spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Teoriya çewalê mişkan

Min çîrokek balkêş li ciyekî xwend û min dît ku gelekî li rewşa me kurdan tê, lewre min ew çîrok ji erebî wergerand ji bo ku kesên bi erebî nizanin jî sûdê ji vê çîroka balkêş bigirin.
Dibêjin carekê endezyarekî misrî bi tirênê ji gundekî Seîda Misrê diçe Qahîreyê. Di rê de cotkarekî seîdî li kêleka wî ye. Çewalek li ber lingên wî mirovî ye û her kêlîkekê çewal dihejîne û dîsa dixe ber lingên xwe. Ne carek ne deh car, ew cotkar wiha dike. Ev yek bala endezyar dikişîne û ji mirovê cotkar re dibêje; tu kî ye û çi mesela vî çewalî ye ku her kêlîkekê tu wî dihejînî.
Cotkar dibêje navê min Hesenên e û ev mirovekî cotkar im. Ez nêçîra mişk û cerdonan dikim wan digirim û dibin Qahîreyê ji bo navendeke lêkolînan.
Eendezyar dibêje: tu çima her kêlîkekê wan dihejînî. Hesenên dikene û dibêje ez wiha nekim wê yek ji wan çewal bi diranê xwe biqetîne û wê tev ji çewal birevin. Dema ez çewal dihejînim ew aciz dibin û bi hev dikevin, heke ez wiha nekim, dibe ku xwe bi qetandina çewal mijûl bikin.
Îca heman tişt ji bo gelê Rojhilata Navîn jî derbasbare. Zirhêzên navnetewî û desthilatdarên dinyayê nahêlin ku serê me rihet bibe û em ji bo xwe tiştekî bikin. Em her bi şerê di nava xwe de mijûl in. Em bi hev dadikevin û rêya ber lingê xwe nabînin ku tiştekî kêrhatî ji xwe re bikin.
Herî zêde jî kurd zirarê ji vê yekê dibînin ji ber ku her dem dest ji dijmin berdidin, dest ji çareserî û pêşketina xwe berdidin û bi şerê hev dadikevin.
Dijmin, mixabin ku di hemû dîroka kurdan de sûd ji vê yekê wergirtiye û herdem kurd li dijî kurdan bikar aniye.