25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temaşe bi dijîtal derket

Hejmara yekemîn a kovara sînemaya kurdî Temaşe, gihişt ber destê xwîneran. Kovar dê sê mehan carekê bê weşandin. Tevahiya wê jî li ser malpera wê ya înternetê bi awayê PDF’ê dikare bê peydakirin.

Xwedî û berpirsiyarên kovarê Mehmûd Beyto û Cîhan Ûlûs in. Di kovarê de nivîsên li ser sînemaya dinyayê jî wê hebin. Têkildarî sînemaya kurdî, rêûresma kurdî, xak, ziman û çanda kurdan wê pêşniyaz û rexne jî hebin.

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil a Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, pêlên nû yên sînemayê, sînemayên neteweyî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî di kovarê de cih digirin. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî  giran.

Ji bo destpêkê û hejmara yekê, mijarên li gorî wê derketine pêş; nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka sînemaya kurdî hene, paşê ji mijarên roja me serpêhatiyeke biçûk û rewşa Netflîksê, wekî gelek cureyan mîzaha di nav sînemayê de hatiye nirxandin. AMED