkevim” lê li gor çi?

Gel xwedîderketin û parastina PDK’ê ya di sala 2014’an de baş dît. Lewma êdî ew bi tu awayî naxwazin wan êşan dubare bijîn. Naxwazin PDK êdî mîna şivanekî li ser serê wan xwe mezin bike.

Berxwedana gel û têkoşîna parastina destkeftiyên gelê herêmê gihaştiye asteke pîroz. Lewma pêwîstî heye ku PDK vê rastiya derketiye holê bibîne û rêz nîşanî vê îradeya azadîxwaz û mafdar bide.