Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Teoriya medyaya femînîst II

Rojnamegerî hê jî giredayî çanda xwe ya berê ye. Bi taybetî jî li navenda nûçeyan çanda mêrbûnê didome, li vir nêzîkatiyên kesan an jî baweriyên kesan pir zêde girîng nayên dîtin

Linda Steiner

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi wî awayî dê jin di bin rêveberiya jinan de zêdetir roleke afrîner û erênî bilîzin. Her wiha di weşangeriyê de jin û mêr (ji hev û du cudatir) wê bibin xwedî tarzeke rêveberiyê. Bi taybetî jî di rojnamegeriyê de îdiayek hebû ku mêr piranî bala xwe didin ser nûçeyên giran û bi vî awayî jî çavdêriya mêran zêdetir derdixin pêş, li dijî vê nêzikatiyê jî jin bi taybetî bala xwe bidine ser nûçeyên ku jinan eleqeder dikin û piranî jî çavdêriyên jinan derbixin pêş. Li gorî pêdiviya temaşevanan jî li ser xeta etîk û exlaqê naverok ji nû ve biafirînin. Li vir di hêla îzahkirinê de pênaseyên li ser her dû cinsan tên kirin pênaseya teoriya femînîzma çandî ye ku li gorî vê teoriyê jin ji mêran jêhatîtir e. Ev jêhatîbûn jî bi taybetî di kar û xebatên medyayê de jin ji mêran guncavtir dike. Romy Frohlich (2004), di nav fikaran de ne ku taybetmendiya jinan a xwezayî wek civakîbûn, empatî û hwd… dibe ku potansiyela jinan a kar û xebatê sînordar bike.

Di dîrokê de cudahiyên di navbera jin û mêran de hene tim li ber çav bûn. Ji derveyî hin cureyên rêzefîlman (soap opera an jî pembe dîzî) û magazînan, jin di medyayê de cih negirtibûn. Lê gava ku jin bêtir di qada televîzyon, fîlm û rojnamegeriyê de cih girtin û xwe nîşan dan ji aliyê hinek teorîsyenan ve hat destnîşankirin ku di navbera xebata jin û mêran de cudahî nîne. Ji bo pênasekirina vê rewşê jî fizîknas li ser têgehekê disekinin. Girseya kritîk (critical mass), di fizîka nûkleerê de ji bo pêdiviya reaksiyoneke nûkleer a domdar dabeşkirina materyalan e ku vegera vê kirariyê nîne. (Dahlerup,2006) Cara ewil jî siyasetmedar û karsaz vê têgehê bi kar tînin. Li vir xalek heye ku şîrketên mezin dibin êdî ji asteke şûnde kar û xebatên xwe bi xwe didomînin û hewcedariya wan a veberhênanê namîne. Li gorî vê teoriyê jî heke nûçegihanên jin bikaribin xwe bigihînin asta ‘girseya krîtîk’ ew ê zêdetir bikaribin mafên xwe bi dest bixin.

Balkêş e ku teoriya girseya krîtîk, di nav hin kesan de dibe sedama metirsiyê. “Heke jin bi awayekî serketfî tev li kar û xebatên medyayê bibin, ew ê destheqê daxînin û ji hêla naverokên ‘nermtir’ ve jî dibe ku zirarê bidin rojnamegeriyê.” Hincetên bi wî awayî jî dibe ku jinan di nav kar û xebatên wek hevşîretî, sekreterî û hwd. de bifetisîne. Ew jî jin têne kar û barên berstûka penbe (pink-collar an jî pembe yakali) an jî gettoya penbe ve  sînordar bike. (Beasley & Theus, 1988) Îhtîmaleke mezin vegotina gettoya dêmî (velvet ghetto) ji bo qadên wek têkiliya gel zêdetir di cih de ye ku di hêla hejmaran ve jin zêdetir li van deran xuya dibin. Ji bo xuyakirineke bi vî awayî jî çend sedem nîşan didin. Dibe ku mêr naxwazin di karên wiha de bixebitin an jî ji hêla mêran ve jin ji bo xwedî statûyek mezin nebin hatibe qebûlkirin û hwd… (Toth & Cline, 1989) Bi her du awayan jî ev rewş wek çerxeke bêsûd derdikeve pêşiya me, daxistina heqdestgirtinê û statûyê ew ê mêran ji kar dûr bixe. Metirsî ew e.

