Rojnameya Heftane

Tenê nav sererastkirine

Navenda Nûçeyan

Sererastkirina înfaza cezayan ku ji 11 qanûn û 70 xalan pêk tê, di 4’ê nîsanê de li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hat qebûlkirin. Beriya qebûlkirinê, li ser xalên 11 qanûnan di navbera partiyan de gelek nîqaş hatin kirin. Li gel nîqaşên ku hatin kirin jî AKP-MHP’ê ji ber hejmara xwe ya zêde sererastkirin weke xwe ji komîsyonê derbas kir.

Sererastkirina înfaza cezayan piştî derbasbûna ji komisyona edaletê, roja 7’ê nîsanê hat lijneya giştî ya meclisê. AKP-MHP bi vê sererastkirinê dixwazin alîgir û hevkarên xwe yên hatine girtin, bidin berdan. Dîsa bi vê yekê dixwazin siyasetmedar, rojnameger, akademisyenên ku li dijî xwe dibînin jî terkî mirinê bikin.

Sererastkirin hat şermezarkirin

Ji ber vê helwesta AKP-MHP’ê, li lijneya giştî di navbera partiyên muxalefetê û AKP-MHP’ê de li ser xalên sererastkirinê nîqaşên tund hatin kirin. Koma HDP’ê roja destpêkê ya hevdîtinên li ser sererastkirinê, li lijneya giştî çalakî li dar xist û sererastkirin şermezar kir. Roja duyemîn jî Koma HDP’ê, bi meşekê sererastkirina AKP-MHP’ê şermezar kir.

Di hevdîtinan de HDP û CHP bi muxalefeteke tund li dijî pakêta ku AKP-MHP dixwazin tenê 90 hezar girtiyan berdin derketin. Parlamenterên her du partiyan jî di axaftinên xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehan û girtiyan û daxwaz kir ku li gorî şertê wekheviyê siyasî tev li sererastkirinê înfaza cezayan bên kirin û bên berdan.

Girtiyan serî hilda

Di nav hefteyê de li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê jî li dijî sererastkirina înfaza cezayan ku cihêkariyê dike, girtiyan serî hilda. Serhildana girtiyan saetên berê êvarê dest pê kir û heta derengiya şevê berdewam kir. Girtiyan agir berî qawişên xwe da û li dijî sererastkirina înfaza cezayan a newekhev derketin.

Piştî bi saetan girtiyên ku serî hilda hatin qanihkirin û serhildan bi dawî bû. Ji ber ku serhildana girtiyan girtîgeh kir rewşeke ku nikare bê bikaranîn, girtî sewqî Girtîgeha T4 a Amedê hatin kirin. Di sewqkirinê de û li Girtîgeha T4 a Amedê girtî hatin derpkirin. Rêxistinên sivîl ên ku serhildan û sewqkirina girtiyan şopandin jî ragihand ku girtî bi awayekî hovane hatine derpkirin.

Serlêdana ji bo Îmraliyê red kirin

Dîsa serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku ji bo agahîgirtina tevdîrên ku li Girava Îmraliyê ji bo muwekîlên wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hatin girtin, bigirin jî hat redkirin. Serlêdana ji bo hevdîtina bi telefonê jî bi hinceta  “biryara sînordarkirina 6 mehan” hat redkirin.

Ji ber van helwestên AKP-MHP’ê yên li dijî girtî û girtîgehan, gelek rêxistinên sivîl jî di nav hefteyê de gelek daxuyaniyên nivîskî weşandin. Rêxistinan nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya sererastkirina înfaza cezayan şermezar kir û xwestin ku bergiriyên pêwîst li girtîgehan bên girtin û hemû girtî bi sererastkirina îfaza cezayan re bên berdan.

Di pêvajoya ku sererastkirtina înfazê li lijneya giştî ya meclisê dihat nîqaşkirin de du girtiyan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. 8’ê nîsanê ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Zarokan a Şakranê ve hat angaştkirin girtiyê bi navê Alî Erdogan ê 17 salî di 4’ê nîsanê de întîhar kiriye. Malbata Erdogan li dijî vê angaşta rêveberiya girtîgehê derket û got ku ew bawer nakin kurê wan întîhar kiribe.

Dîsa 8’ê nîsanê derket holê ku girtiyê 70 salî Mehmet Yeter li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yeter bêyî ku malbata wî bê agahdarkirin li Bafrayê hat veşartin. Kurê Yeter Ferhat Yeter, got ku rêveberiya girtîgehê mirina bavê wî ji wan re ranegihandiye û bi rêya girtiyek bihîstiye ku bavê wî jiyana xwe ji dest daye.