Rojnameya Heftane

Teoriya Zayendê ya Nû

Linda Steiner

Di zayendan de dualîbûnek heye ku ev dualîbûn tiştekî xwezayî ye û qala cudahiyên her du zayendan dike, lê her diçe zayend teşeyeke nû digire. Jin û mêr rola xwe ya zayenda civakî dipejirînin û rolên xwe berçeng dikin û yên din jî dikişkişînin. Wek gotina Judith Butlerê (1990), nasname feraseta resen nikare nîşan bide. Butler jinan wek komek ku hin taybetmendiyên wan ên hevbeş hene, nabîne. Butler li hemberî nêrîna “tenê du zayend” jî disekine û li gorî wê zayend çiqas zêde bin wê pirsgirêka zayenda civakî ewqas zû çareser bibe.

Wexta mirov zayendê, di hêla dîrokî, çandî de yan jî li gorî şert û mercên civakê bigire dest, epîstemolojiya nêrîna femînîstan bi taybetî jî di hêla fehmkirina têgiha performansa zayendê de girîng e. Sandra Hardîng (1993, 2004) di nav wan de epîstemolojîsta herî navdar e ku li gorî wê zanîna serdestan alîgir û şewişandî ye çimkî serdest tu carî pêşdaraziya xwe nabînin û her tim statuyên xwe wek tiştekî xwezayî nîşan didin. Ligel vê yekê kesên bindest ji bo ku zilmê fehm bikin pirsên xurt dipirsin û bi baldarî guhdarî dikin. Hin komên jin hene ku ji bo kesên bindest fehm bikin li ser tecrubeyên wan difikirin û her çiqas fikirandineke qismî jî be bêtir dikarin agahiyên rast bidin. Jin û mêr jiyanek cuda dijîn û ji bo pîşeyên xwe tecrubeyên curbicur tînin û ji hev cudatir jî nêzîkî nûçeyan dibin. Heta niha epîstemolojiya nêrînê her çiqas li ser xeta îhtimalan here were jî dibe ku ji bo medyayê di hêla peresandina etîkek femînîst de wek tiştekî bixêrûber bibe.

Femînîstên reşik, çend sedemên civakî pêv ve girê didin. Nijad, pol û zayend tesîrê li hev dikin, pêkutiyên heyî jî bi pêkera nasnameyê re têkildar in û Hill Collins (1990) bi têgiha matrîsa serweriyê pênase dike. Kimberlê Crenshaw (1991) mijarê di hêla nûnerên navdar de digire dest. Li gorî wê kesên reşik ên li ber çav in û navdar in dibe ku nimûneyek ne baş bin, ji ber vê yekê jî rê ji bêhêzîyê re vekin. Bi hev ve avakirina pêkera newekheviya civakî û zalbûnê jî li vir bû sedema  derketina holê ya arketîpa “jina reşik a bihêrs”. Her wiha di hêla xalên hevgihanê yên seksualîzmê de reng û kêmarên zayendê her tim hatine paşguhkirin. Ji derveyê mînakên awarte, akademîsyenên medyaya femînîst jinan vedikole û her çiqas şerm jî bibe ji bo berjewendiya lêkolînê nikare nasnameyên hevbirî derbixe pêş. Heya niha teoriyên li ser jinbûnê derketiye holê bi heman rengî li ser fikrandina mêrbûnê jî îlhamê daye. Çimkî jin û mêrbûn ji hêla civakê ve bi gelemperî li hemberî  “yên din” hatiye pênasekirin. Jin û mêrbûn di naveroka medyayê de çawa cî girtibin penasekirina wan jî wiha hat guhertin lê belê akademî hê jî wan li hemberî hev nîşan didin.

Robert Connel (1987) têgihek pêşniyar dike ku ev jî mêrê serwer e. Connel, serwerbûna mêrê wek tiştekî birûmet pênase dike. Bi awayekî din di mercên dîrokê de curbicur teşeyên merbûnê derketine holê. Niha mêrê serwer cihê teşeyên xwe yê kevn girtiye. Her çiqas mêrê serwer tiştekî neasayî jî be, mêr tenê li vir gere cihê xwe bizanibe lê wiha dixuyê ku mêr di vê mijarê de ne serkeftî ne. Heke di hêla îdeolojiyê de gotin pêwîst be, nêzîkatiyên bi vî awayî  serwerbûna mêran gengaz dike. Connel li vir hevsûca wan nîşan dide.

Lêkolînerên medyayê di serî de bi dîmenên şer û werzîşê ew serwerbûn nîşan da. Teoriya medyaya femînstan hê jî teşhîrkirina teşeyên mêrbûna modern didomîne.

(Ev nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.)