Li gorî lêkolînan, di navbera her du cinsan de cudahiyên biçûk hene. Li gorî anketeke di hêla berîdaniya pîşeyî de di navbera jin û mêran de zêde cudahiyên girîng tune ne. Berovajî jin hîn zêdetir berê xwe didin kar û xebatên curbicur (Weaver & Wilhoit, 1996; Weaver, Beam, Brownlee, Voakes, & Wilhoit, 2007).

Di varyasyoneke din de jî guherîn tenê di nav rêveberên asta wan bilind de çêdibe. Ji nişka ve guherînek wiha jî tenê di nav mêran de dibe. Jin di rêveberiya bilind de cih nagirin û tim di rêveberiya navîn de dimînin. Lê balkêş e ku xebatên saziyên medyayê yên jinan zêde dişibin yên mêran (Ferguson,1990). Berê ferastek hebû, wexta di payeyên bilind de cih bigirin ew ê hêzeke xurt bi dest bixin lê Qralîçeya Brîtanyayê, Margaret Thatche, edîtoriyaya rojnameyên bi nav û deng  û hwd. ev ferasetê berovajî kirin.

“Piraniya editorên jin ên di qadên mêrokî /mêran de cih digirin ji bo statûyên xwe di nav gumanekê de ne û heta niha di hêla serkeftîbûyîna bazirganiyê de li ber mêran nesekinîne. Bi gotineke din heta niha li ber pozê hev nesekinîne. Pîvana serkeftinê bi rêzgirtina mêran ve yan jî bi xwişk û birabûnê ve mirov nikare bipîve.”(Ferguson, 1990)

Heman tişt ji bo rêvebera giştî yê The News International Rupert Murdochî jî derbasdar e ku di navbera salên 2005-2007’an de navê wî bi şantaj û bertîlê derketibû û li ser vê bûyerê îstifa kiribû. Ev bûyer ji bo Rupert Murdochî wek hilweşînê pêk hatibû. Ji aliyê din ve ev bûyer hem li ser dayikên malê ne hem jî dayikên xebatê gelek tişt dibêje. Jinên rojnameger jî di navbera wan de qala şer dikin û li ser hewldana wan a mêrbûyînê jî pir zêde tişt nabêjin. Dijberî vê, jin li hemberî hev çîrokên awarte diweşînin û li dijî feraseta femînîzmê jî reklaman çêdikin.

Rojnamegerî hê jî giredayî çanda xwe ya berê ye. Bi taybetî jî li navenda nûçeyan çanda mêrbûnê didome li vir nêzîkatiyên kesan an jî baweriyên kesan pir zêde girîng nînin ku nêrîna mêran bi vî awayî di nav kar û xebatan de didome. Li gorî Liesbet Van Zoonen (1998) ê, jin exlakeke cuda tercîh dike.

“Rojnamegerên jin wiha difikirin ku ji mêran zêdetir ji bo pêdiviya xwendevanên xwe rêzê digirin. Û mêr di bin navê bêalîbûnê de wehşeta xwe vedişêrin. Jin bi dilovaniya xwe nêzikatiya mêran biçûk dibîne.”(Ferguson, 1990)

Niha rojnamegerên jin her çiqas xwe ji fikra “kar û xebatên me ji ya mêran cudatir e” dûr bixin jî dibe ku di esasê xwe de zêdetir li gorî nêzîkatiya edîtoryayê naveroka xwe hilbijêrin. Bi gotineke din ji hêla edîtoran ve dibe ku tiştên wek hîtabên jinan dikin, binivîsin (Chambers, Steiner ve Fleming, 2004).

Jin an wê xwe wek nivîskar derbixin pêş an jî derfetê bidin ku bila wekî ‘xwe’ bikaribin bixebitin.


Têbinî: Ev nivîs ji îngîlîzî hatiye wergerkirin.