25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tenduristiya cîhanê hişyariya mutasyonên nû kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê da xuyakirin ku şerê bi koronayê re bidawî nebûye û mutasyonên nû derdikevin holê.

Piştî 18 mehan rewşa awarte ya li seranserê cîhanê hê jî talukeya vîrûsa Covîd 19  berdewam dike û bi mutasyonên nû li gelek deverên dinyayê dîsa belav dibe.

Mutasyonên koronayê

Heta niha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê agahî der barê 4 cureyên mutasyonên Covîd 19 de dane.

Navê van 4 mutasyonên taluke wiha ye:Alfa, Beta, Delta û Gamma ye. Mutasyona Deltayê cara yekemîn li Hindistanê hatiye dîtin û bi rengekî gelekî lezgîn li gelek deverên cîhanê belav bûye.

Niha Rêxistina Tenduristiyê herî zêde bala xwe dide ser belavkirina derziyên Covîd 19 û bang li welatên xwedî imkanên zêde dike ku parvekirineke adilane were kirin û her kes bikaribe xwe bigihîne van derziyan.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Tenduristiyê Covîd 19 ji destpêka belavbûna wê ya di sala 2019’an de heta niha bûye sedema mirina 4,061,908 kesan.