20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tenêtî

Mizgîn Rêwî

Li bin ezmanê şîn bombe dibariyan bi ser laşên biçûk de. Hêviyên wan têk diçûn. Xwelî diket nav çavên wî yên biçûk. Li derdora xwe dinihêrî da ku yekî nas bibîne lê na tu kesên nas nedidît di stargehê de.Tenêtî di vî temenê biçûk de bûbû parawî tik û tenê çavên xwe digirt. Dixwest tiştên xweş bifikire lê nedibû dengê girîna zarokan hawar hawara jinan nedişiht bifikire. Dema bêdengî çêbû, derketin derve. Dîmenên li derve qet jî xweş nînbûn, kesên negihîştine stargehê li kolanan xwe veşartine, birîndar bûne hin ji wan canê xwe ji dest dane. Di nav miriyan de li rûyek nas digeriyan çavên wî yên biçûk. Dilê wî diesirî, laşên perçebûyî ew dikir nav fikaran, gelo dibû ku bav an jî dayika wî be.

Dema li kolanê dinihêrî, matmayî dima, ev xaniyên xerabûne kîjan ji wan mala wan bû? Nizanibû. Dikir nedikir ji hev dernedixist. Çavên wî bi cilek ketibûn, dema reviyabûn. Cara dawî vî cilî dîtibû. Çû li ber sekinî bi destên xwe yên biçûk xweliya li ser çavên wê paqij kir û lê nihêrî. Wekî ku di xewek şêrîn de be, xuya dibû. Ew hejikand, deng lêkir, ‘dayê dayê ka rabe serxwe em herin dayê, dayê…’

Dengê balafiran dihat û ji dûr ve hawarek bi xelkê ket, ‘rabin herin sitargehan, şer derketiye.’ Bavê wî wekî ku tevizîbe li ber televizyonê sekinîbû. Dayika wî jî bi destê xwişk û birayên wî girtibû, li ber derî li benda wan bû. Çû destê xwe da ser milê bavê xwe got, ‘bavo ka rabe em herin dengê balafiran tê’ lê bavê wî wekî ku qutufîbe bê liv û tevger di cihê xwe de cemidî bû. Dayika wî gazî kirê jê re got hûn herin sitargehê, em ê jî werin. Wî got dayê ez nizanim sitargeh li ku derê ye. Dayika wî jê re got mirov bi kîjan alî ve çûn, hûn jî bi wê derê ve herin. Derketin derve. Herkes bi aliyê jor ve baz dida. Wan jî dest bi bazdanê kir. Kes li benda kesê nedisekinî; wey li wî ku xwe xelas bike. Car caran li pey xwe dinihêrî lê dayika xwe û bavê xwe nedidît. Cardin li pey xwe nihêrî. Dayika wî jê re dest dikir, ber pê ve bazda lê ew paşde zivirî. Li xwişk û birayên xwe gerand çavên xwe lê wan nedî dîsa dest bi bazdanê kir. Dengê balafiran nêztir dihat. Ket hundirê stargehê. Bi ketina wî ya hundir re dengê teqînekê hat. Derê stargehê girtin. Gumîna bombeyan dihat. Çavên wî li xwişk û birayên wî digeriyan lê ew nedidîtin.

Tenêtî çiqas tiştekî pîs bû. Li derdora xwe dinihêrî lê kesên çav li wan digerand nedidîtin. Fêm kir ku êdî bi tena serê xwe ye lê meraq dikir ka çi bi serê wan ve hatiye; li ku derê ne, sax an mirî ne. Dema çav bi xwişka xwe ket, got qey xewnek dibîne. Ber pê ve bazda. Destê xwe avêt destê wê, kaş kir. Ew jî fetilî bi awirên vala li birayê xwe nihêrî. Çavên wê li derdorê digeriyan. Wê jî laşê bavê xwe ê bêgiyan dîtibû keribîbû, nezanîbû ka çi bike. Bi destê eta xwe girt û dest bi meşê kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê