19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Telefon qut bû, fikar zêdetir bûn

Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û zextên li girtîgehan bi dawî bibin 4 meh in li dehan girtîgehan girtî di greva birçîbûnê de ne û grev hêj dewam dikin. Her wiha herî dawî li ser medyaya civakî têkildarî Ocalan hinek parvekirin hatin kirin û piştre di serî parêzerên Ocalan, partiyên siyasî, saziyên civakî û bi çalakiyên protesteyoyî hat xwestin ku bi Ocalan rev hevdîteneke rûbirû were kirin.

Herî dawî di 24’ê adarê de ji Girtîgeha Îmraliyê ji Mehmet Ocalan telefon hatiye vekirin û gotine di 25’ê mijdarê saet 13:45’an de biçe Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re hevdîtinê bike. Mehmet Ocalan  têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got ku hevdîtin ji girtîgehê telefon vekirine û gotine 25’ê adarê, saet 18:00’an de li Edliyeya Rihayê li odeyeke jêr bi Ocalan re telefonê axiviye, dengekî zirav bû.

Behsa bêhiqûqiyan kir

Mehmet Ocalan anî ziman ku telefon lêdaye û bi vekirinê re kekê wî Ocalan jê ev pirs kirine: “Tu çawa hatiyî vir? Kî te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?” Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de axaftina xwe domand: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li ser qûtbûna telefonê ji rayedarên li wir amade bûne re rewşê ragihandiye û wan jî xwestiye ew bisekine û wiha domand: “Pişt re telefonek din jî hat. Yê geriya kesek din bû. Ji min re got divê tu bisekinî û divê ez wir neterikînim. Nêzî 10-15 deqîqeyan sekinîm. Pişt re min got telefon nayê. Min ji rayedarên wir re jî ragihand. Pişt re ji min re gotin ku hevdîtin qediyaye.”

Mehmet Ocalan bang li CPT, Konseya Ewropayê, rewşenbîr û parazvanên mafên mirovan kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin.

Parêzeran daxwaz dûbare kir

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Daxwaza me ya hevdîtina bi lezgînî ya bi birêz Ocalan re hêj berdewam e. Lewra birêz Ocalan jî di dawiya hevdîtina xwe de diyar kir ku ew jî bicihneanîna daxwaza hevdîtinê qebûl nake û ev rewş dijî hiqûqê ye. Piştî vê hevdîtin hatiye qutkirin. Em van geşedanan bi raya giştî re parve dikin û bang li rayedaran dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û berpirsiyarê werbigirin.”

Her wiha Hamîlî Yildirim ê li gel Ocalan dimîne jî hevdîtinek kurt kir û telefona wî jî hatiye qûtkirin. Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî yên li gel Ocalan dimînin bi helwesta protestokirina tecrîdê hevdîtinê red kirin.

Berdevka HDP’ê: Demildest hevdîtin divê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî qutkirina axaftina telefonê ya bi Ocalan re li meclisê daxuyanî da û wiha got: “Em ji vê derê li hikumetê, li Wezîrê Edaletê, li rayedaran dipirsin; Li Îmraliyê çi diqewime? Tevî ku mafekî xwe yê qanûnî ye, çima hûn hevdîtina malbatê ya li Îmraliyê asteng dikin? Hevdîtina parêzer-muwekîlan hîmê bingehîn ê mafê parastinê ye. Hûn çima hevdîtinên wekîl-muwekîl li Girava Îmraliyê asteng dikin? Gelo ne hûn bûn ku we gotin astengî li pêşiya hevdîtina bi parêzeran re nîne. Axaftina bi telefonê fikar ji holê ranekir, berevajî zêde kir. Yekane tişta ku dawî li fikarên têkildarî ewlekarî û tenduristiya birêz Ocalan bîne, hevdîtina rû bi rû ya malbatê û parêzeran a bi birêz Ocalan re ye.”