spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tenduristiya gurçikan û hemodiyalîz

Di serê nivîsê de divê em pêşî pênaseya gurçik, hemodiyalîz û delametê ya van herduyan bikin. Ha vê jî diyar bikim, ev nivîskara we di sala 2017’an de ji zaningeha Yakin Doguyê destûrnameya teknîkerîya diyalîzê sitendiye, belê weke gelek ciwanan neçûye ser karê xwe. Axir me jî got bila ev destûrname betal neçe gorê, em bi kurmancîya şîrîn gelê xwe li ser gurçikên wan agahdar bikin.

Gurçik; beşek ji organên derxistinê ye û dişibe fasûliyeyê, her yek digihe heya nêzî 13 cm. Ev organ di serî de ure (daringa biazot ku bi mîzê ji bedenê derdikeve) tiştên go wê bê avêtin ji nav xwînê diparzinîne û wan bi avê re weke mîzê ji laş derdixe. Yanî tiştê nebaş û bê avêtin bi saya gurçikên me tê avêtin. Ew hin mîneralên ku ji bo laşê me hewce ne di hevsengîyê de dihêle. Ev mîneral; xwê, potasyûm, magnezyûm, av, glîkoz û proteîn in. Her wiha bi alîkarîya hormona renîn ku ew çê dikin tansîyona xwînê di hevsengîyê de dihêle. Dîsa bi hormona erîtropoetîn( ew çê dike) mêjiyê hestî teşwîq dike û alîkariya hilberîna xwînê dike. Bi misogerkirina karanîna vîtamîna D ku di laş de tê girtin ew rêjeya kalsiyûm-fosforê di xwînê de hevseng dike û beşdarî avahiyek hestî ya tendurist dibe. Îcar bifikirin go gurçikên we êdî nema dikare van xebata bike, herdu jî têk diçin. Du cûreyên têkçûna gurçikan hene; akût û kronîk. Akût bi bûyerên ji nişkêvê pêk tên heke zû bên tedawî kirin îxtîmal heye baş bibin. Ev bûyer weke mînak; tansîyona ji nişkêve daketî, îltîhabgirtina gurçikan, derbaskirina emelîyatên mezin, alerjîgirtina hin dermanan, hin jahrîketin, girtîbûna rêya îdrarê( weke kevir).

Têkçûyîna kronîk ya gurçikan; di demeke dirêj de çê dibe. Diyabet, bilindbûyîna tansîyon, nexweşiyên damarî yên gurçikê, nexweşiyên din dibin sedema tekçûyîna kronîk a gurçikan. Nîşaneyên van tekçûnan jî bi bêhalbûn, dilxelandin, vereşandin, bêîştahî, edema ji ber kombûna av û xwê di laş de, bilindbûna tansiyon û hwd.
Em werin cihê kar û barên mîna tedawiyê. Tedawîya têkçûyîna gurçika sê tişt in: hemodiyalîz, diyalîza perîtonê û ya herî xweş dîtina gurçikek nû ye, yanî neqil. Em ê gelekî li ser dîyalîza perîtonê nesekinin ji ber ku karekî taybet e, nexweş bi taybetî li malên xwe bikartînin.
Di fêrbûna du salan de bêhtir bala me dan hemodîyalîzê ji ber wê ez ê behsa hemodîyalîzê bikim.

Hemodiyalîz, yanî gurçikên çêbûwar bi rêya mekîneyek 110 kg xwîna nexweş tê paqij/parzûn kirin. Yanî erka ku êdî gurçikên me nikarin bikin ev mekîne dike. Li gor tenduristîya nexweş heftê du yan sê caran nêzî 4 saetan ev kar tê kirin. Di nava 4 saetan de 70-100 lître xwînê diparzinîne, hema gurçikên mirov nêzî 150 gram e û dikare 1500 lître xwînê biparzinîne. Nexweş ji jiyana asayî dûr dikeve, bi stresa fizîkî û derûnî rû bi rû dimîne. Ji bilî van, tedawîyan dîyet û dermana, girêdayîbûna mekîneyekê, her wiha stresa herî mezin ew dema dikevin diyalîzê ye. Ji ber van ji xwe divê her nexweş psîkoterapîya taybet bigire. Di vê kirê de du cûreyên vekirina damar hene ji bo dan û standina xwînê; yek jê damara ku xwîna paqij jê diherike û ya xwîna lewitî diherike bi kireke cerahî ser hev vedikin û didirûn û dikin yek damar, ew damar ji damarê me yê normal qalintir dibe, xwîna tê de berfirehtir diherike( bi çeng tê vekirin). Ji ber vê yekê jî derzîya nexweşên hemodiyalîzê qalind e, zêde pratîka min bi derzîya serûmê ya asan tun ye. Ji bo xwe ji vê kêmasiyê jî xelas bikim her car dibêjim: “Law ma ev çi ye. Min bi derzîyên weke şûjinan damar vekirine, ev gelekî zirave. Ji ber wê kêmasiya min heye.” Rastî dibêjim weke şûjina qalind e, dibe ku piçekî jê ziravtir be. Hûn piştî vê nivîsa min ji meta google bipirsin ji xwe re. Ji xwe piştî we ew derzî dît hûnê weke xoşewîstan xwe ji gurçikên xwe hez bikin û jê re helbestan binivisînin.

Cureya din kateter e, kateterê dikarin li aliyek damarê qirikê yan li damarek lingê jorîn an jêra bazinê stû yanî li damarê mezin tê vekirin. Hema temenê kateterê ji ya arteriyovenûz fîstulê (ya li çeng vedibe) kintir e.

Min li jor behsa diyetê kiribû dixwazim wê hinekî din diyar bikim. Her wiha diyeta her nexweşî taybet e. Belê li gor pispora divê nexweşek diyalîzê heke bikaribe rojê 2 lître îdrar bavêje û rojê 3 lître şile/av bistîne laş( 2 lître jî têra hin nexweşan dike). Wextê nexweş têne diyalîzê pêşî li kîloyên wan tê nerîn û li gor zêdebûna şile/kg li ser mekînê nîşan didin bê wê rojê çend kg zêdebûnê jê bistînin. Me dikarîbû heya nêzîya 4 kg bistîne hema hin nexweş bi 6- 7 kg zêdebûnê dihatin ev jî ji bo wan bi talûke bû û diyalîza xwe bi êş derbas dikirin. Her wiha nikarîbûn 4 saetên xwe dagirin. Nexweşiya gurçikên kronîk li cîhanê bûye weke şewbeke girîng ji bo tenduristîya civakê. Mirov zû pê bihese dikare bibe astengdarê wê yan pêşveçûyîna wê dereng bike. 12’ê adarê roja cîhanî ya gurçikan e. Lêkolînên ku li deverên cihêreng ên cîhanê hatine kirin destnîşan kir ku hişmendîya nexweşiyê di bin ya sedî 10 re ye mixabin.

Ji bo pêşîlêgirtina nexweşiya gurcikên kronîk; bi rêkûpêk exercise. Bi tenduristî bixwin û giraniya laşê xwe biparêzin. Xwê kêm bikin, têr av vexwin.
Cixarê nekişînin.

Vexwarina alkolê sînordar bikin

Tansîyona xwînê û şekirê xwînê di bin kontrolê de bigirin.
Dermanê ku bijîşkê we nedaye we/bêbîr venexwin. Wexta hûn va kira bikin êdî wê gurçikên we ji we re helbesta bixwîne

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê